8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên hilbjartinê li Awûstralya û Kanadayê didome

Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk li Awûstralya û Kanadayê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne.

Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên Bakurê Kurdistan, Tirkiye,  li Awûstralya û Kanadayê didomîne. Her wiha xebatên perwerdekirina erkdarên ewlekariya sindoqan jî bi dawî kir.

Kanada

Li Kanadayê Partiya Çep a Kesk li herêmên Toronto, Montreal, Ottawa û Vancouverê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Xebatên ku bi diyarkirina navnîşanên hilbijêran û çêkirina qeydên nû yên hilbijêran dest pê kirin, di medyaya dîjîtal de wekî agahî û serdanên hilbijêran dewam dikin. Bi armanca hilbijartinê li gelek cihan civîn û şahî hatin lidar xistin. Ji bo hilbijêr bibin ser sindoqan û van xebatan koordine bikin, amadekarî hatin kirin û wesayît hatin kire kirin.

Ji bo şopandina hejmartina dengan û misogerkirina ewlehiya sindoqan jî pêvajoyên perwerdeyê yên çavdêran bi dawî bûn.

Awûstralya

Dengdana hilbijartinên li Awûstralya dê di 29’ê Nîsanê de dest pê bike û di 7’ê Gulanê de bi dawî bibe. Li bajarên Sydney, Melbourne û Canberrayê wê sindoq bên danîn. Di nava hefteyê de 2 û di dawiya hefteyê de jî 3 sindoq, bi giştî 5 sindoq wê bên danîn.

Komîsyon hatin avakirin

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Awûstralyayê di 13’ê Adarê de hatin cem hev û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Pêkhateyên koordînasyonê pêwîstî û daxwazên hemû hilbijêrên mûxalîf nirxandin û li ser vê bingehê bi avakirina Komîsyona Tomarkirina Hilbijêran, Komîsyona Veguhastinê, Komîsyona Têkiliya bi Komên Cuda yên Etnîkî û Baweriyê û Komîsyonên Çalakiyên Civakî re xebatên hilbijartinê meşandin.

Derfeta veguhestinê hat avakirin

Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ve hatin dayîn, li ser malpera Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) lêpirsînên qeydkirinê hatin kirin û li ser qeydkirina kesên ku di lîsteyên hilbijartinê yên biyanî de nebûn xebatên qeydkirinê hatin kirin. Di çarçoveya van hewldanan de, wesayît hatin veqetandin ku hilbijêrên li deverên dûr (Wollongogng, Newcastle û Griffith) bînin konsolosxaneyê û wan qeyd bikin.

Avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd di dema qeydan de her tim vekirî bû û kesên ji aliyê komîsyona hilbijartinê ve hatibûn wezîfedarkirin, li vir alîkariya hilbijêran kirin.

Ji bo dengdêran wesayit amade ne

Koordînasyona Hilbijartinê ya Awûstralya ya Partiya Çep a Kesk ne tenê di dema qeydkirinê de ji bo dengdêran derfet peyda kir, di heman demê de karûbarên veguhestinê jî peyda dike. Ji bo dengdana ku wê di 29’ê Nîsanê de dest pê bikin wesayît hatin amadekirin. Wesayîtên ku amade ne dê hilbijêran her roj du caran bibin ser sindoqan.

Wekî din, Koordînasyonê bi hevkariya Platforma Demokrasiyê ya Sydney (SDP) ku ji hêla partî/komên din ên muxalîf ve hatî avakirin, ji bo hilbijêrên li navçeyên Blacktown, Granvill û Marylandê bişînin ser sindoqan wesayît hatin veqetandin. Ev wesayit wê rojê du caran hilbijêran bibin ser sindoqan.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Awûstralyayê, bi hevkariya Platforma Demokrasiyê ya Sydney, di çarçoveya çalakiyên propagandaya hilbijartinê de xebatên ji bo agahdarkirina dengdêran bi awayê pirs û bersivan li ser medyaya dîjîtal û platformên din ên medyayê pêk anîn.

Gelek çalakiyên civakî hatin organîzekirin

Koordînasyona Hilbijartinê ya Awûsturalya wekî beşek ji xebatê hilbijartinê, ji bo dengdêran gelek çalakiyên civakî organîze kir. Civaka Kurd a Demokratîk a NSW şîva fitarê organîze kir. Civînên gel jî hatin lidarxistin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji bilî serdanên hilbijêran şeva piştevaniyê ya bi Partiya Çep a Kesk re û çalakiya seyranê hate lidarxistin. Di çalakiya Şeva Piştevaniyê ya Partiya Çep a Kesk a li Lidcombe de pêk hat, Serokê Yekîtiya Awûstralya yê CHP, Tifaqa Sosyalîst, PEN’a Navneteweyî ya Sydney, Civaka Tamîl û Yekîtiya Misilmanên Sydney KOKNÎ, nûnerên kom û civakên cuda yên Awûstralyayê jî amade bûn.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Awûstralya wê li navendên dengdanê li ser sindoqan wezîfedarên xwedî mafê îtirazê amade bike. Her wiha xebatên amadekirina çavdêran li ser hemû sindoqan jî bi dawî bûye. Ji bo çavdêran pêvajoyên perwerdeyê hatin meşandin.