2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ya tê darizandin rastiya gelê kurd û daxwazên gel in’

Di danişîna parlamentera HDP'ê Semra Guzel de biryara berdewamiya girtinê hat dayin. Semrayê got:"Ya tê darizandin rastiya gelê kurd û daxwazên gel in."

Derbarê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de di 2017’an de lêpirsîn dest pê kir. Piştî hinek wêneyên di dosyayê de yên derbarê Semra de ji çapemeniyê re hatin servîskirin şûnde destnedayina Semra Guzel hat rakirin. Danişîna doza Semra ya di 3’yê Îlonê de hat girtin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Semra, parêzerên wê Rezzan Gezer û Eylem Arzu Kayaoglu ji Girtîgeha Jinê ya Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Gelek parêzer û Namzetê Partiya Çep a Kesk a herêma yekemîn a Enqereyê Emirali Turkmen jî tevlî rûniştinê bûn.

Di 3’yemîn celseya rûniştinê de piştî tespîta nasnameyê Semra ji bo parastina xwe mafê axaftinê girt.

Semrayê bal kişand ser erdheja Mereşê û got wê gelekî dixwest ku li Mereşê li ba gel baya. Semra da zanîn berpirsên vê yekê nayên darizandin û got ger ne sîstem û nelirêtiyên vê sîstemê ba wê ev tiş neqewimiyan.

Her wiha Semrayê got:”Ya tê darizandin rastiya gelê kurd û daxwazên gel in. Sedema girtinan yek jê hilbijartin e. Ev berhema zihniyeta yekperest e. ”

Meqama dozgeriyê biryara dewamiya girtina Semra da.

Parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ev doz bi kampanyaya linçê ya siyasî hatiye vekirin û got ji bo darizandineke adîlane divê muwekîla wê bê berdan.

Biryara dewamiya girtinê hat dayin

Heyeta dadgehê biryar da ku li şahid Huseyin Dogan di pêvajoya pêş de bê guhdarkirin û biryara dewamiya girtina Semrayê da. Rûniştin taloqî 14’ê Tîrmehê hat kirin.