17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dest ji vê durûtiya xwe berdin!

Adil Qazî

Çavê we lê ye ku hûn vê sedsalê jî wek xwe birêsin! Ew çû. Ew dem û dewran çû! Êdî nema vedigere. Kes ker, kor û lal nema ye. Ew sed sal berê ku li ser masê bi xapînokî we du şexsiyetên Axa-beg qaşo mebûs, ango wekîl û li ser serê wan jî xwedêgravî serokwezîr ê kurd-Îsmet Înonu bi navê naskirî Ker Îsmet didin rê diçin bajarê Lozana Swîsreyê li wir xwe weke kurd didin nasîn û bi dildarî dibêjin “em di bin banê Komara Tirkiyê de dixwazin bi hevdu re bijîn”, ango tu cudatiya me nîne û hwd.

Piştî Înonu karê xwe diqedîne, bi şahidiya van du kesan Komara Tirkiyeyê tê avakirin, di navneteweyî de tê naskirin û Kurdistan bi awayeke fermî li çar dewletên pasawanê mêtingeran (Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq) tê parvekirin. Ew roj û ev roj bi awayeke fermî êdî peyva kurd, kurdî û Kurdistan hatiye qedexekirin. Jixwe hema pê re êrîşên komkujiyê dest pê kir. Ji Qoçgirî bigirin heta Şêx Seîd, Zîlan, agirî û herî dawî jî li Dêrsimê komkijiya xwe (li gor xwe) bi dawî kirin. Tew li ser çiyayê Araratê tirbeke xêz dikin û li ser “Muxayel Kurdistan burada meftudur” ango “Xeyala Kurdistan di vir de hatiye tunekirin!”dinivîsînin!

Hilweşîna wê tirba wan a xeyalî jî di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji binî ve hat hilweşandin û ew mezinbûn û serweriya tirkbûna li ser rûyê erdê ji binî ve hilweşiya. Ew hikûmdariya wî pûç û vala bûye! Îro vê gavê mebesta min li ser xalekî din yê vê înkarkerî, asîmîlasyon û tunehesibandinê ye. Ango xala ziman e.

Bêtehamuliya li hemberî kurdî

Çawa ku bi awayeke fizîkî digel bi dehan caran ji komkujiyan derbas kirin jî neqediya, ji holê nehat helanîn bêguman zimanê ev gelê qedîm jî dê bi vê nedîtina we tune nebe! Dem deman gava qala dadê/edalet, heq û hiqûq demokrasî û hwd. tê kirin. Kurdan bilind dikin ezmanan! Li hember dinyayê jî bi awayeke fermî di pêla radyo-tv yên xwe de bi navê ‘TRT6” kanal jî vekirine. Di hilbijartinên herêmî yan jî giştî de her cara ku pêwîstiya wan bi dengan, ango hilbijartina parlamenterî, serokomarî yan jî şaredariyan hebe ku ev jî qaşo bi rêya helbijartinê tê kirin û bi navê ‘demokrasiyê’ tê kirin. Kurd dikevin bîra wan! Lê di jiyanê de tehemula wan ji du peyvên kurdî re jî tune ye. Ew ciwan be, kal be, dayik be zextan lêdikin, gef lêdixwin cih bi cih qetil jî dikin. Ango dikujin jî. Yanê em ji xwe dizanin ev xapandin e.

Jixwe rêveberiya Tirkiyê ya herî jor serokomarê wî bi awayeke aşkera dibêjin; “Kurd li ser fezayê be jî wê konekê vekin ew ê bibe armanca hedefa me û ji bo me xeternak e”.

Dîsa ji me bêtir bi hejmara me jî dizanin. Ku gelheya kurdan li bakurê Kurdistanê çi qasî ye. Herî kêm 25 milyon kurd li Bakûr ango li Tirkiyeyê dijîn. Dîsa digel hemû zext, pêkutî û êrîşên li ser zimanê kurdî di asta tê xwestin de nebe jî di nava zimanê cîhanê de ciyê xwe yê bi rûmet girtiye û her ku diçe ev girîngî hê zêdetir tê dîtin û qedrê wê tê girtin. Ligel zimanê nivîskî, xwendin stranan jî di tora civakî de ciyê xwe girtiye û tê bikaranîn.

Kurdî zimanê jiyanê ye

Zimanê kurdî bala raya giştî ya cîhanê jî dikşîne ser xwe. Lê sed mixabin digel ew qas eleqe û nêzîkahiya raya giştî ya cîhanê raya giştî ya Tirkiyeyê, yan jî em bêjin çavê rayedarên fermî ku dewlet bi rê ve dibin nabîne û guhê wan jî nabihîze! Ya rast hem dibînin hem dibihîzin jî. Tew weke rewtan, dar şûjinan di çavê wan re jî diçe. Lê xwe li korbûnê datînin. Naxwazin bibînin! Li xwe mikur werin. Ew jî baş dizanin ku tenê xwe dixapînin. Dibe ku du roj temenê xwe bi vê awayî dirêj bikin, lê dê tirkî berî kurdî bimire biçe. Zimanê kurdî namire. Her ku diçe dê gur û geştir bibe. Lewra kurdî zimanê jiyanê ye. Ziman, çand e, beden e û erdnîgarî ye. Yanê roja ku beden, erdnîgarî, çand û jiyan hatine afirandin zimanê kurdî jî pê re vejiya ye. Yanê temenê mirovahiyê çi qasî be temenê zimanê kurdî jî ew çend e. Ji bo baş were fêmkirin; heta ku li ser erdnîgariya cîhanê mirov û mirovahî hebe dê kurdî hebe. Bêguman bi vê re kurd jî dê hebe.

Di e-reçeteyê de kurdî tune ye

Di vê rojên dawî de rêveberiya Tirkiyeyê wezaret û parlamento ji bo serdema nû hinek plan û qaşo nûbûnan pêk tînin! Di vê serdema nû de di warê tenduristiyê de ji bo dermanfiroşên ku di pênaseya dermanan ango reçeteya wan dermanan de bi qasî bejna mirovan dûr û dirêj tiştan rêz dikin. Xwestine ku qaşo di hinek aliyan de “reformê” çêbikin! Ew jî; li e-reçeteyê îngilîzî, rûsî, erebî, almanî û bi fransî zêde kirine! Di e-reçeteyê de kurdî tune ye! Ya herî sosret jî wezîrê vê qada tenduristiyê Fahrettîn Koca bi xwe jî kurd e! Kurdekî ku ji ber şûrê dagirkeran filitiye û mişextî Konyayê hatine kirin bi xwe ye. Tenê Fahrettîn û malbata wî mişextî-sirgûnî Konyayê-Kulu nebûne bêguman. Ez bawerim li Anatoliya Navîn kurd herî zêde li Kulu û Haymana Enqereyê dijîn. Tew ji Kuluyê re ‘Kurdistana Sor’ jî tê gotin. Çima min hewce dît vê bibêjim? Ji ber ku Fahrettîn bila nebêje; ‘ez li derveyê welêt li nava tirkan hatime dinyayê û ji xwe kes bi vê derê nizane!’ hwd. Dibe ku ew bi xwe xwe weke kurdekî nebîne! Jixwe nabîne jî. Lê bi vî awayî nikare xwe ji kurdbûniyê bişo, paqij bike.

Sosretiyeke din jî çawa ku ev biryar derket diviyabû di serî de bijîşk/dermanfiroşan vê nepejiranda. Hê jî dem heye ku ev biryar bi şûn de bê kişandin û li ser vê kurdî jî bê zêdekirin. Vê carê kurdî jî herî kêm li Bakur du zarave (kurmancî û kirmnackî) bi giranî tên axaftin, divê ev herdu zarave hebin.

Di Roja Aştiya Cîhanê de zilm û neheqiya wisa tê kirin ku di asta komkujiyê de ye. Roja Aştiya Cîhanê xwedêgravî roja lihevkirina mirovan, gelan e ku her yek bi navê xwe, bi rengê xwe bi çand û feraseta xwe, bi zimanê xwe ji hevdu re rêz bigirin e. Ligel bi hev re di nava aramiyê de bijîn ev roj hatiye îlankirin. Lê di vê roja welê de zimanê bi deh milyonan kurd tune tê hesibandin, tê înkarkirin! Ev jî qirkirin bi xwe ye!

Bi hêviya ku roja aştî ya cîhanê bibe minasebeta roja naskirina zimanê kurdî, hemû zimanên wendabûyî,hemû nasname û gelan di nava aştî aramî û wekheviyeke azad de bijîn, li jer kesî pîroz be.