6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê rê neda KNK êrîşa li dijî Mazlûm Ebdî şermezar bike

Li Hewlerê, PDK’ê rê neda ku KNK li avahiya xwe ya li bajar der barê êrîşa li dijî balefirgeha Silêmaniyê de daxuyanî bide.

Li balefirgeha Silêmaniyê, roja înê ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî êrîşeke droneyî pêk hatibû. Bertekên kurdan û dostên wan ên li dijî vê êrîşê didomin. Wê îro Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) jî li avahiya xwe ya Hewlêrê, der barê êrîşê de daxuyanî bidana. Lê li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê daye, asayîşa PDK’ê der dora avahiya KNK’ê bi hêzek zêde dorpêç kirine û rê nadin ku tu kes bikeve avahiyê.

Her wiha asayîşa PDK’ê rê nade ku rojnamevan jî daxuyaniya KNK’ê bişopînin û bikevin avahiyê.