28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo edaletê dê derkevin rê

Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulistan Dokû, ku wê piştevaniya meşa ji bo Komkujiya Pirsûsê ku 33 qurbaniyên jiyana xwe ji dest dabû bê li darxistin bikin.

Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulîstan Dokû ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî meşa ku Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi daxwaza edaletê ya ber bi Enqereyê ve di salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hatibû li Parka Xezalê ya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî beşdarî daxuyaniyê bû. Girsê di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Gulistan Dokû edalet, ji bo her kesê edalet” vekirin. Komê  dowîzên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesê edalet”, “Ji bo Denîz Poyraz edalet ji bo her kesê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet ji bo her kesê edalet” bilind kirin.

Endama Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulîstan Dokû Ayşe Esmer diyar kir ku ji bo hevalên xwe yên beriya 6 salan di 20’ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin qetilkirin û di serî de Gulîstan Dokû, Îpek Er, Yeldana Kaharman ên li bajarên herêmê ji aliyê polîs û eskeran hatin windakirin ji bo gelek jinan têkoşîna edaletê didin.

Piştî komkujiya Pirsûsê li welat komkujî zêde bûn

Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî da zanîn ku piştî Komkujiya Pirsûsê li welat komkujiyan berdewam kir û kesên hatin qetilkirin hemû jî ew kes bûn ên daxwazên wan ên aştî, azadî û demokrasiyê hebûn.

Guzel destnîşan kir ku ligel komkujiyan jî tu caran dest ji têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bernedan û wiha got: “Em ê xeyalên 33 rêwiyên hêviyê nîvî nehêlin. Kesên ku ew qetilkirin, ew in yên hembêza xwe ji DAÎŞ’ê re vekirin, xwestin Kobanê bikeve û Doza Kobanê vekirine ne. Em ê li dijî komkujiyan û bê edaletiyan têkoşîna xwe bidomînin. Hûn çiqas qetil bikin, bikujin, bigirin jî em ê dest ji daxwazên xwe yên mafdar bernedin.”