3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK: Êrîşên Tirkiyeyê li ber vegera Şengalê asteng in

Berpirsê YNK’ê yê Xeyas Surçî, da zanîn ku Şengal aram e û ji ber êrîşên ku ji hêla dewleta tirk ve lê tên kirin koçberên Şengalê nikarin vegerin Şengalê û xwest ku hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo vegerê asankariyê çêbikin.

Berpirsê Ragihandina YNK’ê yê Nînovayê Xeyas Surçî, der barê astengiyên li pêşiya vegera êzidiyan a Şengalê û êrîşên dewleta tirk ên li dijîi herêmê de ji Rojnnewsê re axivî. Xeyas Surçî, diyar kir ku ji sedî 20 penaberên Şengalê vegeriyane warê xwe û wiha got: “Hê jî beşeke ji penaberan li wargehên Herêma Kurdistanê û beşeke din jî li Ewropayê ne. Em bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku hewl bidin penaberên êzidî vegerînin ser warê wan.”

Di axaftina xwe de Surçî, got ku heke êzidî venegerin ser warên xwe wê karesatek din rû bide û ev tişt anîn ziman: “Wê xelkên din werin ser xaka wan. Ev jî wê bibe sedema guherîna demografiya herêmê. Ji bo vê em bang li Hikumeta Herêmê û Iraqê dikin ku tastengiyan ji bo vegera penaberên êzidî çênekin û ji bo vegerê asankariyê çêbikin.”

Di dawiya axaftina xwe de Surçî, ji bo rewşa dawîn a li Şengalê jî ev tişt got; “Şengal bi temamî aram e û rewşa ewlekariyê jî aram e. Astengiya sereke ya li ber vegera koçberan a ji bo Şengalê êrîşên dewleta tirk in.”