4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona li Dêrazorê bi xurtî didome

Li gorî saziya Mafê Mirovan a Sûriyeyê bajarokê Zîban ê Dêrezorê ku devera dawî ya cihê çeteyan xwe lê girtine ji sedî 70 hatiye paqijkirin û operasona HSD'ê li dijî wan berdewam dike

Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê li bajarokê Zibanê ku cihê dawî yê çekdarên xwecihî ye. Zêdetirî ji sedî 70 ji bajêr kontrol kirin, di aliyê din de tê gotin ku hîna bi dehan çeteyan di beşekî bajarok de mane. Çeteyên mane li beşê nêzîkî çemê Firatê ji aliyê El-Teyana ve dimînin û aqûbeta serçeteyên bi navê  “Şêx Ibrahîm El-Hafel” yê ku wan çeteyan birêve dibe ne diyare.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ibrahîm El Hafel serkêşiya vê koma çete dike û HSD’ê dabû xuyakirin ku ew mirov ji ber ku karên çetetiyê kiriye û zirareke mezin daye niştecihên herêmê ji hêzên wan re hedefekî rewa ye.

Doh, Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê kuştina 18 kesan belge kir, ev in: 3 çekdar li Hewîc Zîban, û 15 çeteyên din jî di dema reva wan a ber bi rojavayê Firatê de hatine kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bajarê Hewêc û Tebanê kontrol kir û paşê berê xwe dan bajarokê El-Teyana li rojhilatê Hewêc. Şervanên HSD’ê li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, pêşve diçin û zêdetirî nîvê navçeyê kontrol kirin û ew ji beşên devera ku di navbera wan û El-Teyayan de ji hev vediqetandin. HSD’ê şeva duşem-sêşemê şerên dijwar bi çekdarên xwecihî re kir.

Li gorî agahiyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê hejmara qurbaniyên van pevçûnan ji destpêka pevçûnên roja Yekşemê, 27’ê Tebaxê ve, gihîştiye 90 kesan: 9 sivîl , 57 çekdarên xwecihî û 24 endamên ‘HSD’ê.

Her wiha zêdeyî 104 kesan jî  birîndar bûn.  Birîndar ev in: 58 çekdarên xwecihî, 33 endamên QSD û 13 sivîl.