26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Vedat Aydin fedaiyê gel û serhildanê ye’

Siyasetmedarê kurd û Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 30 sal berê di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hat kuştin. Vedat Aydin jî di nava dosyayên “Faîl nediyar” de cihê xwe girt. Di salên 1990’î de bi sedan siyasetmedar û pêşengên kurd hatin revandin û hatin kuştin. Yek jî pêşengê kurd jî Vedat Aydin bû. Aydin, ji bo Komemela Mafên Mirovan (ÎHD) ava bike ket nava hewldanan. Di heman salê de bû Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê. Di 28’ê cotmeha 1990’an de ji ber di Kongreya Navenda  Giştî ya ÎHD’ê de bi kurdî axivî hat girtin û 2 mehan girtî ma. Aydin,  piştre di sala 1991’an de di kongreya HEP’ê ya Amedê de bû serokê HEP’ê yê Amedê.

Aydin piştî bû Serokê HEP’ê di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji aliyê kesên çekdar ên xwe wekî polîs dan naskirin ku wekî JÎTEM’ê dihatin nasîn ve hat revandin. Aydin piştî ji malê binçavkirin û şûnde di 7’ê tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê cenazeyê wî dîtin. Dema cezayê wî dîtin, li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Zêdeyî sed hezar Amedî darbesta cenazeyê Aydin li ser milan di 10’ê tîrmehê de li Goristana Deriyê Mêrdîn defin kirin. Bi sed hazaran kes tev li merasima cenazeyê Aydin bûn. Polîsan êrîşî merasima cenaze kiribûn û di êrîşa polîsan de 8 kesên beşdarî merasima cenaze bûn jiyana xwe ji dest dabûn. Bi minasebeta salvegera Vedat Aydin me bi birayê wî Veysî Aydin re hevpeyvînek kir.

Vedat Aydin di 5’ê tîrmehê de ji malê birin û qetil kirin. Lê berî wê ez dixwazim tu piçekî behsa atmosfera wê demê bikî û da ku bîra me teze bibe.

Rast e Vedat Aydin di 5’ê tîrmehê de ji mal birin û me di 10’ê tîrmehê de definand. Yên ku wî ji mal birin hêzên veşartî yên dewletê bûn. Dema ew tên malê mîna hêzên fermî yên malê tevdigerin û bi vî awayî rehmetî ji malê derdixin. Di wê serdemê de gelek bûyerên bi vî rengî diqewimîn. Lewra wê heyamê şerê PKK’ê û dewletê dijwar bûbû. Her diçû gel bêhtir li berxwedanê xwedî derdiket. Dewletê nikaribû berxwedana gel bişkanda, muxalefeta kurd biçewisanda. Ji ber vê yekê serî li rêbazine taybet da. Ji bo tirsekê têxe nav dilê gel dest bi kuştinan kir. Bi vî awayî dewletê hêvî dikir ku gel dê ji ber tirsê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedanê paş ve vekişîne. Planên wan ên tevkujiyê hebûn. Wan dixwest gel li hev bicive û ew qetlîamekê pêk bînin. Bi vî awayî ew tirs dê biketa nav gel.

Berî şehadeta Vedat bombe xistibûn erebeya parêzer Mustafa Ozer ku demekê serokatiya Baroya Amedê jî kiribû. Her wiha di nav komeleya çapemeniya kurd de bombe hatin teqandin. Gelek tiştên bi vî rengî çêbûn. Dewletê civak terorîze dikir. Armanca dewletê ya sereke bêdengkirina civak û siyaseta kurd bû. Ji bo vê gelek rê û rêbazên nemirovane hatine tetbîqkirin û ev yek jî wekî rêbazeke rewa dihat dîtin. Bi hezaran kes hatine serwindakirin û kuştin. Di atmosfereke wisa de êdî dewletê çav sor kiribû, dikaribû her tişt bikira.

Vedat Aydin mirovekî kurdewar bû, çalakvan bû. Ji bo wî kîjan partî û rêxistin bûya jî ne xem bû. Wî tenê digot kî ji bo mafê kurda bikaribe du sê gavan biavêje lazim e ew derkeve pêş. Divê em ji hev re nebin asteng. Wî digot berî 12’ê îlonê em hereketa ciwanan a herî mezin bûn li Kurdistanê, lê belê me rola xwe tam bi cih neanî. Piştî wê ev hereketa PKK’ê derket , mirov xwedî lê derdiketin û Vedat bi xwe jî xwedî lê derket. Vedat ji nav tevgereke din beşdarî vê tevgerê bû û heta dawiya emrê xwe tim di nav çalakiyê de bû.

Di heman rojê de Vedat Aydin bi girseyeke mezin ve çûbû pêşberî nexweşxaneyê. Lewra çend roj beriya wê ji lijneya ÎHD’ê ya Êlihê Siddik Tan û kurê xwe di êrîşeke plankirî de birîndar bûbûn. Aydin jî bi gel re çûbû serdana wan. Lê polîsan destûr nedabûn wan û Aydin jî li pêşberî nexweşxaneyê ji girseya amadebûyî re axaftinek kir. Heman şevê kontrayan Aydin ji malê birin. Gelo mirov dikare bibêje ku ew axaftin bû xala dawî ji bo kontrayan da ku Vedat Aydin qetil bikin?

Durist e lê belê ev bi tena serê xwe ne sedemeke bingehîn e. Lewra ji mêj ve bû Vedat xwe bexşî xizmetguzariya civaka xwe kiribû. Silsileya van bûyeran, van hewldanên Vedat yên berxwedanê bi xwe sedema bingehîn ya şehadeta wî bû. Ji jiyana xwe ya sivîl bigire heta jiyana xwe ya rêxistinî tu carî valatî qebûl nedikir. Tim di nav hewldanekê de bû. Di nav gel de çi pirsgirêk hebûya hewl dida xwe bigihînê. Bala wî tim li ser nexweşî û şerên navxweyî bû. Wî navçîtiya gelek kesan kirin, gelek malbat û eşîr li hev anîn. Dema ji Zindana Amedê derket heta şehadeta xwe tim di nav xebatên kurdewariyê de bû.

Ji ber van yekan Vedat bûbû kelema di çavên dewletê de. Ser guhê dewletê tim li ser Vedat bû. Dewletê tim û daîm dixwest di nav kurdan de pirsgirêk hebin, kurd ji hev hez nekin, li hev neyên. Ê Vedat berovajî daxwaz û hêviyên dewletê tim ji bo yekitî, qenciya civaka kurd dixebitî. Loma jî bû hedefeke aşkera ya dewletê. Dewletê wî dişopand. Dewletê xwest desthilatî û atmosfereke tirsê çêbike, civakê terorîze bike. Ji bo vê yekê jî divê bi kuştina hin kesan ve civak bihata çavtirsandin. Yekî wekî Vedat Aydin ji bo vê polîtîkaya dewletê bûbû gencîneyeke nedîtî, hedefeke bijartî.

Vedat dema bi girseyê ji bo serdana Siddik Tan çûn ber nexweşxaneyê. Polîsan ji bo girseyê astengî derxist. Vedat li wir ji bo civakê axivî û ew çax jî got: Divê êdî bêhtir em baldar bin, ji vê saetê şûn ve ku me girtin êdî me sax bernadin. Dizanibû çi li pêşiya wan e, lê wî bi xwe guh neda vê pêşniyara xwe.

Fikra min a herî xurt der barê şehadeta wî de ev e: Vedat dizanibû ku dê bê kuştin ji ber wê çû. Yanî bi xwe ji hevalên xwe re digot neçin, hev bêxeber nehêlin lê wî bi xwe wiha nekir. Vedat tercîha xwe bi zanebûn kir. Vedat mirovekî wisa bû ku diviya mirina wî mirineke wisa ne ji rêzê be, me mirineke di nav cihan de layiqê wî nedidît. Wî bi xwe jî ev yek digot. Wî dizanibû dê bê kuştin û dizanibû ku kuştina wî dê bibe sedema çi.  Dixwest mirina wî di nav gel de bibe sedema yekbûnê, sedema hişyariyê. Ev rêbazeke fedaîtiyê ye di eslê xwe de. Ji bo gel li pey wî, li ser cenazeyê wî bibin yek wî erê kir û ji malê derket. Wî baweriya xwe bi gel û bi rêxistinbûna gel anîbû.

Piştî ku Vedat Aydin hat serwindakirin, we û hevalên Aydin çi kirin? Hûn bi pêvajoyeke çawa re rû bi rû man? Helwesta dewletê çawa bû?

Di êvara 5’ê tîrmehê de Vedat ji mal birin. Hevjîna wî Şukranê, serê sibehê gund xeberdar kir. Em hatin bajêr, gotin wele êvar de birine lê haya me jê tune ye. Me parazvanên wî, hevalên derûdora wî xeberdar kirin. Me serî li hemû cihên fermî xistin. Lê wan digot me nebiriye. Hilnedidan ser xwe. Nêzîkatiyeke ji rêzê  didan nîşan. Mirov yekî ji kuçeyê bigire bibe tiştekî din e, lê mirov rabe serokê bajêr ji mala wî bibe û bibêje haya me jê tune ye tiştekî din e. Pêwîst bû dewlet biketa nav hewldanan. Lê qet ji cihê xwe nediliviyan.

Spekulasyon çêdibûn; hinekan digotin me li MÎT’ê dîtiye, hinekan digot li emniyetê hatiye dîtin. Lê ev ne rast bûn. Tenê xeberdana nav civakê bû. Di 7’ê mehê de, piştî nîvro ez diçûm navenda partiyê. Li wir Leyla Zana, parêzera wê Husniye Olmez û hevalekî din ji jor dadiketin û çavên wan bi hêsir bûn. Dema me bi wî awayî dît, em jî tirsiyan. Me got xêr e gotin cenazeyek li Madenê hatiye dîtin û dibêjin ew e.  Me amadehiyên xwe kirin, rêvebiriya partiyê, hevalên wî û parêzerên wî bi hev re em ber bi Madenê bi rê ketin. Eli biniya Madenê qereqolek hebû wan em dan sekinandin, haya wan ji rewşê hebû. Me dîsa ji wan re got ku bûyereke bi vî rengî heye. Wan wêneyê rehmetî di rojnameyê de nîşanî me dan. Gotin ev însan e yê ku hûn lê digerin? Di rojnameya Huriyetê de hatibû parvekirin. Bifikirin yekî ku resmê wî di rojnameyê de hebû, navê wî diyar bû û qereqolê bi vê dizanibû lê hê jî tiştek nedihat kirin. Me ji got ev e lê hûn çima wiha rihet tevdigerin. Hinek hevalan bertek nîşanî vê helwesta dewletê dan. Em çûn ba dozger, dozgerî kincên wî nîşanî me dan. Êdî me dizanibû ku ew e.

Dozgeriyê hema li wir ji me re got cenazeyê xwe hildin bibin. Lê me ev yek qebûl nekir. Dewletê dixwest her tişt kerrekerr çêbibe, bi awayekî bêxwedî bê definandin û girseyek ji bo rehmetî necive. Me bi xwe xwe re got, divê em amadehiyên xwe bikin da ku em cenazeyê xwe bi rêk û pêk û bi civaka xwe re defin bikin. Heta 10’ê mehê amadehiyên definandinê hatin kirin.

Her wiha li ser cihê definkirinê jî dudiliyeke me çêbû. Malbatê digot bila li gund bê definkirin, partiyê digot bila li bajêr bê definkirin. Lê em niha difikirin ku biryara bajêr biryara herî rast bû. Lewra heke ew girse li gund biciviya dê komkujiyeke pir mezin çêbibûya.

Li Kurdistanê yek ji şîna herî qelebalix ya Vedat Aydin bû. Şahidên rojê mîna roja mehşerê be behsa wê rojê dikin. Hûn jî dikarin piçekî behsa wê rojê bikin?

Bi rastî jî rojeke wisa bû hema te digot qey heşr e. Me amadehiyê xwe kirin, qedandin. Di wê heyamê de rêxistinbûyîneke wiha berfireh û bi rêk û pêk tune bû. Digel vê yekê jî roja cenazeyê rehmetî hat, hema bibêje hemû gundên Bismilê vala bûbûn. Ne ev tenê yên ku Vedat Aydin nas dikirin, yên nas nedikirin tev hatibûn. Her kes hatibû. Xwedîlêderketineke pir xwezayî çêbûbû. Mirovekî ku kuştina Vedat bihîstibû ji deh kesan re gotibû. Yanî ne tenê bingeh û alîgirên rêxistinê û derdora me bû. Ji bajarên derdoran mirov ref bi ref hatibûn. Di şert û mercên salên 90’î de merasîmeke bi vî rengî li hemû cîhanê deng veda û bû nimûne. Wê çaxê serokê Amerîkayê bimiraya belkî girseyeke bi vî rengî dê nikaribûya wiha kom bibûya.

Di wê kelekela havînê de bi hezaran mirov derketibûn ser rê û dirban. Di saetên şeveqê de bi rê ketibûn û wê rojê heta esrê bi me re bûn. Mirov bê nan û bê av bi rê ketibûn, lê belê ji ser rêya Erxeniyê bigire heta Madenê gelê herêmê derketibûn ser rêyan û ji bo miletên ku hatibûn cenaze teslîm bigirin av anîbûn ber rê û li milet belav dikirin. Bi her rengî xwedîderketinek hebû û vê yekê bi xwe bala min jî dikişand. Ev xwedîderketin bûbû moral ji bo me. Erê dilê me diêşiya lê gel dîsa li gel xwedî derdiket. Ev di dîroka Kurdistanê de nimûne ye yanî. Ji destê kê çi bihata wê dikir. Her wiha heke astengî tune bûya bi sedhazaran kesên din jî dê beşdarî merasîmê bibin.

Di merasîma Vedat de du caran êrîşê girseyê kirin. Di destpêkê de nehiştin ku girse tev li korteja cenaze bibin. Hemû kuçe û kolanên ku derdiketin ser cadeya îstasyonê hatibûn girtin. Me merasîma xwe pêk anî, me axaftin kirin. Lê hê jî tiştek tune bû. Girse ber bi mala rehmetî ya li taxa Îstasyonê ve meşiya. Li ber malê sekinîn. Diya min û malbatê xatirê xwe jê xwestin. Li wir hêdî hêdî îşaretên provakasyonê peyda bûn. Girse ket nav bajarê kevn, ji deriyê Sûrê re derbas bû. Hinek xortan xwe dirêjî polîsan kirin. Lê hevalên me yên partiyê nedihiştin ku provakasyon çêbibe. Dewletê polîsên xwe, pispor û provakatorên xwe bi destê xwe xistibû nav girseyê da ku milet bê provekirin. Wê çaxê, li hinda Deriyê Mêrdînê, hinek kevir hatin avêtin. Polîsan ev yek kir hincet û dest bi gulebaranê kir. Ji her derê gule dihatin, kes nizanibû ka gule dê kêngî lê bikeve. Piştî vê girse hinek ji hev belav bû. Hinek mirov ketin erdê, me nizanibû ka mirin an man. Ev êrîşa ewil bû.

Êrîşa duduyan jî piştî me cenaze definand û êdî girse dê ji hev belav bibûya dest pê kir. Erebeya partiyê ku parlamenter tê de bûn li pêşiya girseyê diçû. Nêzî qereqolê meşa girseyê xitimî. Polîsan dest bi gefxwarinê kirin. Gotin em we bi vî awayî bernadin, em nahêlin hûn bimeşin. Parlamenter çûn ku bi polîsan û walî re biaxivin. Lê her cara ku diçûn û dihatin moralê wan bêhtir xerab dibû. Polîsan, walî, fermandarê alayê heqaret li wan kiribû, ji wan re sixêf kiribûn û gotibûn em ê we bikujin. Ev di bîranînên hinekan de jî derbas dibin. Di wê navberê de dest bi gulebaranê kirin. Girse tirsiya û ber bi zinarê Deriyê Mêrdînê ve reviya. Rê tune bû, girseyê xwe di zinar de wer kir. Ev êrîşa duduyan bû. Erebeya parlamenteran dan ber guleyan, li parlamenteran dan. Li wir rojnamegereke alman hebû, polîsan îşkenceyekî mezin lê kirin. Kî ber wan diket lê didan.

Girseya cenazeyê piştî êrîşa duduyan rêxistinbûyîna xwe ji dest da. Ji hev belav bû û xwe li mal û kuçe û kolanên bajêr girtin. Mirovan gelek tiştên xwe winda kiribûn. Hinek kesan ancax piştî du sê rojan karibûn xwe bigihînin malên xwe. Ew roj mehşera Amedê bû. Li Amedê esnafekî jî derê dikanên xwe venekiribû. Berteka gel jixweber çêbûbû. Dewletê got ku di wan êrîşan de 10 kes hatine kuştin lê mirov dikare bi rihetî bibêje hejmara yên ku hatine kuştin bi ser 20’î re bû. Hin kesên ku di êrîşan de gule xwaribûn lê newêribûn biçin nexweşxaneyan hatibûn malên xwe. Piştî du sê rojan li malên xwe şehîd ketibûn. Ez bi xwe çûm teziyeya du kesan.

Di 5’ê vê mehe de dadgehê wisa kir ku doza Vedat Aydin dem ser ra bibore. Niha kes ji ber şehadeta Aydin nehat girtin. Dosye jî ji demê borî. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Der barê şehîdxistina Vedat de tu carî dosye venebû ku em bibêjin êja dosye hat girtin. Dosye tu carî venebû. Tiştên ku hatine qeydkirin tenê ji bo formalîteyê bûn. Jixwe hemûyan kirin dosyayek û ji Amedê birin Meletiyê. Ev 30 sal bi ser re derbas bûn tu tiştek çênebûye, ew 300 sal jî derbas bibin, bi vê zîhniyetê, bi vê nêrînê dê tu tişt çênebe. Ji ber wê jî ji bo me tu wateyeke wê tune ye. Dewletê bi mikurhatinan, bi sekna xwe jixwe got ku me ev tişt kiriye. Em jî wisa dizanin, qatil ne filankes an jî bêvankes e. Dibêjin Cem Ersever e, lê Cem Ersever bi xwe jî bi wê rêbazê hat kuştin. Dewlet dema ku bixwaze her wextî dikare qatilan peyda bike. Ev ne mesele ye. Lê pirs ev e, kî ezim kiriye, kî teşwîq kiriye? Ew jî feraseta dewletê bi xwe ye. Her kes dizane ku dewletê kiriye lê kes nabêje em dewletê darizînin. Ji bo me qatil organîzasyona dewletê bi xwe ye. Ev mirov êdî venagerin. Lê divê ev mesele bi rengekî çareser bibe. Lêborînek bi xwe jî ji wan re giran tê. Tu hêviya me tune ye ku dewletê vê bûyerê zelal bike. Lê hêviya me ew e ku êdî bûyerên bi vî rengî neqewimin.

Di van salên dawîn de dewletê dîsa dest bi revandinan, ajankirinê û kuştinên siyasî kirin. Herî dawî li Îzmirê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Dema hûn serdema Vedat Aydin û vê serdemê didin ber hev, hûn nirxandineke bi çi awayî dikin?

Jixwe me got ne 30 sal heke 300 sal jî derbas bibe û zîhniyet neyê guhertin tu tişt dê neguhere. Meseleya kurdî îro jî heye. Êdî ev mesele ji meseleya leşkerî derketiye, ji meseleya sîlehê boriye, êdî meseleyeke polîtîk e. Ev êdî meseleya erdnîgariya Rojhilata Navîn bi xwe ye. Meseleya cîhanê tev de ye.

Li her çar parçeyan rêxistinbûyîn heye, hês û destkeftin hene. Her wiha girseyeke mezin  a hişyar û pêgirêdayî heye. Heta mesele çareser nebe rihetî ji tu kesî re tune ye. Mesele gihîştiye merhaleyeke wisa ji vê saetê bi şûn de bi înkarê, bi asîmîlasyonê, bi redkirin û kuştinê çareserî peyda nabe. Em li Tirkiyeyê binihêrin; li Tirkiyeyê desthilatdarî ji rêxistina leşkerî derketiye, ketiye destê rêxistineke sivîl û dînî. Ev desthilat bi xwe jî  dixwaze tiştên ku leşkeriyê di meselya kurdî de da meşandin ew jî di meseleyê de bimeşîne. Li ser esasê înkarê û tunekirinê ye. Demekê xwest tiştekî bike lê ew bi xwe jî li ser bingeheke xapandinê bû. Niyet ne baş bû. Alîkî ve jî baş bû ji bo demên pêş bû nimûne ku cardin xapandineke bi vî rengî çênebe. Meriv bixwaze çareser dibe, lê wexta tu nexwazî s3istem xwe bi xwe dirizîne. Yanî gelek desthilat hatin û çûn, ji ber ku nexwestin meseleya kurd çareser bibe hemû jî riziyan û çûn. Hemû bi meseleya kurdan re eleqedar e.

Argûmanên dewletê hemû li ser şerê bi kurdan pêş dikeve. Şerê tunekirina kurdan jî piştî demekê desthilatiyê bi xwe dirizîne. Lewra bi demê re hereketên mafyawarî peyda dibin, berjewendiyên tarî derdikevin pêş. Ev jî êdî di pergala dewletê de çetewarîbûnekê ava dike. Heta wiha bifikirin jî dê tim birizin. Yanî îro li Îzmirê ev bûyer çêbû, partiya kurdan digirin, mafê jiyanê nadin kurdan. Çima lewra kurd gireyeke polîtîze ne û îqtîdarê tesîr dike. Yanî kurd bi xwe îqtîdarê tayîn dikin. Desthilata îro bi nijadperestan re tifaq çêkiriye, yanî  kurdan êşandiye, êdî bixwaze jî nikare berê xwe cardin bide kurdan. Ditrse, heke ev nijadperest jî terka wî bikin dê bibe sedema tunebûna wî. Ji ber vê yekê hemû derfetên xwe bexşî çete, mafya û dizan dike. Bi vî awayî pergala xwe bi destê xwe dide rizandin. Kurd ji vê saetê şûn ve ji holê ranabin.

Heke wiha bidome, di vê zîhniyetê de bê israrkirin dibe ku hin bûyerên bi vî rengî jî çêbibin. Hêviya me ew e ku bûyerên bi rengî çênebin. Ji ber ku ew kurd bûn, çalakvan bûn, mafên mirovahiyê û mafê nasnameyê xwe xwestin ew hatin şehîdkirin.