4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li Îranê li girtîgehên yek kesî destdirêjî li jinan tê kirin’

Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî Nergîs Mihemedî di nameyekê de bo endamên parlemantoya Ewropayê û kesên amadeyî pêşandana fîlmê wê yê bi navê “Îşkenceya Spî” bûne, kir.

Nêrgiz Mihemedî di nameya xwe de behsa rewşa girtiyên siyasî kir û wiha got: DI hucreya takekesî di girtîgehên rejîma Îranê de “îşkence zext, mukuhatinên bi darê zorê û darvekirin.” wek amûreke zextê li dijî girtiyan tên bikaranîn.

Mihemedî bal kişand ser serhildana gelên Îranê li dijî rejîma Komara Îslamî jî û wiha got: “Jin di hucreyên takekesî yên navendên binçavkirinê de bê şahid û belge rastî êrîşan tên”.

Nêrgîs Mihemedî daxwaz ji parlamenterên Ewropayê kir ku bibin dengê gelê Îranê û piştevaniya çalakvan, girtiyên siyasî, girtiyên bîrdozî, xwendekar, jin û saziyên sivîl ên serbixwe, bikin.

Li gorî hesabê Instagramê yê Narges Mihemedî, fîlmê wê yê bi navê “Îşkenceya Spî” li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê bi amadebûna parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, endamên Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê, nûnerên Partiya Keskan a Almanyayê û nûnerên Îranê hat nîşandan. Her wiha gelek çalakvanên mafên mirovan ên alman û fransî jî tev li vê pêşandanê film bûn.

Nûnera Partiya Keskan û Parlamentera Ewropayê Hannah Neumann der barê filmê Nêrgiz Mihemêedî de got: “Ev belgefîlmeke gelekî bi bandor e û cesareta Nêrgiz a li hemberî zindan, îşkence û hucreyên yekkesî yên di salên têkoşîna wê de cihê pesndanê ye. Em daxwaza azadkirina bilez ya Nerges Mihemedî dikin”

Nûnera Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê û endama Parlamentoya Ewropayê Dilara Barkharad jî wiha got: “Fîlm pir şok e û divê em li dijî her cure îşkenceyên di zindanan de têbikoşin.”

Piştî nîşandana fîlmê Mihemedî, çar çalakvanên siyasî û mafên mirovan ku mêvanên vê bernameyê bûn, fîlm û têgeha “îşkenceya spî” û bandorên wê nirxandin.

Rêvebera Front Line Defenders Kirsty McCourt got, “Divê em xebatê bikin da ku li her aliyê cîhanê ji bo mafên mirovan tevbigerin. Wê hewildanên berdewam ên Nêrgiz Mihemedî wek parêzvana mafên mirovan, ku niha girtî ye, bilind bên nirxandin.”

Di dawiyê de jî çalakvanê siyasî Teqî Rehmanî û hevjînê Nêrgiz Mihemedî nameya Nêrgiz ji amadebûyan re xwend.