spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hişmendiya Dadgehên Îstîklalê hîn jî didome

Parêzer Mehmet Emîn Aktar, diyar kir ku avakirina Dadgehên Îstîklalê ew bû ku ji bo serhildanên li dijî desthilatdariyê têk bibin û wiha got: “Îro jî dadgehên taybet bi heman hişmendiyê tevdigerin.”

Dadgehên Îstîklalê beriya damezrandina Komara Tirkiyeyê di 18’ê Îlona 1920’an de bi qanûneke taybet hat avakirin. Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê di navbera salên 1925-1927’an de li Amed, Riha, Xarpêt û Meletiyê dest bi darizandinê kir. Li van dadgehan pêşengên kurd ên wekî Şêx Seyîd, Xalid Begê Cibranî, Yusuf Ziya Beg, Faik Beg û Mele Abdurrahman Beg ji aliyê vê dadgehê ve hatin darvekirin.

Erk û rayeya Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê ji erka hikûmetê zêdetir bû. Erka ku mirovan darve bike hatibû dayîn. Bêyî ku delîl û daneyan kom bike, bêyî lêpirsînek berfireh pêk bîne, li gorî kêfa xwe biryar didan. Di vê dadgehê de kesên ku dihatin darizandin mafê wan ê îtîrazê û parêzer ji destê wan hatibû girtin. Bingeha Dadgehên Îstîklalê li ser 8 dadgehên ku di sala 1920’an de hatin avakirin û di sala 1921’an de hatin girtin hatiye avakirin. Bandora Dadgeha Îstîklayê ya Şerqê heta sala 1949’an berdewam kiriye. Di 28-29’ê tîrmeha 1925’an de li gel Şêx Seyîd 47 kurd hatin darvekirin. Ev jî nîşan dide ku ev dadgeh bi taybetî ji bo darizandina kurdan û kesên ku serî hildan ev qanûn hat avakirin. Her çiqas darvekirin ji qanûnê xwe derxistibibin jî niha bi dadgehên cezayên giran cezayên muhebeta giran li kurdan dibirin.

Armanc têkbirina serhildinan bû

Der barê daraza Tirkiyeyê û nêzikatiya wê ya li hemberî kurdan me nerîn ji Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Mehmet Emîn Aktar girt. Parêzer Mehmet Emîn Aktar di despêkê de destnişan kir ku dadgeh bi qanûneke tên damezirandin û ev tişt got: “Dema Dadgeha Îstîklalê hat damezirandin berî wê di sibata 1925’an de serhildana Şex Saîd destpêkiribû. Piştî wê bi navê Qanûna Takrîr-î Sukûn di 4’ê Adara 1925’an de qanûnek dertê. Ev qanûn derfetên berfireh dide hikûmetê. Desthilatdar bi vê zagona Takrîr-î Sukûnê Dadgehên Îstîklalê ava kirin û li gorî xwe saz kirine. Wê demê hiqûqa navneteweyî tune bû. Tenê saziyek bi navê Cemiyeta Neteweyî hebû. Ev Dadgehên Îstîklalê tenê navê wan dadgeh in di rastiya xwe de ne dadgeh in.

Dadgeh bi qanûnekê tên avakirin. Lê li wir qanûnek tune ye. Ji aliyekî ve bi talîmata hikûmetê tên avakirin. Di qanûna Takrîr-î Sukûn de dibê tedbîrê ku îcab bike wê hikûmet karibe bigire. Ji ber wê hikûmet van dadgehan ava dike. Ji aliyê din ve jî kesên ku di dadgehê de cih bigirin, dadger, dozger divê bi qanûnê werin tayînkirin. Em bêjin dibe zanîngeh xwendibin divê dîplomeyeke wan hebe. Lê yên Dadgehên Îstîklalê dîplomeya kesekî jî tune bû. Armanc jî ji xwe ne ku kesekî li gorî hiqûqê darizînin. Armanca wan serhildana ku li dijî desthilatdariya têk bibin. Ji aliyekî din wisa bi şekilekî were avakirin ku di dîrokê de bidin nîşandin. Lê navê vê darizandin nîne. Dixwazin kesên ku werin girtin jî darve bikin.”

‘Rêbazeke darizandinê tune ye’

Parêzer Aktar, da zanîn ku heta niha girtekên darizandina Dadgehên Îstîklalê nehatine weşandin û veşartî mane. Aktar, anî ziman ku kesên ku di vê dadgehê de wek dadger û dozger cih girtin bi tevahî parlamenter in û wiha axivî: “Wan ji parlametoyê tayînî dadgehê kirine. Ji ber vê yekê jî armanca wan siyasî ye. Ew kesekên ku li wir biryar digirin jî wê biryarên siyasî bigirin. Ji aliyekî din ve jî ev biryar bêkontirol in. Biryarek di dadgehan de were standin li gorî wê biryarê mirov nikare îtiraz bike. Yanî rêyeke ku were îtrazkirin tune. Ew biryara dide û li gorî wan biryara înfazê dike. Rêbazeke wan a darizandinê tune.”

Biryarên darvekirine

Aktar, bi bîr xist ku tiştekî ku xwezayî be, hiqûqî be û li gorî daxwaza civakê be ew  rewa ye û wiha pêde çû: “Ev li gorî daxwaza civakê nîne. Ji xwe bingeheka hiqûqî ya Dadgehên Îstîklalê tune ye ku rewa be. Van dadgehêna darizandinê rêbazekê nedane pêşiya xwe. Dema rêbaz tune be tu nikarî li hemberî wê îtîraz bikî. Ji aliyekî din jî di vê demê de qanûna esasî mekazagona 1924’an hatiye qebûlkirin û wê bi rê ve dibe. Li gorî wê jî dema ku biryareke darverkirinê hebe divê der barê vê biryarê de di parlementoyê de qanûnek derkeve. Heta qanûn dernekeve biryara darvekirinê nikarin înfaz bikin. Lê di Dadgehên Îstîklalê de ev xala mekazagona 1925’an jî tune hatiye hesibandin. Tu biryareke darvekirinê di parlametoyê de derbas nebûye. Ew roj biryar hatine dayin roja din hatiye înfazkirin.

Tirsa Dadgehên Îstîklalê

Di berdewamê de Aktar, anî ziman ku Dadgeha Îstiklalê ji bo herkesî tirsek bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema desthilatarên tirk li ser kurdan desthilatdariyê ava dikin, bê riza gel tê avakirin. Ev desthilatdarî bi hinek mekanîzmayan tên meşandin. Hikûmeta wî heye, leşkerê wî heye, li gorê wan dadgeh hene û bi van mekanîzmayan dimeşin. Ji ber wê yekê Dadgehên Îstîklalê jî armanca wê ew e ku kesên li dijî desthilatdariyê serî radike ceza bikin. Ji aliyê din ve jî tenê li dijî serhildanê nehatine avakirin. Li gorî du salan, ji 1925’an heta 1927’an hatine avakirin. Lê pey wî ji 1927’an heta 1929’an jî  dirêj dikin. Li dijî  kesên ku muxalîfê rejîmê bin jî wan belav dikin. Du sal şûnde dema meriyata wî zêde bikin di parlametoyê de Serokwezîrê demê Îsmet Înonu axaftinek kiribû. Di axaftina xwe de digot armanca vê zagonê ne tenê li dijî vê serhildanê ye, li dijî kesên ku li dijî me derdikevin e. Me bi armanca ku wan têk bibin, bêdeng bikin û ceza bikin ev zagon derxistiye. Bi vê armancê du salan jî dirêj dike. Serê sala 1927’an de dibêje ‘Ez sozekê didim ku piştî du salan em Dadgehên Îstîklalê dema wê dirêj nakin’. Ji ber çi? Ji ber ku Dadgehên Îstiklalê ji bo her kesî tirsek e.”

Dadgehên taybet ava kirine

Aktar, destnîşan kir ku di nav pergalekê de desthilatdariya ku li ser civakê û axê hatiye avakirin vê desthiladariyê pêş ve bibe û axaftina xwe wiha domand: “Ev mekanîzma îro jî wisa ye. Mekanîzma bi mekazagonekê hatiye tarîfkirin gotiye; ‘Em îmkanê dadgehkirinê didin darazê. Wê daraz li gorî çi bi kar bîne. Tiştên ku di makezagona desthilatdariyê de hatiye destnîşankirin pêşde dibe. Yên ku li dijberî vê desthilatdariyê rabe wê wan ceza bikin. Îro jî ev tişt wisa ye. Ew tiştên ku wê demê dihatin kirin bi dadgehên taybet niha ji li ser kurdan tê meşandin. Hikûmet kesên ku siyaseta wê bimeşîne kesên ku perwerdeya hiqûqî nedîtibe jî tayînî Dadgehên Îstîklalê dikirin. Lê niha ne wisa ye.”

Hişmendî negûheriye

Ji bo hişmendiya dadgehên Îstiklalê jî Aktar, da zanîn ku her çend sal derbas bûbe jî hişmendî neguheriye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di peymana Lozanê de derheqê kêmneteweyan de hinek xal hene. Ev jî ji esasê olî hatine girtin. Kesên ku ne misliman in. Di peymanê de şertên cudakariyê tune ne. Di navbera wê demê û îro de 108 sal derbas bûne. Di navberê de şerê cîhanê derket û saziyên nû hatin avakirin. Saziyên wek yeknetewe hatin avakirin. Peymaneke mafên mirovan hat qebûlkirin. Ew peyman îro jî di meriyetê de ye. Ev di 1948’an de hat avakirin. Piştî wê di sala 1950’î de Konseya Ewropayê hat damezirandin. Piştî wê jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê weke mekanîzmayên kontrolkirinê hat avakirin. Her çiqasî di salên 90’î de Tirkiyeyê qebûl kiribe jî hinekî ji aliyê darizandinê de standardiyê tînin. Li gorî van standardan ji nû ve tê sazkirin. Lê armanc, nerîn û hişmedî qet neguheriye.”

Armanca dadgehan yek e

Aktar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hişmendiya kesên di Dadgehên Îstîklalê de cih digirtin îro jî di dadgehên taybet de cih digirin. Ew jî zanin ev dadgeh jî ji bo kesên ku li dijberî desthilatdariya tirk dertên yanî li ser kurdan hatiye avakirin. Kesên ku li dijberî vê desthilatdariyê îtiraz bike, wê bên cezakirin. Di hiqûqê de kesekî ku bê sûcdarkirin wekî sûcê diziyê cezayên wî hatiye diyarkirin. Lê di dozên siyasî de li gorî kiryarekê, pênaseyeke ku kesî bi kar anî be an neanî be nanêre. Îtiraz li dijî desthiladariyê heye yan na li gorî wê digire dest. Îro jî dadgehên taybet bi heman hişmendiyê tevdigerin.”