spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK û PDK’ê hevdu bi xwefiroşiyê tewanbar dikin

YNK'ê bersiv da tewanbariyên Mesûrû Berzanî yên der barê YNK'ê de û da xuyakirin ku “Xakfiroş ewin ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û jîngeha Kurdistanê wêran dikin."

Di 16’ê nîsanê de Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tevlî fitarê bûbû û gotibû; “Em ti carî nikarin bibin hevkarê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna xelkê ya ji bo berjewendiyên xwe.”

Malbenda 3’emîn a Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan (YNK) ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê bersiva Mesrûr Barzanî da. Di daxuyaniyê de bersiva Mesrûr Berzanî hate dayîn û têkliya PDK ya bi hikûmeta tirk re hate rexnekirin.

Daxuyanî wiha ye: “Xakfiroş ewin ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê. Xakfiroşî ew e ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xweş dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin. Daxuyanî û helwesta serokê kabîneya 9’em, di warê siyasî, aborî, dîplomasî û karê bihevre jî, Herêma Kurdistanê ber bi tunelek tarî ve dibe.

Ya ku niha li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina hemû pîvanên dewletbûnê ye, sedema vê jî teror û siyasîne. Hikumraniya herêmê hemû dem li ber piyê Bexdayê ketiye, ma divê hun şanaziyê bi çi bikin? Ma ji bilî tevlîhevkirin û nehiştina taybetmendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çi di çanteyê wî de maye ku bavêje? Li ser asta cîhanê jî hemû dosyayên piştevaniyê dûrxistiye, li ser asta navxweyî jî hemû yekîtiyê têkbiriye û hewl dide hemû têkiliyan jî sifir bike.

Ev birader di warê aboriyê de jî hemû çavkaniyên dahat, mûçeyên mamosteyan, pêşmerge û polîsan gihandiye qonaxeke tarî.”