3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Yek’ ji parçeyek xebata Goçer

Muzîkjen Mahmût Goçer ku li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û albûma xwe yekemîn a bi navê “Yek” weşand, diyar kir ku “Yek” parçeyek ji xebatên wî ye.

Muzîkjenê ciwan Mahmût Goçer ku sala par di meha tebaxê de ji rojnameya me re axivîbû û qala xebatên xwe yên çandî kiribû, albûma xwe yekemîn a bi navê “Yek” ku ji 5 stranan pêk tê amede kir û ji Kom Muzîkê weşand. Kom Muzîkê, der barê Goçer û albûma wî de de ev agahî dane: “Li Zanîngeha Dîcleyê konserwatûar xwendiye û diploma wergirtiye.

Ji bo albûma xwe ya yekemîn “Yek” ku ji lêkolîn û berhevkirinan pêk tê gelek xebat kiriye. Di “Yek”ê de piranî şopên Farqîn, Xerzan û Serhedê hene û bi gelemperî forma stranên silavkirina bûk û zava ne.”

Goçer, pirsên rojnameya me yên der barê albûma xwe ya ku bi arenjoriya Rojhat Faysal Varli amade kiriye de bersivand. Goçer, diyar kir ku yekem car e bi vî rengî xebateke mezin dike û heta niha weke singilan xebatan kiriye û wiha got: “Bi rastî me xwest bibe destpêk ji bo xebatên me. Ji ber ku albûma min a yekemîn e min navê “Yek” lê kir. Ez wek stranbêj û lêkolîner demeke dirêj e dixebitim. Albûma “Yek” parçeyek ji xebatên min e.”

Stranên xwedî çîrok

Goçer, destnîşan kir ku di albûma wî de 5 stran hene û ev tişt got: “Her yek ji wan stranan di jiyana min de xwedî çîrokek e. Min li gorî derfetên xwe amade kir. Çemê Bişêrîyê, Hesiko, Kinê, Nelimale û Bêmal jî navê stranan e. Me albûmê bi navê Kom Muzîkê li tevahiya platformên dîjîtal belav kir. Eleqeya ji bo albûmê jî gelek baş e. Dibe ku nehatibe ecibandin jî em ê di rojên pêş de bibînin. Ew jî ez dibêjm ez hîn muzîkjenek popûler nîn im ji ber wê ye.”

‘Divê bêtir baldar bim’

Ji ber ku Goçer, albûma xwe bi tirkî jî dabû nasîn, me ev pirsî, “Dema belavkirina albûmê me dît ku we zimanê tirkî jî tercîh kiriye. Ev ji bo çanda ku dixwazî xizmeta wê bikî ne tiştekî çewt e?” jî jê kir û wî jî vê pirsa me wiha bersivand: “Rast e em xizmetkarên muzîk û zimanê kurdî ne, ew rexna te di cih de ye. Weke tê zanîn li ser medya civakî zimanê tirkî jî zêde tê bikâranîn hevalên berpirsiyar weke pir zimanî reklaman dikin û ez bawer im ji ber wê kêmasiyeke min jî çebûye dibe bêtir baldar bim, gelek spas.”

Wê klîpan jî çêbike

Di dawiya axaftina xwe de Goçer, agahî da ku ji bo stranên gotiye amadekariya klîpan dike û der barê mijarê de ev agahî dan: “Niha di destpêkê de ji bo stranên albûmê xebatên min ên klîpan hene. Weke din jî ji bo danasîna albûmê dixebitim. Di rojên pêş de em ê konser jî bidin. Hinek stranên min ên din hene ez li ser wan jî dixetibim.”