6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ev hilbijartina man û nemanê ye, xebat bê navber didomin

Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetan serdana gel û dikandaran kirin, şahî li dar xistin û banga beşdariya mitîngên Aydin û Mûglayê hat kirin.

Partiya Çepên Kesk amadekariyên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê hem li Kurdistan hem jî li Tirkiyeyê bê navber didomîne. Îro jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên xwe berdewam kirin.

Di çerçoveya xebatên hilbijartinan de rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê li gel namzetên xwe yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî li navenda Semsûrê, navçeya Sergolan, Kolik û Besniyê serdana gel kirin.

Namzet Alî Kenanoglû û şandeya li gel wî serdana Kilîseya Mor Petrus û Mor Paulus ên li navenda Semsûrê kirin û piştre jî li navendê serdana dikandaran û gel kirin. Li dikandaran û welatiyan belavok belav kirin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin. Her wiha şande ji aliye gel ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Namzet Îzzet Karadag û Meryem Cerîtlî jî çûn navçeya Sergolanê û serdana gel û dikandaran kirin. Li wir şande belavok belav kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên ji ber erdhejê li welatiyan guhdar kirin.

Her wiha namzetê Bulent Çinar û Yuksel Yucedag jî li navçeya Kolikê serdana gel û dikandaran kirin.

Farqîn

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê jî tevî operasyona girtin û binçavkirina jî xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk li Cadeya Lîseyê ya navçeya Farqînê buroya hilbijartinê vekir. Namzeta partiyê Adalet Kaya, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li vekirina buroyê bûn.

Adalet Kaya di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku Farqîn her tim cihê şaristanî û berxwedanê bûye û ji bo têkoşîna azadiya kurd cihek girîng e û got: “Farqînê li ber polîtîkayên yekperest û faşîstê qet serî netewandiye. Ev hilbijartin ji bo me hilbijartina man û nemanê ye. Ev hilbijartin hilbijartina şandina vê zîhniyeta faşîst e. Em gelê kurd dikarin li ber vê zîhniyetê rabin û biguherînin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi awayek xurt biçin Meclisê.”

Piştî axaftina Kaya, nûnera MEBYA-DER’ê Layihe Arşîment helbesta bi navê “Farqîn” xwend. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Aydin-Mûgla

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Aydin û Mûglayê dê sibê mitîngên hilbijartinê li dar bixin. Rêxistinên her du bajaran jî ji bo beşdariya mitîngê li navendên bajêr û navçeyan belavok belav kirin û xwestin dikandar û xelk tev li mitîngên wan bibe.