17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK û PDK’ê di hin xalan de li hev kirin

YNK û PDK’ê ku ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê li hev civiyan ragihandin ku di hin xalan de li hev kirine.

Şandeyên YNK û PDK’ê duh ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê li hev civiyan. Civîna di navbera her du şandeyan de bi qasî sê saetan berdewam kir. Di encama civînê de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniya hevbeş de hat diyarkirin ku her du aliyan tekeziyê li ser parastina statûya Herêma Kurdistan û mafên destûrî kirine. Her wiha wê hemû hewildanên xwe ji bo rûbirûbûna astengiyan, debara welatiyan û çareserkirina pirsgirêkan bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du alî piştgiriya lidarxistina hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê dikin, di demekê de ku wê Serokê Herêma Kurdistanî piştî şêwirîna li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar bike.

Hat diyarkirin ji bo zêdetir xizmet ji gelê Kurdistanê re bikin ew ê di hemû aliyan de nakokiyên biçûk bidin aliyek û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin.Her wiha hat gotin ku her du aliyan biryar daye pêvajoya birêxistinkirina hêzên pêşmerge berdewam bikin.

Dîsa her du aliyan biryar dan ku piştgiriya lihevkirinên kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin. Di xalek din a lihevkirinê de hat gotin ku ji bo hîn zêdetir nêzî hev bibin, astengî û pirsgirêkan derbas bikin, biryar hat dayîn bi ruhek Kurdistanî û nîştimanperwerî hevdîtinên du alî berdewam bikin û li gel hemû aliyan di nava hemahengiyê de bin.