2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK: Helwesta me ya neteweyî wê dewam bike

Burhan Raufê şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya YNK’ê ye diyarkir ku wê bi riyên siyasî, dîplomatîk û yasayî bersiva destwerdanên Tirkiyeyê bidin û got; “YNK li gorî biryara parlamentoya herêmê, agahdariya Emerîka û Hêzên Hevpeyman danûstandinê bi QSD’ê re dike û wê YNK helwesta xwe ya netewî bidomîne.”

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Burhan Rauf der barê êrişa di 8’ê nîsanê de ya li balafirxaneya Silêmaniyê pêkhatî, ji Rojnews re axivî.

Burhan Rauf got ku nabe tu parêzgehên herêmê êriş û ambargo li ser hebin û ji bo vê jî hêcetek were diyarkirin. Burhan da zanîn ku ew hemû wan daxuyaniyan weke sucên çêkirî dinirxînin û got ku ew di nava hikumetê de ne lê boykot kirine.

Burhan Rauf der barê helwesta YNK’ê ya li hemberî êriş û destwerdanên Tirkiyeyê ya dijî Silêmaniyê de got; “Pêngavên Tirkiyeyê yên li hemberî Silêmaniyeyê, girtina geştên hewayî û êrişa ser balafirxaneyê, geşedanên metirsîdar û tirsnak in. Ev yek destwerdana rasterast ya di kar û barê Herêma Kurdistan û Iraqê de ye. Di heman demê de binpêkirina serweriya Iraqê ye, parastina serweriyê jî erkê Hikumeta Iraqê ye. Ya ku dikeve ser milê me weke YNK, em bi tûndî vê êrişê şermezar dikin, bi riyên siyasî, dîplomasî û yasayî bersiva destwerdanên Tirkiyeyê bidîn.”

Burhan Rauf balkişand ser peyama berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ya piştî êrişa ser balafirxaneyê û got; “Di rastiyê de em wê peyamê weke peyama hikumetê nabînin, ew tenê nêrîna wezîrên PDK’ê yên di nava Hikumeta Herêmê de ye.  Nabe êriş li ser parêzgehek herêmê hebe û tujî ji bo vê hêcetan bibînî.” Rauf di dewamê de got ku bi daxuyaniyên hatin dayîn diyar e ku destê navxweyî di vê êrişê de heye û wiha dom kir; “Ev aliyên ku ji bo êrişan hêcetan dibînin, diyar e, bi vê re jî wê bacek giran bidin. Silêmanî ji ber helwesta xwe ya neteweyî rastî êrişa Tirkiyeyê tê, ew jî ji bo van êrişan hincetan dibînin û li şuna piştevaniyê, daxwaza tiştên din dikin.”

Der barê helwesta YNK’ê ya ji bo yekitiya neteweyî de jî Burhan Rauf got; “Di dema borî de û niha jî, YNK’ê helwesta xwe ya li beramberî pirsa neteweyî û nîştimanî neguherandiye. Bê guman dema pêş de jî wê li ser heman helwesta xwe dewam bike.”

Şêwirmendê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Burhan Rauf di dawiya axaftina xwe de jî balkişand ser sucdariyên PDK’ê yên weke ‘YNK alîkariya komên çekdar ên parçeyên din ên Kurdistanê dike’ jî got; “Ya ku ew dibêjin, ji rastiyê dûr e. YNK danûstandinê bi hêzeke kurd, hêza QSD’ê ku ne tenê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê tê nasîn dike. Ew hêzek in ku endamên Hevpeyama dijî DAIŞ’ê ne, di dema xwe de Reqa ji destê DAIŞ’ê de rizgarkirin, gelek caran cîhanê hemû ji wan re got, ew li cihê hemû mirovahiyê şer dikin. YNK bi agahdariya Hevpeymana Navneteweyî û Amerîka peywendî bi wan re dike. Her wiha YNK li gorî biryara parlamentoya Herêma Kurdistanê danûstandinê bi wan re dike, ya ku PDK dibêje, dûrî rastiyê ye.”