28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendina min a romana Qaqlîbazê

Sedema hilbijartina min ji romana Qaqlîbaz ew e ku berhemeke wergerandî ye, ji ber ku gelê kurd ancex bi rêya xebateke wiha çanda derdorê nas bikin û têkilî çêbibin.
Mamoste Şêrko Ebdurehman ku bi xwe mamosteyê Hunera Wergerê ye li ser vê xebatê wiha dibêje: “Werger wekî mirov çayê ji berdeqekê berde berdeqeke din, ew qasî tamsarkirî dibe.”

Îca ez werim ser amajekirina min ji vê gotina rêzdar re, dema min sernavê vê romanê xwend, herî kêm du-sê caran lê vegeriyam, ji ber ku tê nedigihaştim, ev jî bû sedem ku ez bidim nav rezê wergêr Osman Ozçelik, min da nav û digel ku wergera wergerê bû, lê ne wilo derket, çawa hoste kelpîçên xwe bi yek qalibî dibire, ramên vê romanê jî ew qasî hevgirtî bûn, di vir de tiştek heye; dibe ku min xama wê destpêkê bixwenda û bida ber a wergerandî hingî min ferq û cudahî bidîta.
Sedema duyemîn ew e ku ji rûpela destpêkê û heta ya dawî min her jibîr dikir ku lehengê romanê ne mirov e, firindeyeke, ji lewma di bin bandorê de dimam, her ji bîskekê dihat bîra min û kifş dikir ku ew jî nola me bi ziman û nîşan e.
“Dengvedana qeyîkê ya di avê de û kişandina tora masiyan, ji bo qaqlîbazan banga (taştê) bû.” (r.12)

Çawa di hindirê mirovan de hêzeke veşartî heye, her ku gavan diavêje bêhtir darîçav dibe, qaqlîbazê nivîskar jî bi yek gotinê wiha dibêje: “Di hundirê me her yekî de, Qaqlîbazek razayî heye…” (r.9)
Bawerî û şerm nekir, ne karê her kes û zindiyan e, tenê dema hezkirina li ser gihandina armancê hebe, tê afirandin. Nivîskar ramanekî qenc û hewldaneke bikeyferat li ku derê be li bejna firindeya xwe kiriye: “Hûn dizanin qaqlîbaz, tu caran naşewişin û bi vî awayî nakevin. Ji wan re mêzînwendakirina li hewa û ketina xwarê şerm e, rûreşiye.” (r.12)
Ji bo hemû zindiyan sê xalên sereke yên jiyînê hene ku ew jî: Xwe têrkirin, xwe birêxistinkirin û xwe zêde kirin e. Her xalek ji van felsefeyeke xwe heye; gelo xwe têrkirineke çawa, yan jî xwe zêdekirineke li ser çi bingehê û rêxistineke li ser kîjan ramanî. Romannivîs qaqlîbaza xwe li ser fikr û felsefeya bidestxistina azadiyê ava kiriye, ev jî gotina Krîshnamûrtî ya: “Serhildan bertek e, lê azadî ne bertek e.” diteyisîne: “Piraniya qaqlîbazan nakevin tatêla hînbûna teknîkên bingehîn ên firînê. Ji wan re yek wateya firînê heye: Bidestxistina xwarinê û vegera perav. Ji wan re ya girîng, ziktêrkirin e, ne firîn e. Belê ji bo Qaqlîbaza Jonathan Livingston ya girîng firîn bû, ne xwarin bû. Beriya her tiştî ew, dilketiyê firînê bû firîna jortirîn.” (r, 12)

Serkêş û lehengên banga azadiyê dikin, teqez ne ji bo werin xelatkirin, ji vê zêdetir hewldana avakirina civakeke nebaskokirî dikin; qaqlîbaz ji vê tarxandinê ne dûr e, bi yek hevokê dibêje: “Tu caran ez li xelatkirinê nefikirî me, armanca min ne serokatî ye. Daxwaza min hevparkirina tiştên ku ez hînê bûme, ye. Min dixwest ez deriyê asoyê balûpal ji me qaqlîbazan re vekim.” (r, 23)

Ne her zindî ji ser rêya şaş vedigere û li xwe digere, dema dibe jî, bêguman ne refleks e, lê belê lêgerîna li rastiyê ye, Qaqlîbaza Jonathan ev rêbaz jî şikand. Qêriya: “Ev serê hezaran sal in ku, em li pêy serê masiyan dibezin. Bes îro, ji bo jiyanê armanceke me ya din jî heye; hînbûn, azadbûn û himbêzkirina nûjeniyê.” (r, 25)
Bi derbirîneke sade û ji hinavên baweriyê qaqlîbaz vegera li pergal û cihê berê red dike, ne tenê ev, belê dinirxîne û li ser ramanên xwe bi xwîneran re derdibirîne: “Jonathan, demeke dirêj bêriya dinya ku ew jê hatibû, nekir. Ji ber ku ew dinya, dinya qaqlîbazên ku çavên xwe li ber dilgeşiya jiyanê girtî û yên ku baskên xwe tenê ji bo bidestxistina xwarinê diçirpandin bû.” (r, 37)

Rast e, bi çandinê re xwêdan bi eniya cotkar dikeve, lê bi tovên kêrhatî re rûkenî zora qermîçokên westindina ji bêrê dibe, ev yek ji bo xwestek û armanca zelal derbasdar e, hele hele dema ku mirov çêja keda xwe bike: “Gava ku tu bizanibî tu ê çi bixwazî, tu ê biserbikevî. Êdî dora bikaranîna tiştên ku te bidest xistiye…” (r, 45)
Perwerde û şîretkirina li ref ji karê sazker, avaker û mîmaran e, bêyî ku hilberîneke baş berhev bikin ji wir nafirin, qaqlîbaz refên xwe yên mayî wiha bifirê dixe ku qet û qet li rêya poşmaniyê nezîvirin û baskên xwe neweşînin: “Chiang, ji rojan rojekê ji ber çavan wenda bû. Beriya ku veqete şîret li şagirtên ku li dora wê civiyabûn kiribû. Ji wan her yekî re qala; hînbûnê, devjênegerandina tiştên ku ew hînê bûne, bi sebr û bi înad xebata gihîştina jiyana nexuyayî kiribû. Li ser van tiştan bi girîngî rawestiya bû.” (r, 45)
Qaqlîbaz banga mafên rewa dike ku ji mafên her teyr û tilûr û zindiyan e, lewma tiştên pûç û vala li pey xwe dihêle û jiyaneke wiha rind û delal bi xwe re radike: “Jonathan qala tiştên pir basît dikin, ji qaqlîbazekê re firîn mafekî xwezayî ye. Azadî jî, parçekî hebûnê ye. Adet û baweriyên vala û çi tiştên ku azadiyê kêm dikin, divê mirov rahêjê û bavêje.” (r, 65)
Çawa ku mirov bi pirsê digihêje xursê, ji bo qaqlîbaz jî heman tişt e, bi liv û lebata xwe digihêje armanca xwe: “Jonathan şaşbûyî pirsî: Çima di dinyê de karê herî dijwar, pêbawerdankirina azadiya çûkekê ye? Bi hinek hewldan û xebatê, dê azadiya xwe bidest bixistina. Çima em wisa zehmetiyê dikişînin?” (r, 70)

Puxte

Mînak û fikrên ku dihiştin ez qaqlîbazê teyr jibîr bikim, di bin bar de bimînin û civaka îro li ber çavên min here û were, pir in ne ramanek û ne dudu… nivîskar bi qasî derd û kesên îroniya xwe, kirasekî bedew li qaqlîbaza xwe kiriye ku mirov qet û qet bîr nabe ku li bejna çûkekê kiriye.