5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşên li dijî Minbicê de bi dehan çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku wan êrîşên ku dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê li ser gundên bakurê rojavayê Minbicê kiribû, şikandine û gelek çete kuştine.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku xwe dispêre çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, çekdarên girêdayî dewleta tirk îro saet 12.00’an de bi çekên giran êrîş birine ser gundên El-Buwîhic û El-Bogaz ên dikeve bakurê rojavayê Minbicê.

Meclîsa Leşkerî bersiv da êrîşan û şerekî giran çêbû. Êrîşên li vir hatin şikandin. Hate ragihandin ku meclîsa Leşkerî li herêmeke berfireh tevdîr stendin û bi dehan çete hatine kuştin.

Meclîsa Leşkerî di 5’ê Îlonê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku çeteyên El Nûsrayê bi piştgiriya dewleta tirk li hin gundên aliyê rojavayê bajêr bi cih bûne.

Gundên Eyn Îsalyê hatin bombekirin

Li aliyê din hate ragihandin ku artêşa tirk saet derdora 02.00’an  bi çekên giran gundên Sêgîro, Hiwêca, Sefawiyê û Cehbet ên rojava-rojhilatê Eyn Îsa yê dane. Der barê êrîşê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.