3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwarina dibistanê

Xwedîkirin û lênêrîna zarokan ji zikê dê dest pê dike, li mal û heta serdema dibistanê dom dike. Ez ê di vê nivîsa xwe de bi tenê li ser xwarin û xwedîkirina zarokan a li pêşdibistan û dibistanê rawestim.

Di pêvajoya dibistanê de xwedîkirin û lênêrîna zarokan hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê hiş ve gelekî girîng e. Kêmxwarinî, xwarina bêvîtamînî, bêbakutî û ya bêplanî bandoreke mezin li laş saxî û geşebûna laş û jiyana zarokan dike. Li gorî zanîn û telesiyên (tecrûbeyên) bijîşk û hekîman zarok divê kêmasî rojê sê çar xwarineke bi vîtamîn, bi bakût û xurt bixwin ku bijûndar, bejndar, mezin û dilşad bibin. Zarok weke şitleke dara fêkiyê ye. Dema mirov şitlê diçîne av bide, xweşik dora wê bikole, zibil û derman bidê, ew bejn dide, gulî û şax vedike, pelên keskeşîn û kulîlkan vedike. Di demeke nêzîk de berhem dide. Lê dema ku mirov lê nenêre, av û zibil nedê û dora wê nekole, yan hişk dibe yan jî bûcirkî, çilmisî, xwar û hejar dibe û bêber dibe.

Li Ewropayê mamoste, bijîşk û dêûbav bi vê feraseta têgehîştî di dawiya salên 1800’î şûn ve, li ser xwarina dibistanê rawestiyane û gelek gotar nivîsîne, lêkolîn kirine û mijarê gotûbêj kirine. Bi taybetî li Skandînavyayê di salên 1900’î de bizavên (tevgerên) gelêrî yên ku hêza xwe ji bîrûbaweriya sosyaldemokrasiyê girtine, li ser vê mijara civakî serê xwe êşandine û xwêdana xwe malaştine. Di salên 1930’î şûn ve mamoste, pedagog û siyasetmedar li ser mijarê lêkolînê xwe hûr û kûr kirine û li alternatîvên çareseriyê geriyane. Bi lêkolînan gihîştine encamên zanistî yên tibî û psîkolojîk ku zarokên birçî bi hêsayî nikarin guhdariya dersê bikin, hewes û performasyona wan a xebatê kêm dibin. Ser û zîkê wan diêşin û nikarin konsantre bibin.

Li gelek welatên Ewropayê pêşî dêr û xaça sor li dibistanan xwarin belav kirine. Piştî demekê êdî her komun (şaredarî) li dibistanan dest bi dayîna xwarinê kirine. Pêşî kêşmekêşî û bêserûberî derketine holê û pêş wan. Dûvre her welat di tarîxên cuda de, li parlamentoyên xwe lêçûna xwarinê spartine şaredariyan. Wek nimûne li Swêdê di sala 1969’an de lêçûnên xwarinên li dibistanê kirine xaleke mufredata perwerdeyê û bûye fermî. Ji zarokxanê heta dawiya lîsê zarok li dibistanan xwarin dixwin. Lêçûna xwarina dibistanan xaleke girîng a perwerdê ye. Her sal her dibistan li gorî hejmara şagirdên xwe ji şaredariya xwe pere digire. Li her dibistanê xwarinxaneyek (mitfaxek) heye û çend xwarinpêj lê kar dikin. Ji pola yekem heta pola dawî bi dorê her roj şagird li xwarinxaneya dibistana xwe bêpere firavînê dixwin. Ji bo zarokên misilman û vejeteryan jî xwarinên taybet çêdikin. Wek nimûne menûya heftane ya dibistaneka swêdî ya sala 2012’an weha ye:
Duşem: Mirîşk, birinc û tirşik, şîr, ava fêkî
Sêşem: Goştê sorkirî, kartolên kelandî, mastê bi hinguv û ava fêkî
Çarşem: Makarna, kutlikên bi sos, şîr û ava fêkî
Pêncşem: Pasteya bi jambon, seleta penîr a nîskan, şîr û ava fêkî, kartol, şorba bi sebze, nanê genim, pasta cigerê, şîr û ava fêkî
Niha ji Japonya heta Ewropa û Amerîkayê zarok li dibistanên xwe xwarinê dixwin. Xwarina dibistanê ji xalan xaleke girîng a mifredatê ya perwerdeyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku xwarina dibistanê ne bi tenê ji bo tenduristiyê ye. Her weha ji bo hînkirin û perwerdeya xwarin û jiyaneke bi plan e jî. Zarok li dibistanê fêrî serûberiya tenduristiyê û hînî demîna adanê dibe ( hînî adeta çawaniya xwarinê dibe). Heta dawiya jiyana xwe di vî warî de dibin xwedî çandeke bi serûber, pêşketî û zanistî. Ev jî jîyana mirov bi awayekî saxlem û bênexweşî dirêj dike.

Mixabin li welatê me û li gelek welatên kolonî û paşvemayî hîn îro jî li dibistanan bernameyeke xwarinê tune. Piraniya zarokan ji sibê heta berêvarê li dibistanê bi zikê nêz û birçî di bin şîdetê de perwerdeyê dibînin. Helbet zarokên ku di bin van mercan de mezin bibin nabin xwedî jiyaneke laşsaxlemî û temendirêj. Di xwendin û perwerdeyê de jî nabin kesên pêşketî û serkeftî. Her wiha zarokên malbatên xizan û belengaz hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê hizirî ve seqet û temenqut dibin. Zarokên malbatên dewlemend xwedî derfetên gelek berfireh in. Mêzîn û hevsenga navbera zarokên van herdu çînan her diçe xerabtir û berfirehtir dibe. Li dewletên teokratîk û paşvemayî baca ku ji gel tê girtin û komkirin mixabin ne ji bo perwerde û hîndekariyeke zanistî û xizmetên civakî, ji bo şer, lêçûnên çekên giran û nûjen, xerabî û gendeliyê bi kar tînin.

Pêwîst e ku di pêşerojê de bizavên me yên gelêrî û şaredariyên me mijara xwarina şagird û xwendekaran ji zarokxanan heta lîseyê bigirin nav bername û projeyên xwe û di pratîkê de pêk bînin.