spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Tehran û Karajê 1’ê Gulanê pîroz kirin

Jinan li Tehran û Karajê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi vekirina pankarta "Jin, jiyan, azadî" pîroz kirin.

Komek ji jinên kedkar û aktîvîst bi boneya nêzbûna 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li bajarên Tehran û Karajê li hev kom bûn, piştgiriya xwe ya bi tevgera “Jin, jiyan, azadî” re ragihandin. Jinan li vir bi armanca şermezarkirina cudakarî, xizanî, darvekirin, îşkence û îstîsmara pergala ekolojiyê ya ji aliyê pergala kapîtalîst hatî pêkanîn, şermezar kirin.

Jinên ku dirûşmên “1’ê Gulanê li dijî cudakarî û newekheviyê yekîtiya jinan û hemû kedkaran e”, “1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê pîrozkirin” û “Em ê xizanî, gendelî û buhabûnê bi dawî bikin” berz kirin, daxwazên xwe anîn ziman. Jinên ku bal kişandin ser bûyerên jehrîkirinê yên li dibistanên ku zarokên keç lê perwerde dibin, diyar kirin ku ew ê ji mal heta kargehan, ji dibistanan heta kolanan li dijî zilma li jinan tên kirin bisekinin.