17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin

Operasyona li gelek gundên girêdayî Xîzanê hatiye destpêkirin didome. Ji welatiyên di serdegirtinên gundê Xûlepûrê de hatibûn binçavkirin Ahmet Aktay û Abdul Alîm Aktay hatin girtin.

Di 2’yê tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên girêdayî Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û piştre jî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Qedexeya li herêmê di 6’ê tîrmehê de hatibû rakirin lê operasyona li herêmê û binpêkirinên li dijî şêniyên herêmê didomin.

Di 10’ê tebaxê di saetên serê sibehê de leşkeran bi ser gundê Xûlepûrê de girtibûn û 2 welatî binçav kiribûn. Di lêgerînan de leşkeran dest danîbûn ser materyalên dijîtal ên li malê. Ahmet Aktay û Abdul Alîm Aktay bi îdiaya “Alîkarîdayîna rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta emniyetê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê jî sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi heman îdiayê biryara girtinê da. Welatî şandin Girtîgeha Bedlîsê.

Çi bûbû?

Di 2’yê tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên girêdayî Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Piştî qedexeyê jî bi tevlibûna bi sedan leşker û cerdevanan operasyon hatibû destpêkirin. Biryara qedexeyê di 6’ê tîrmehê de hate rakirin lê operasyon dewam kir. Dema operasyon didomiya, îcar jî di 14’ê tîrmehê de herêmeke berfireh a ku gundên Xûlepûr û Kekulanê jî digire nava xwe weke “herêma ewlehiya taybet” hate ragihandin. Walîtiyê têkildarî daxuyanî da û got ku dê heta 28’ê tîrmehê bidome. Lê belê herêma navborî hêj jî bi awayekî fiîlî qedexe ye. Operasyon gelemperî li çoltarên gundên Xûlepûr û Kekulanê didome û herêm bi roja ji hêla hewayî û bejahî ve hate bombebarankirin. Di vê navberê de leşkeran li gundên navborî û derdora wan kamerayên MOBESSE’yê û fotokapan bi cih kirin. Ji ber bombeyên li herêmê hatine bikaranîn, bi sedan dar şewitîn û bi dozerên li cihê operasyonê hatine bikaranîn re jî texrîbateke mezin gihişt xwezayê.