13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî di roja heftemîn de berdewam dikin

Di roja heftemîn de xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina ciwana kurd Jîna Emînî bi destê ‘polîsên Exlaqê’ berdewam dikin. Di roja heftemîn de li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê bi şev di navbera xwepêşadêr û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn û tevî tundiya polîsan xwepêşandêran gav bi paş de neavêt û bersiva êrîşa polîsan dan. Li bajarê Aşnoyê jî xwepêşandêran êrîşî navendeke polîsan kirin, her wiha xwepêşan gihan Tebrîz û Ahwazê jî.

Ji bo çavtirsandina xwepêşandêran Wezareta Istixbarata Îranê daxuyaniyek da û tê de got ku tevlêbûna xwepêşandanan tiştekî derveyî qanûnê ye û kesên ku tev li xwepêşandanan bibin dê werin cezakirin. Di daxuyaniya wezaretê de ji ber tevgerên li dijî nirxên şoreşa Îranê di van xwepêşandanan de tên kirin nabe ku gel tev li van xwepêşandanan bibe.

Bi berfirehiya xwepêşadanan re rejîma Îranê astengiyan di têketina internetê de jî çêdike. Di vê der barê de koma  NetBlocks ku çavdêriya birîna internetê dike da xuyakirin ku roja pêncşemê qutbûneke nû ya internetê li ser malpera tweeterê pêk hatiye.

Li paytext Tehranê jî xwepêşandêran agir bi 2 navendên polîsan û hin wesayitên polîsan xistin. Metirsiya rejîma Îranê ew e ku xwepêşandanên wekî yên sala 2019’an çêbibin ku tê de derdora 1500 kesan hatibû kuştin.