2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîda li dijî kurd û Kurdistanê

Li cihê ku hiqûq tê binpêkirin, bêguman her tişt dikare bê kirin. Hiqûqa Tirkiyeyê ketiye bin xizmeta faşîzma kesk. Lewra faşîzma kesk hiqûqê li gorî dilê xwe parçe û binpê dike, li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne

Hiqûqa ku divê li ser hîmên mafê mirovan, demokrasî û edaletê be, niha di nav lepên faşîzma kesk de li ber sêkeratê ye. Rejîma li ser bingeha tirkîtî û sunîtiyê ava bûyî û berdewam dike, di hemû qadên jiyanê de li ser kurdan bêhiqûqiyên mezin dide meşandin. Yek ji van qada jî girtîgeh in. Girtîgehên faşîzma kesk bûne mekanên îzolekirin, tunekirin û qutkirina kurdan a ji civakê. Bi hezaran kurd ji ber raman û xebatên xwe yên siyasî ango kurt û kurmancî ji ber kurdbûna xwe di girtîgehên dewleta tirk de ne. Tevî ku di hiqûqa dewletê de gelek mafên girtiyan ên wekî wergirtina pirtûk, name û rojanmeyên kurdî, her wiha axaftina bi telefonê ya bidîmen û mafê dema çavdêriyê (denetimli serbestlik) hene jî girtiyên kurd gelek caran ji van mafan mehrûm dihêlin. Û di ser de jî 3 meh, 6 meh cezayê zêde li wan tê birîn. Werhasil bêhiqûqiyên li ser girtiyên siyasî bi nivîsekê xilas nabin, jixwe gelek raporên komaleya mafê mirovan di vê derbarê de hene, lewra yên bixwazin dikarin li ser malpera vê saziyê van raporan bixwînin.

Bêguman yek ji van bêhiqûqiyan jî tecrîd e ku di serî de li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin. Ev demeke dirêj e ku 3 salan zêdetir li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Hem malbat hem jî civaka kurd ti agahiyan ji girtiyên kurd nagire. Tevî ku li girtîgehên din ên dewleta tirk mafê hevdîtina bi parêzer û malbatan re, mafê telefonkirinê, faks û nameşandinê hene jî, ev maf bi ti awayî li girtîgeha Îmaraliyê pêk nayên. Bi vî awayî hiqûqa xwe bin pê dike. Di esasê xwe de dewleta tirk li ser girtîgeha Îmraliyê hiqûqa nenivistî dimeşîne. Li gorî berjewendiyên xwe û şerê dijî kurdan hiqûqek ava kiriye. Helbet tecrîda li Îmraliyê bi pirsgirêka kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd re têkildar e.

Rejîma faşîst a di pêşengiya AKP û MHP’ê de, hebûna xwe li ser qirkirina kurdan dibîne. Lewra ev 9 sal in ku li dijî kurdan û deskeftiyên kurdan şerekî qirêj dimeşîne. Ji aliyekî her cureyên teknîkî û çekên kîmyewî bi kar tîne, ji aliyê din jî fitne û fesadiyê di nav kurdan de geş dike. Bi polîtîkayên taybet fitne û fesadiyê di nav alîgirên partiyên kurdan de geş dikin ku hinek kurd dibin destûbirakê wan hinek jî dibin “terorîst” û qetla wan helal dibe. Kurdên van polîtîkayên dewletên dagirker nabînin, hevdû li ser medyayê bi “îxanet” û “xayîntiyê” sûcdar dikin û li ser medyayê dijminahiya hev dikin. Her wiha hewldanên derxistina şerê birakujî di nav kurdan de dimeşînin. Lewra hevdîtin û diyalogê li gel kurdên alîgirên xwe dimeşînin û ji bo şerê naxweyî yê kurdan hevalbendên xwe li hemberî tevgera azadiyê sor dikin. Helbet hinek kurd jî ne bêguneh in ku her awayî li kêleka dewleta dagirker disekinin û li gorî berjewendiyên dagirkeran dijminahiya tevayî kurd û Kurdistanê dikin.

Gera wezîrê karên derve ya Hakan Fîdan a li Hewlerê bi van polîtîkayên parçekirina kurdan ve girêdayî ye. Bêguman armanca wan ew e ku di nav kurdan dubendiyê ava bikin û kurdan bi hev bidin kuştin. Helbet tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin jî bi van polîtîkayên dagirkeran ve têkildar e. Tecrîda li ser birêz Ocalan bandorê siyaseta kurdan a navxweyî dike. Ji ber ku birêz Ocalan rêyên çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên kurdan peyda dike, faşîzma kesk nahêle ku hevdîtin bi birêz Ocalan bên kirin û lewra tecrîdeke giran li ser tê meşandin.

Her kes di bin tecrîdê de ye

Tecrîd ne tenê li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li ser girtiyên kurd tê meşandin, her wiha gelek welatên Ewropayê girtiyên kurd ên siyasî di nav tecrîdê de ne. Li ser meselê li Almanyayê bi dehan kurd tenê ji ber xebatên xwe yên siyasî di girtîgehan de ne. Her çiqas tecrîda li ser girtiyan ne bi qasî ya birêz Ocalan be jî tecrîdeke giran li ser wan jî tê meşandin. Helbet tecrîdkirina kurdan bi rewşa Kurdistanê ya siyasî ve eleqedar e.

Piştî avakirina netew-dewletên herêmê û bi taybetî piştî peymana Lozanê kurd ji qada siyasî hatin dûr xistin. Lewra bi her awayî tecrîdeke giran re rû bi rû man. Xebat û lêgerînên kurdan ên siyasî ji aliyê van netew-dewletên herêmê ve hatin terorîzekirin. Terorîzekirina kurdan di qada navneteweyî de bi xwe re nenaskirina nasnameya kurdan anî ango kurd di qada navneteweyî de bûn tirk, ereb û fars. Di vê çarçoveyê de hemû xebat û tevgerên ji bo nasnameya kurd û Kurdistanê ji hêla dewletan ve wekî xetereyê hatin/tên dîtin. Lewra xebatên bi vî awayî dibin sedema girtin û tecrîdkirina kurdan. Hem netew-dewletên herêmê hem jî hêzên navneteweyî bêstatûbûna kurdan dixwazin û dixwazin ku rewşa kurd û Kurdistanê ya heyî bi heman awayî bidome. Lewra xebat û lêgerînên kurdan ên siyasî terorîze dikin û kesên di nav van xebat û lêgerînan de tecrîd dikin. Di esasê xwe de hemû hêzên plan û projeyên wan li ser Rojhilata Navîn hene, naxwazin ku di qada siyasî de kurd û Kurdistan heyî bibin.

Li aliyê din ji ber ku faşîzma kesk piranî bêhiqûqiyên xwe li ser kurdan dimeşîne, civaka tirk van bêhiqûqiyan ji nedîtî ve tê. Lêbelê bêçalakîbûna me jî rê li ber van bêhiqûqiyan vedike. Helbet hinek çalakî û hewldan hene ku pir nirxdar in. Lê ev têra pêşîlêgirtina van bêhiqûqiyên nakin, lewre divê em di serî de pêşiya polîtîkayên tunekirin, qirkirin û parçekirinê yên dagirkeran bibin xwedî hişmendî û helwesteke hevpar. Helbet ne tenê Bakur li her devera kurd lê ne, divê polîtîkayên dewletên dagirker bên teşhîrkirin û pûçkirin. Ev jî di serî de berpirsiyariya ronakbîr, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û hemû kesên dilê wan ji bo kurd û Kurdistanê lê dide.

Her wiha şîrovekirin, behskirin an jî tesbîtkirina tecrîdê têra şikandina tecrîdê nake, lewra edî pêwîst e ku meriv di pratîkê tiştinan bike da ku ev tecrîda dijmirovane bê guhertin. Divê em di serî de bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl û çalakiyên curbicur li hemberî tecrîda dijmirovane bikevin nav tevgerê. Bêçalakîbûna me dibe sedem ku ev rejîma olperest û tirkperest kiryarên xwe yên dijmirovane bidomîne.

Divê em rêbazên berbelavkirina tecrîdê peyda bikin. Jixwe rê û rêbaz hene ku meriv li hemberî kiryarên dijmirovane têbikoşe. Lê belê ya girîng ew e ku bi awayekî çalak û serkeftî van rê û rêbazan bi rê ve bibe û faşîzmê mecbûrî paşdegavavêtinê bike.