2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şewat

Dilşewat, dilê min dişewite, şewitî… çiye şewat, şewitîn an şewitandin..!

Îro dilê min pir dişewite û hestin bêyî min dibarin ser dil, mîna baranê…

Dema ku mirov ji yarê vediqete, an jî “xiyanet” dilê mirov, na wele kezeba mirov dişewite.

Ma jixwe evîn bixwe dilşewitandin, na wele malşewitandin e. Lê ev şewat xweş e, mirov dikemilîne ku ji dil û li ser heqîqetê û dualîbe mirov dibe mirov, dibe însan. Ma hewceye ez qala şewata dil, yanî qala evînê, qala bengîniyê bikim, ma ne dilê me tevan bi wê şewatê perpitiye û qet aram nabe. Herê dilo, malxerabo, malwêrano, bêhiş û bêaqilo… Na wele ji evînê har û rûgeşo. De bila bijî dilê tije evîn! Her bijî dilê geş, dilgeş…

Yanî dixwazim bibêjim şewat têgiheke piralî ye, wek her têgihan, lê dualiya wê derdikeve pêş.

Ka em dîrokî, zîndewarî, mîtolojîtî bifikirin; şewat baş e. Her tiştê ku dişewite, dibe arî, pak û paqij dibe, ji qirêjiya xwe xelas dibe. Lewra ax paqijiyê dixwaze û her tiştî baş diafirîne. Ew arî îca tovê hebûnê diafirîne, lewra arî û ax heman tişt û bira ne û bi ar re jî, ev “ar”ê ku carinan dibe xisleteke xweş; ar, fedîkirin û biwijdan û namus, wek hozan dibêje, “çiyayê bilind warê me ye / ar û namus barê me ye…” jixwe bêarî xerabûna vê xisleta mirovîn î qedirbilind e.. Her tiştê arî pak û paqij e, baş e, qenc e, rind e. Ma ne ji bo vê  ye ku beşek mirov cendekê miriyê xwe jî dişewitînin ku pak bibe, ruh ji qirêjiya xelas bibe. Tew tê bîra min cil, firaq bêje hema her tişt bi ariyê dihatin şûştin, digotin her tişt bi ariyê paqij dibe, wisa digotin bav û kal dê û pîrên me. Ne neheq bûn jî. Hê modernî nehatibû, dermanê firaqşûştin û cilşûştinê ên zanistî-modernî derneketibûn. Ne ku li hember zanistê me, qala heqîqetê, qala rastiyê dikim. Hilbet ku zanistî ne di destên serdest û xwînmijan de be, hêja û divêtiyeke jiyanî ye. Neyêser…Hiş ku digot arî paqij e û bi ariye şûştin her tiştî paqij dike, payebilind bû, ev mesele çû heta qewmê arî, lê şorkirina wê bû bela ew tiştekî dinê. Jixwe çi tiştê ku şor dibe, xera dibe. Niha çi tiştê qilêrî, ne baş, ji keviran bigire heta tişt, mişt û alavan ku tê şewitandin pak dibe, tew niha civakên pêşketî ji vê şewatê  gaza xwezayî, ceryan(elatrîk), avgermî û lazimiyên civakê yên bingehîn bi dest dixin ku nayê înkarê û ne dûrî aqilan e. Baş e. Yanî şewatek heye ku qenciyê, başiyê, rohnayiyê dide dest. Tişta ku tê şewitandin ango çalakiya şewatê mirovan ber bi aramiyê dibe. Pir dirêj bû, de hûn ê bibêjin bitemire û razê, ev ji ku ve niqutî mejî yan jî dilê te, de bila bi ya we be û îşev bes…

De va bû sibe, şewata hiş û dilê min naqede.

Îca şewat an şewitandina zirara ya ku zirarê dide mirov, civak û xwezayê heye ku hişê mirov serobin dike. Însan ango mirovê biaqil ku serdest be, her tiştên bindest dişewitîne, dibê bila tiştek jê nemîne û ku serî li ber min raneke, ma ev wijdan e gelo, ma ev karê mirovan e, ez dimînim şaşwaz; dîrok, welat, ax, war, beden, dil…Bibêje her tiştî. Şewata ango şewitandina dîrok, berhem, war, hebûn, ziman û pirtûkên bindestan… Şewitandina pirtûkxaneyan mîna yên Hurrî, Sasanî, Kardoxî, Eylamî Îskenderiye, Bexdayê weke van gelek… tew cendekê mirovan kirin arî ku qaşo bila îşaret jî ji wan nemîne. Lê rastî, heqîqet ekse û tu şewat ango şewitandin nikare rastiyê ji holê rake, şewitîn nabe bend û asteng, tu tarîtî nikare bibe astenga rohnayiyê.

Ji ber vê şewitandina mirovan mîna bûyera Sêwasê, ya Sînemaya Amûdê yan jî ya pirtûk û dîroka bindestan belkî hişmendiyê kûr û zane dike; gel, milet, civak rastî mîna gelê kurd ji xweliyên xwe diwelidin, ji xweliya xwe dizên, ji ariya xwe diafirin, candar dibin, dibin xofa serdestan û mijokdaran a xwînmijan. Minak îro jî gelek in û ya herî zindî şewitandina daristanan e ku xwezayê jî xera dike, diherimîne, lê hişmendiya azadiyê xurt dike. Car de şewatê ji neyîniyê berê xwe da erêniyê. Herê lo şewat baş e.

Bila ez bişewitim ku azadî geş bibe, mîna agirê Newrozê yê ku gelek beden şewitandin û bûn rohnayiya azadiyê… Lê wele şewata her dar, ber û kulîlkekê ku di daristanan de yan jî canlidarên mîna balinde û ajalan jî dişewitin, dilê mirov dişewitînin, dil namîne. Şewata kewa gozel, kevok xezalek narîn ya gakoviyekî ma çawa dil nasoje. Dilê ku nasoje, bêîman e. Îmana mirovahiyê pê re tune. Carinan ev şewat dibe mirin bixwe, binêrin bê ev ji dilê Berken Berehê êvîndar çawa bilêv dibe;

“Ger hûn bixwazin

Binasin mirinê

Li baskên kulingên koçber binihêrin

Bêhna şewatê tê ji wan”

Tew mirovê xwedî wijdan ku li qoziya, qorziya kolanekê stûxwarekî/ê dibîne, ma dilê ku neşewite neke kizîn, dilê mirovan e! Lê êtîmî, bêkesî, stûxwarî bi hişmendiyê dibe hêz û serî radike û serîhildana wisa qet têk naçe ji Hallaçê Mansûr, Babek, heta Şêx Bedrettîn, ji Dêrsim Cûdî û Botan heta şewata dilê dayikan, şewata dilê Mazlûm ku dibe sê niftik û ev hêza azadiyê diafirîne, xurt dike. Zimanê hovîtî û şewatê, şewitînê tuneye. Bi her zimanî hovîtî li dar dikeve, mejî û dil warê hovîtî û şewatê ye, lê ez dibêm warê şewatê bêtir dil û hilbet wijdan e.

Jiyan valahî ye. Mirov bi çand, ziman, xwestek û hebûna xwe vê valahiyê dadigire, bi wate dike, watedarkirin di destên mirov de ye. Şert , merc, erdnîgarî, rewş, serdestî, bindestî, bawerî… Û her wekî din, dibe xwepêkanîna mirovî û wisa bi dilê xwe, bi dil û mejiyê xwe jiyanê dixemilîne, dadigire û bi wate dike. Hovîtî, şewat, wijdan û hebûn wisa bi cil û berg dibe, lê mirov bi qasî wijdanê xwe li vê valahiyê, liv ê gerdûnê, li vê xwezayê cî digire, ka ku alîkarê çi be; serdestî, bindestî yan jî azadî!

Vaye îro di sêqoziyekê/sêqorziyekê de me;

Berê min li rojê; li milê rastê li ser rêya Dengiza-Ewîna, qaşo şantiyeya qonqasorê; sermayedarî, sermayedariya hov, mêtingerî li ser kar e; bênavber dikole xaka welêt, dişikîne, diherifîne, kedê vediguherine kedxwariyê, dengê compresorê ne teht û lat û keviran, dilê min dişikîne, dişewitîne, dihêre. Xwîn diherike ji vî destarê hov, dûxan difûre ji mejiyê şewitî…

Li milê çepê, ber bi Stewrê ve, Malbata Kirîmo ji koçberiyê mala mele ji xwe re kirine star, xwe avêtine bextê camiyê. Mirov li ser xaka xwe koçber û bêstar, malwêranî… Mêtingerî tiştekî wisa ye, bi xetekê bira-xwişk dibin biyanî, her yek li welatekî, şewta dil dibe kilam, “em ne serxetî û binxetî ne…” dil aliqiye li diriyekî ser mayînê, her dişewite û dûxana wê şewatê li qaşo du welatan belav dibe û li asîmanê welatekî dibe sûretê Arîna Kobanî.

Ku li pişt xwe dizîvirim; rêya Mêrdîn û Ferha, Xaltîka Ferhaya hişwenda; ma şewata vê kezebê, ev êş mirov dîn neke ew ê çi bike, aliyekî dil pakrewanê berxwedêr ku navê xwe jî negot û hoviyê ew ji asîman diyarê xakê kirin, aliyekî dil paşverûtiya civakê kêç kir pêgirtiya edoqewman bû şewat li Girê Şêran, tew xizanî, bêxwedîtî li ser vê xaka bihuştîn, de dilo rake vî barî. Mam gêjika ser rêyan. Ne hiş maye, ne aqil. Ev e şewata mirovîn!

Va ev e jiyan. Bi tenê me. Tenê mam li bextê asîman; şewta dil bi axînî dûxanê berjor li ba dike ax, evîn û hêvî!

Herê yarê, dilbiharê, war kulîlkê ma ku her tu dişewitî , hal bi min re dimîne! Ew zinarên ser bilind, ew çiyayên rûspî ku bedena wan, dar, ber û şalûr û bilbilên wan dişewitin ma nagirîn û hêstirên wan nabin ava Zê, Tîjle û Ferat ên  bipêlên azadiyê. Wele ne dil bi min re ma, ne kezeb… Herê Welato..!

Bila peyv ji devê Jana Seyda bibin pizot û bibarin;

“Mistek baran

ji zivistana çavên xwe

bide min

da îşev tîbûna umrê xwe

bi meya evîna te bişkînim

Dayê

bêhna şewatê

ji lorînên te

dihatin

û Amûdê

weke pêteke agir

di payîzeke bêbext de

diçirisî”

Bi hêviya jiyanek bêşewat û bêdilşewatîn…