13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xutbeya bi kurdî’ kirin sedema girtinê

Di 3’yê Tîrmehê de li Stenbolê Serokê Komeleya Alimên Olê (DÎAY-DER) Ekrem Baran jî di nav de 26 endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û DÎAY-DER’ê hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê 11 kes bi daxwaza girtinê û 15 kes jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.

Hasan Karahan, Îbrahîm Yakin, Fevzî Variş, Celal Kiliçer, Nasrî Tongûç, Mehmet Emîn Kirmizikiyin, Şemsettîn Taş, Mehmet Şîmşek Îbrahîm Şek, Nûr Mehmet Işik, Abdûlhakîm Oztekîn, Alî Demîr, Fahrettîn Ulgen, sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 3 û 4’an hatibûn kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Alimên Olê Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû jî ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatibûn kirin, hatin girtin. Parêzer Vedat Ece, destnîşan kir ku muwekîlên wî sirf ji ber ku bi kurdî xutbe xwendine û li pêşiya cimaetê nimêj kirine hatine girtin.