spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan

Şaxa EGE TUHAY-DER a Îzmîrê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê de beşdaran bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku tecrîd bandorê li her qada jiyanê dike.

Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) a Îzmîrê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi dirûşma “Em tecrîdê têk bibin, jiyana azad ava bikin” hate lidarxistin. Dayikên Şemiyê, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li kongreyê bûn.
Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwanê, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî û got ku di rojên zehmet de ne. Akin, wiha got: “Em dikarin bi têkoşîneke hevpar van rojan jî derbas bikin.” Akin, bertek nîşanî binçavkirinên îro di danê sibehê de da û diyar kir ku ew bi “îktîdara xerabiyê” re rû bi rû ne. Akin, got ku hewl heye ku rejîmeke nû were avakirin û wiha domand: “Em, kongreyeke dîrokî li dar dixin. Em ê vê dîroka ceberrûd biguherînin. Em ê di Rêya 3’yemîn de bên ba hev û bi hev re bi ser kevin. Di vê pêvajoya zehmet de ji bo komeleyê serkeftinê dixwazim û hevalên peywirdar ên nû pîroz dikim.”
Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag jî bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tecrîda girankirî, bandora xwe li tevahiya qadên jiyanê dike. Îktîdara AKP-MHP’ê êrişên xwe roj bi roj zêdetir dike. Divê em ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin. Divê girtiyên nexweş tenê yek saetê jî di girtîgehê de neyên ragirtin. Girtî, bi polîtîkayeke faşîzane tên qetilkirin. Darbestên wan ji girtîgehan derdikevin. Gelek hevalên me yên rewşa giran li benda azadiyê ne. Înfazên hevalên me yên 30 sal in di girtîgehê de bi hincetên vala û poşmantiyê tên şewitandin. Divê hemû kes xwedî li girtiyan derkeve.”
Piştî axaftinan, rapora xebatan, darayî û venihêrînê hate xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin û Nîlay Guleser, Mehmet Yildirim, Nûre Badur, Leyla Kaygisiz, Vasfî Ozer, Zeyî Candemîr, Îsmet Karakuş, Hîcret Taş û Cafer Aydin weke endamên lijneya rêveberiya nû; Abdullah Çîmen, Medîne Kaymaz, Mahmut Arslan, Muhsîn Kaplan, Nazîme Bayhan û Tekîn Erîklî jî weke endamên lijneya venihêrînê hatin hilbijartin.
Hevserokên komeleyê jî dê piştre ji hêla rêveberiyê ve bên diyarkirin.