26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezîra Çandiniyê: Tirkiye ziyanek mezin dide cotkaran

Wezîra Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî, diyar kir ji ber êrişên Tirkiyeyê ên li ser bax û rezên cotyarên Herêma Kurdistanê ziyanek mezin çêbûye. Talebanî got: “Me li ser vê mijarê li gel Hikûmeta Herêmê nîqaş kiriye, pêwîste Iraq jî bi fermî li gel Tirkiyeyê giftûgo bike. Wezîr Bêgerd Talebanî ji ROJNEWS’ê re axivî û got: “Beşek ji rez û baxan ji ber êrişên artêşa Tirk kar lê nayên kirin, yan jî wêran bûne. Em ji ber vê yekê gelek bi fikarin.  Dewleta Tirk di birîna daran a li deverên sinorî û êriş birina wê ya li ser bax û rezên cotyaran wêrankarî û ziyanek mezin gihandiye deverê. Ji bo vê mijarê jî me li gel Hikûmeta Herêmê nîqaş kiriye. Ev mijareke peywendiya xwe bi serweriya Iraqê re heye. Pêwîste ew jî bi fermî li gel Tirkiyeyê baxivin û pirsgirêkê çareser bikin.”