spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwîna diherike ne reş û spî ye

Ciwan Nebî

Bajarên reş û spî, bi agirê cengê wêran dibin. Toz bi ezmanan dikeve. Mirov qîr dikin û dayikên ku zarokên wan di hembêza wan de direvin. Hewil didin xwe bigihînin qiraxên jiyaneke reş û spî.

Ev dîmen ji belgefilmên li ser cengên cîhanî di bîra min de bûn. Herdem, hest dibûm ku ceng reş û spî bû. Bi dawî bûn dema rengên din derbasî jiyanê bûn. Min ji xwe re digot û bawer nedikir ku rojekê cengên rengîn bijîm. Birayên xwe, dostên li ber dilê xwe delal qurbanên cengê bibînim.

Şer, me, bajar û kolanên me li ber xwe dibe. Xwîna ku diherike ne reş û spî ye. Xwîna me ne wekî ya di filman de ye. Xwîna me rengîn e. Tiştek weke şer hişk tune ye, bi qasî nivîsandina wê. Belgekirina wê ya bi kamerayan kişandina dîmenên ji şerê Dêra Zorê reviyaya bûn. Ji topbaranê, gihiştibûn çola Eyn Îsayê. Li wir sî tunebû ku bêhna zarokan a çikiyayî li wan vegerîne. Li ser erda bi agirê roka havînê raxistî xwe ramedandibûn.

Çi bû li Dêra Zorê?

Min ji hevkarên xwe re digot kesên ku hevdîtinê li gel dikim, tiştekî din ji xeynî bersivên pirsên me dibêje. Min lêbûrîna xwe dixwest û pişta xwe dida wan weke ku bi pirseke din biramim. Min hêsirên xwe zuha dikir, xwe dida hev û vedigeriyam.

Ev çend sal in jiyanê ruyê xwe winda kiriye? Em tiştekî nakin, bi tenê li wê digerin, li tiştê ku dibe.

Zarok li kampan, bi awayekî din li dijî cengê radibin, sixêfan dikin, ruyê xwe ji kamerayê vedişêrin û direvin. Weke ku dema wan tune be di şûna jiyana din de, ku diyarî wan bûye. Dûrî lîstik û malên wan ên fireh, di bin konekî de ku hemî welatê wan yê mayî.

Mirov hêviyên wan yên din hene. Li aliyê Reqayê, di şerê rizgarina bajar de ji DAIŞ’ê, ciwanekî karker di nanxaneyekê de li ser xewnên xwe axivî û got: “Ez vegerim malê û endamên malbata xwe himbêz bikim, bihejimêrim, bêyî ku kesek ji wan hatibe kuştin, an revandin, ku nanê nanxaneyê di heman rojê de bi dawî bibe. Bi hêviyeke ku xelkên bajar vegerin, jiyan vegere.”

Ciwanê karker li ser xewna xwe, weke ku bi aveke germ serê xwe bişo diaxivî. Destên xwe bilind dikirin, dîmen, bi hemu hûrbîniyan pêşkêş dikir. Di kêlîkekê de weke ku gotin bi paş bikeve li hemberî axaftina nerînekê û razên zîv di çavan de.

Ciwanê karker li nanxaneyê li ser xewnên me hemiyan diaxivî. Kêlîkeke hedanê ku em bijîn, sibeheke bê tirs ji teqînan, ji dûrketina kesên ku em ji wan hez dikin.

Ez di cengê de gulan rengîn dibînim, di filman de li ku bûn?

Ez, bêyî ku hay ji xwe hebim nema pirtûkan dikirim. Bi gurmîna balafiran re ez ê nikaribim rahêjim wan û birevim. Ez ê nikaribim wan li paş xwe bihêlim, tiştekî din gerek e ji xeynî pirtûkan, ez nuha vegerim malê û ruyê xwe bişom, destê dêya xwe ramûsim, bi zarokan re bilîzim, pirtûkeke di dilê min de, ku pel bi pel bixwînim, dema li ser ban li stêrkan binihêrim, nameyên li ser telefonê bersivên wan bidim, dîwar bi dîwar vegerim.

Gerek e nuha fêr bibim korbûnê, destê min fêr bibin ku biaxivin weke helbestan, weke gotinên ba di guhên daran de li çepî helbestan.

Li vir nema tiştek radihêje navê xwe, wateya xwe, li rêyên ku hatin îro ji xwe ketin, ez jî ji destê xwe, jiyan ji dilê min.

Şer li Serê Kaniyê dest pê kir. Li wir ku pelên dawî ji me weşiyan, ku Yûsiv cara dawî di wêneyekê de li me nihêrî, cara dawî, di nameyekê de ji me re digot ‘Ez ji we hez dikim û çavên we yek bi yek radimûsim. Yûsiv nameyeke din birê nekir, ez ê çi bikim ji çavên xwe?

Ceng tiştekî din e. Ji mirinê wêdetir, nuha weke mînak dengê ambulansan tê. Bi lez derbas dibin. Rehtbûna ku dengê ambulansan bibihîzî, bi tenê, di tariyê de, dengê guleyan, di cirîdeya bi ambulansan re, ez dixwazim vegerim, reng, stran, kolan û rêyên xwe.

Weke mînak nuha bi zaroktiya xwe diramim, ku dem vegere, ez vegerim sibehên zaroktiya xwe. Li ber dîwarên ku havînan sî ya wan hêvî, ceng mirovan kal dike, li bîra min tê weke van bajaran ciwan bûm berî deh salan. Pêketî bûm berî ku ceng li van bajaran pêkeve. Agir bi hemî rengan bixe û min vemirîne komek xwelî, di hundirê min de qewîtiya rengan, nameyên cengê, kê reng spartin wateyê di tariya cengê de?

Kê tarî guhest weletekî ku keskesora rengan?

Li min nayê ku nuha rabim. Em radibin dema ku xatir dixwazin, diçin, berûvajî xwazayê. Yê min ez rûniştim û min xatir xwest, li cihê ku li aliyan binerim min her li paş xwe nerî. Kesên ketî bi çûnan naramin bi qasî ku dixwazin vegerin. Kesên ketî di rêya ketinan bi ketinan rizgar dibin, li ku ne yên ku em bi hev re radibûn?

Li ku man rangên rabûnê yên ku ji çarçewa tabloyê?

Ceng rengê herî henteş e ku li hemî pencereyan dibare. Hewil didî kêlîkekê bigirî, kêlîka girtina kêlîkê û cenga ku derbas dibe girtinê, ber bi hêviyeke te de ku rengekî li wateyê vegerînî, li xwe, li pencereyan. Sibehan bi dengê civîkan dest pê dikir, li ser  şaxên daran, reng û bedewiya daran.