4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurtedîroka ermenan

Eyyup Guven

Li Rojhilata Navîn, herêma ku di navbera Dîjle û Firatê de dimîne jê re tê gotin Mezopotamya. Mezopotamya weke hêlîna(dergûşa) şaristaniyan tê binavkirin. Ji demên kevnare heta niha ji ber axa xwe ya biber û rêbaya xwe ya guncav bûye cihê jiyana wardanînê, bi warbûnê. Di dîrokê de civakên yekem xwendin û nivîsandinê fêr bûne, li vir jiyane. Mezopotamya di dîrokê de bûye herêmeke qewmên bi hev re jiyane. Koçberiyên ku demeke dirêj li ser herêmê berdewam bûye, hem ji bo pergala siyasî nehiştiye rêk û pêk bimeşe, hem jî ji bo pêşketina bajar û civakan ji aliyê çand û teknolojiyê bûye asteng. Ev herêm li cîhanê şaristaniyên ku tên nasîn û navdar ji piraniya wan re mazûvantiyê kiriye; mîna Sumeriyan, Babîlan, Asûriyan, Aramiyan hwd. Ji bilî van jî gelek qewm li Mezopotamyayê jiyane. Ji ber vê yekê dema ku dîroka şaristaniyê tê lêkolînkirin, di demeke dirêj de gelek netewan di têkoşîna hem jiyan hem jî mirinê de xwe dîtine. Di vê dîrokê de weke neteweyên din ji wan yek gelê ermeniyan jî di têkoşîna hem jiyan hem jî mirinê de bi awayekî giran xwe dîtiye.

Girêdana ji netewek an jî ji gelekî ne afirandineke ku ji mirovan hatiye bexşkirin. Hêza guhertinê ya mirovan ku ji destên wan nayê yek jê netewguhertin e. Di vê erdnîgariya qedîm de ermenî her dem hebûne, weke neteweyeke dagirker piştre nehatine vê erdîgariyê. Gelê ermenî di dîroka cîhanê ya şaristaniyê de cihekî girîng digire. Weke birdoziyên fermî ku tê behskirin, ‘’ Ne ji bo welatê ku di nav de dijiya, ne jî ji bo dagirkirinê nebûye hêzeke dabeşker, berevajî wê her dem bi gelên herêmê jiyana aştiyane ji xwe re kirine rêbaz-rêgez. Bi hezaran sal di navbera Kafkas û Behra Spî de nîştecih jiyane, beriya Romayiyan Filehtî (Xirîstiyanî) pejirandine, teqezbûna wê ne diyar   e.

Li rojhilat zêdetir in

5 mîlyon Ermen di navbera 3 dewletan de belav bûne. Ev dewlet Osmanî, Rûsya û Îran in.

Ermeniyên ku di nav dîrokê de demeke dirêj ji ber dagirkirina gelên Asyayê ve ber bi rojavayê  hatine koçberkirin, di nav erdnîgariya Osmaniyan de bi awayekî belawela belav bûne. Li Rojavayê Tirkiyeyê di hinek gundan de piranî di destên wan de bû lê belê li bejahiya Rojhilat hebûna wan zêdetir bû. Dema ku li bejahiyên bajarên mina Erzirom, Mûş, Xerpet, Wanê serhejmara mezin ji ermeniyan pêk dihat, li navenda bajaran hemû pîşesazî di destên xwe de digirtin. Ji ber ku di nav Osmaniyan de xizmeta leşkerî, sivîl û karên payebilind yên dewletê weke mafekî tenê ji tirkan re dihatin qebûlkirin, ermeniyan jî (mîna cihûdên ewropî) berê xwe dan weke karên serbixwe. Di nav îktîsada tirkan de bûn bingeh. Ermenî bi asûrî û kurdan re jiyane, li Asyaya Pêşîn û Bakurê Mezopotamyayê weke gelek neteweyên ku nîştecih bûne, ji wan yek gelê herî kevnar e. Ev gelên ku li rojavayê bi helenan, li rojhilat bi Pers, li başûr bi semîtîk û li bakur bi gelên Kafkas re cîrantî kirine, mîratxûrê şaristaniyên antîk yên ji heman erdnîgariyê ne.

Navê makewelata ermeniyan ji erdnîgariya Medz Hayk (Armenia Major: Ermenistana Mezin), Pokr Hayk (Armania Minor: Ermenistana Biçûk) û Kîlîkya pêk tê. Welatê ermeniyan ji sala 1820’an vir de di navbera 3 dewletên w de hatiye dabeşkirin. Parçeyê herî mezin (Ermenistana Rojava) di navbera Osmanî û Tirkiyeyê de, parçeyê duyemîn (Çartiya Rûsîyayê ya Ermenistana Bakurê Rojhilat) weke îro Ermenistana serbixwe û perçeya biçûk (Ermenistana Başûrê Rojhilat) jî di bin rêvebiriya Îranê de ne.

Agahiyên etnolojîk û antropolojîk (mirovnasî), li ser Ermenî mensûbê raya hînt-ewropî ya nijada arî bi dest dikeve. Ji aliyê fîlolojîk zimanê ermenîkî di nav malbata hînt-ewropî koma îranî de cih digire.

Xwe digihînin pêxember Nuh

Di her neteweyan de efsaneyeke hebûnê heye, efsaneya hebûna ermeniyan jî bi Hz. Nûh tê girêdan. Di dema tofana mezin de bi tevahî giyaneweran lawê Hz. Nûh Yafes jî xilas dibe û li gorî vê yekê jî ermenî ji wî zêde bûne. Ermenî li Ermenistanê ji xwe re dibêjin Hayastan, ev yek jî ji wir tê. Baweriya keştiya Hz. Nûh a ku li ser çiyayekî rawestiyaye, ew çiya pîroz tê dîtin û navê wî çiyayî jî Ararat e. Ev efsane di çanda gelan de dibe ku cihekî girîng bigire lê belê ji aliyê nijadnasî ve tu rasteqînbûna wê tune ne.

Navê Ermeniyan di dîrokê de yekemîn di çavkaniyên ereb, yewnan û persiyan de hatine dîtin. Lê belê hin dîrokzan piştî Hayk, di serdema şahînşahên mezin wekî Armenak, Aramays, Aram û Ara de şaristaniyeke mezin hatiye avakirin û li gorî wê ji wê demê pê ve Armen û Armenia hatiye gotin. Berî zayînê (M.Ö) di navbera salên 2200-3500 de dema azadbûyî nêzî 60 desthilatdarê Hayk li Asyaya pêşî hatine dîtin. Li gor van agahiyan di dîrokê de dewleta herî kevnare ya ermeniyan di navbera herêma Erzinganê-Erziromê-Wanê de bi navê Şahînşahiya Hayyaşa hatiye avakirin.

Dîrokzanê yewnan yê navdar Heredot dema ku behsa qewmên li rojhilatê kiriye pirî caran behsa Ermenistan û ermeniyan kiriye. Ermenî têkiliyên wan ên bazirganiyê yên bi Asûr û Babiliyan girîngiya bikaranîna bo bazirganiyê yên çemên Dîjle û Firatê dike.

Partiyên pêşeng ên siyasî

Hebûn û rêxistinbûna siyasî yên ermeniyan ji aliyê têkoşîna zagonî û derzagonî domandine û  di dema Osmaniyan de rêxistinbûna siyasî hin bi leztir bûye. Di wê demê de di navbera rewşenbîrên ermeniyan de rêxistinên wekî Partiya Hinçakyanên Demokrat û Sosyal, Partiya Taşnaktsûtyûn hebûn. Partiya Hinçakyanên Demokratîk û Sosyal ji aliyê rewşenbîrên ermenî yên li Ewropayê û xwendekaran bi bandora bîrdoziya marksîzmê weke sosyal- demokrat hatiye avakirin. Armanca wê Ermenistaneke yekgirtî û azad bû. Avakirina Ermenistaneke neteweyî û civakî dixwest. Hinçakên ku navenda wan li Stenbolê bû, li Merzîfon, Bafra, Amasya, Tokat, Arapgir û Trabzonê xwe bi rêxistin kirin.  Partî Sason jî, mîna tevgerên civakî ya Zeytûn, raperînên neteweyî yên gundan, xwepêşandanên Kûmkapi ya Stenbole û Bab-i Alî,  mitîngên wisa hilgirtine li ser xwe. Weşanên Hinçakan jî mîna ji 1887’an hetanî 1914’an Hinçak (Çan), ji 1897’an hetanî 1901’ê Mard (Raperîn), di 1894’an de Gaghapar (Raman-Fikr), di navbera 1903-1907’an de rojnameya qerfî (mîzah) Abdak (sîle) dihatin weşandin. Partiya Taşnaktsûtyûn(1890) di nav tevgera neteweyî ya ermeniyan de ya herî bi bandor bû. Du taybetiyên partiyê yên girîng hebûn ji wan yek rêxistina eniyê ye, ev yek jî di nav xwe de çîniyên (sınıf) cuda vedihewandin û ya din jî hem di politîkayên osmanî û rûsî de rista xwe dilîst. Partiya Taşnaktsûtyûn di sala 1892’an de bi navê Droşak rojnameyek derxist. Di dema Osmaniyan de jî weşanên mîna Azadamart (1909) derxist, piştre bi navê Haraç li Tîflîsê (1906), li Erziromê (1909) û li Wanê bi navê Aşkhatang (1910-1915) rojname hatin çapkirin. Şêlandina Banka Osmanî (1896), berxwedana Sasonê ya 2. (1904), sûîkasta li dijî Ebdulhamîd (1905), ev çalakî partiya Taşnaktsûtyûn pêk anîn û hilgirtin li ser xwe.

Tevger û rêxistinên herêmî

Ji bilî van tevgeran; li Wanê di 1885’an de bi navê Armenekan rêxistina Şoreşgerî ya Ermenî, Partiya Ramgavar (1908), Yekîtiya Rizgariyê (1872), Xaça Reş (1878), li Erziromê Berevanên Welat (Anavatan Müdafileri – 1881) tevger û rêxistinên herêmî hatine damezirandin.

Her dem ji bo şaristaniyê xebitîne, ji bo hemdemiya mirovan kedeke mezin dane, ji vî gelê şaristanî re çi bû? Li ku derê winda bû?

Hetanî şerê cîhanê yekî di bin desthilatdariya Osmanî de, weke îro li axa Komara Tirkiyeyê tê binavkirin li gorî daneyên fermî herî kêm % e8 ermenî li ser vê axê dijiyan. Ev rêje di hin bajaran de mina li Wanê, Bidlîsê û Sîvasê digihişt % 30’an. Lê li gor daneyên ewropî ev rêje hin zêdetir in. Li gorî daneyên fermî jî em bifikirin, ji 1/3’ê serhejmarê ji ermenî, suryanî û roman pêk dihatin, îro ne %18 li herêman li bajaran dîtina 18 kes an a ji vî gelî ne gengaz e. Çi bûn ew mirovan?

Li gorî tomarên osmanî yên li ser axa osmanî di sala 1914’an de 2538 dêr, 451 perestgeh, 2000 dibistan ên ermeniyan hebûn, ji vê civakê, gel û xwendekarên dibistanê çi bûn? Di dema Selçûkiyan de tenê li Sîvasê, Erziromê û Xarpetê ji nêvî zêdetir karsaz ermenî bûn lê niha mirov nikare yekî jî bibîne. Heke ew karsaz nefiriyabin, bi darê zorê, koçberî û komkujiyên xedar ji war û cihên xwe hatine qewirandin. Çi bû ew ji welatên xwe dan terikandin? Cewhera Rojhilatê bajarê Wanê ji bo çi bûye warekî wêran? Heke bi darê zorê çênebûya, komkujî û kuştin pêk nehatibûna ew warê xweşik û bedew bi pirolî û pirçandî xwe neparasta?