19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salekê de gihiştin asta belgedayînê

Di pêşerojê de çend  projeyên me hene. Ji bo zarokan atolyeyek dê bê vekirin. Dîsa ji bo zaravayê soranî polekê vebe. Ji bo sînemaya kurdî filmên werin danîşandin. Li ser wêje û folklora kurdî atolyeyên werin vekirin

Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê (Anka Dîl Kültür Sanat Derneği ) ( ANKA – DER)  li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê xebatên ziman, çand û hunerê pêk tîne. Komele salek e ava bûye û kursên ziman li dar xistine. Di rojên derbasbûyî de kursa wan dawî bû û komeleyê belgenameyên kursê li şagirtên ku beşdarî kursê bûbûn belav kirin. Ji boneya xebatên komeleyê û belgenameyên kursê hevserokê komeleyê Mehmet Zekî Gonuldaş rojnameya me re axivî.

Di destpêkê de hevserokê komeleyê Mehmet Zekî Gonuldaş diyar kir ku komele ji bo valahiya Kurdî-Derê dagire ava bûye û wiha got: “Navê komeleya me fermiyetê de Anka Dil Kültür Sanat Derneği ye. Bi Kurdî jî Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Ankayê ye. Komeleya me di sala 2022’yan meha gulanê de ava bû. Piştî ku di sala 2016’an de Kurdî- Der hat girtin nêzî şeş, heft sal li Enqerê komeleya ziman tune bû. Ji ber wê jî vekirina komeleya ziman girîng û pêvist bû”.

Mehmet Zekî Gonuldaş ji bo navê Ankayê diyar kirk u wateya vejînê de ye û wiha dewam kir: “Bi taybetî navê Anka yê wekî hûn jî dizanin navê teyrekî efsaneyî ye. Wateya wê jî ji bo me vejîn e bi kurtasî”.

Mehmet Zekî Gonuldaş der barê xebatên komeleyê de anî ziman ku komele xebatên çandî, zimanî û hunerî pêk tine û wiha derbirî: “Komeleya me wekî ku navê xwe de jî diyar dike, xebatên atolyeyên ziman û hunerê dike. Dersên hunerê yên temburê, gîtarê, erbanê û wêneyê tên dayîn. Di dersên hunerê de, der heqa dîrok û çanda kurdan mijar tên dayîn. Mehê carekî em şevberka dengbêjan çedikin. Ji bo rojên taybet em bernameyan li dardixînin, weke  15’ê Gulanê roja cejna zimanê kurdî, şeva Yeldayê, 21’ê sibatê û atolyeyên axaftina kurdî pêk tînin. Di hêla muzîkê de jî me komeke weke koro ava kir. Weke kilamê heremî, yên gelerî yên dengbêjan bi bîr tînin û didin pêşkêşkirin. Bi kurtasî em bi taybetî li ser zimanê kurdî û çanda kurdî disekinin”.

Gonuldaş da zanîn ku kursên zimanê kurdî dimeşînin û a niha zaravayê kurmancî û kirmanckî bi du zaravayên kurdî xetên kursan li dar dixin û got: “Nêzî salekê ye em xebatên xwe yên ziman dimeşînin. Kurmancî; asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn, kirmanckî jî asta yekemîn berdewam dike. Me xwendekarên xwe yên ku bi domdarî û serkeftî kursên xwe qedandin belgeyên wan ê serkeftinê dan. Çiqas bi dilê me nebe  jî vê dema kurt de xebatên me yên ziman bi serkeftî derbas bûn. Sê mehan carekê serdanên atolyeyên me yên ziman nû vedibin. Me heta niha du serdan qedandin.”

Gonuldaş diyar kirk u wê li ser daxwazan kursa soranî jî vekin, der barê wê de wiha axivî: “Bi zaravayê kurmancî û kirmanckî (zazakî) dersên me hene. Havîna pêşiya me de em ê poleke zaravayê soranî jî vekin. Ji ber ku daxwazî heye”.

Gonuldaş der barê polîtîkayên bişaftinê de diyar kir ku li metropolan bandoreke mezin li ziman dike û ev agahî parve kir: “Vê gavê şagirtên me yên ziman nêzî 45 kesî hene. Yên dersên hunerê jî 20 kes in. Li Enqereyê mixabin der heq ziman de asteke nebaş heye. Ji ber ku metrepolan polîkayên bişaftinê li ser ziman bandoreke giran dihêle û qedexe kirin jî heye. Lê dîsa gel xwedî zimanê xwe derdikeve. Komeleya me jî hê baş nehatiye naskirin lewre ev demeke kurt e komeleya ziman vebûye. Şagirtên me zêdetir ciwan û xwendekarên zanîngeha ne, ew hêvî dide û cihê kêfxweşiyê ye. Daxwaz û tevlêbûna ciwanan ji bo me pir girîng û bi wate ye”.

Gonultaş di dawiyê de ji bo xebatên xwe yên demên bê axivî û axaftina xwe bi vî awayî qedand: “Di pêşerojê de çend  projeyên me hene. Ji bo zarokan atolyeyek dê bê vekirin. Dîsa ji bo zaravayê soranî polekê vebe. Ji bo sînemaya kurdî filmên werin danîşandin. Li ser wêje û folklora kurdî atolyeyên werin vekirin. Wek dîsa ku daxwazî heye em ê atolyeya şanoyê jî vekin”.