2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa jinan a destpêka pêvajoya nû

Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk wê di 8-9’ê îlonê de li Enqereyê konferansek li dar bixe. Li bendê ye ku di konferansê de gelek biryar bên girtin û pêşkêşî kongreyê bên kirin.

Li bendê ye ku Partiya Çepên Kesk di meha cotmehê de kongreya xwe ya giştî li dar bixe. Xebatên Partiya Çepên Kesk ên ji bo kongreyê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de beriya kongreyê wê di rojên pêş de du konferans bên lidarxistin. Di van her du konferansan de wê Partiya Çepên Kesk pêşniyar û nêrînên di civînên ku piştî hilbijartinên meha Gulanê bi gel re hatin kirin de derketin holê binirxîne û bike biryar.

Destpêkê wê Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk di navbera 8-9’ê îlonê de Konferansa Jinan bi dirûşmeya “Em bi raperîna xwe, xwe bi rêxistin dikin û azadiya xwe diparêzin” konferans li dar bixe. Piştre jî dê di navbera 11-12’ê îlonê de Konferansa Mezin bê lidarxistin.

Konferansa Jinan wê li Navenda Bazirganiya Dunyayê ya Enqereyê bê lidarxistin. Di konferansa ku dê 400 delegeyên jin beşdar bibin de dê li ser gelek mijaran pêşniyazên biryarê bên girtin û pêşkêşî kongreyê bên kirin. Di konferansê de xurtkirina keda jinê, xebatên li dijî tecrîdê, çêkirina budçeya xwe ya ji aliyê Meclisa Jinan ve, pirsgirêkên jinên girtî, têkiliyên bi saziyên jinan ên navneteweyî re di rojeva konferansê de ne.

Endama Koordînasyona Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semîha Şahîn têkildarî girîngiya konferansê ji nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Selman Guzelyuz re axivî û destnîşan kir ku konferans girîngiyek mezin dide nîşandan û di komxebatên wan de xeta siyasî, rêya sêyemîn û têkoşîna jinan hatine nîqaşkirin. Şahîn, anî ziman ku wê di konferansê de biryarên girîng bên girtin û konferansa wan bibe destpêka pêvajoyek nû û hêz bide kongreyê.