spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa Ked û Azadiyê biryara xwe ya dawî da

Tifaqa Ked û Azadiyê bi daxuyaniyek nivîskî bang li hemû alîgirên tifaqê kir ku di hilbijartinên parlamenteriyê de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û di hilbijartinên Serokkomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”

Tifaqa Ked û Azadiyê li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê yên parlamenteriyê û serokkomariyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyanê de wiha hat gotin: “Di nava şert û mercên krîza piralî ya civakî, aborî û siyasî de Tirkiye di nava hilbijartina herî girîng a dîroka xwe de ye. Gelên Tirkiyeyê li gel zor û zehmetiyên vê krîza piralî, li gel zexta siyasî û şert û mercên newekhev ên propagandayê, têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina paşerojê di dengdana 14’ê Gulanê de dixwaze bi ser bixîne. Kevneşopiya gelên Tirkiyeyê û bindestan heta niha li hemberî feraseta faşîst û otorîter rêya berxwedanê û serketinê hîn kiriye û bi rêxistin kiriye.

Weke ku tê zanîn, şoreşger, demokrat û bindestên gelên Tirkiyeyê bi navê Tifaqa Ked û Demokrasiyê de li hev kom bûne. Me biryar dan ku di hilbijartinên Serokkomariyê de namzet nîşan nedin û di hilbijartinên parlamentê de jî di bin sîwana tifaqê de tevlî bibin.

Di vê pêvajoya diyarker a siyaseta Tirkiyeyê de hem ji bo bicihanîna wezîfeya xwe ya dîrokî, hem jî ji bo paşeroja nifşên nû, me biryar dan ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di vê çarçoveyê de di hilbijartinên serokkomariyê yên 14’ê Gulana 2023’an de me biryar dan ku piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû û em vê biryara xwe bi raya giştî re parve dikin.

Divê bê zanîn, di vê hilbijartina herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bidestxistina serketinê ya li dijî faşîzmê ne tenê qezençkirina hilbijartina serokkomariyê ye. Yek ji qadên herî girîng ên ji bo lawazkirina faşîzmê Meclîs e û girîng e serwerî li ser meclîsê bê çêkirin. Ji bo vê jî em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku di hilbijartinên parlamenteriyê yên 14’ê Gulana 2023’an de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Yekane rêya temsîlkirina bindestan a li parlamentê ew e ku wan di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de li hev kom bikin û li parlamentê bikin xwedî mafê gotinê, erk û biryarê.

Em bang dikin ku di hilbijartinên parlamenteriye de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê, di hilbijartinên Serokkomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”