spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK û Tevgera Goran: Divê êdî hilbijartin neyên paşxistin

Di civîna YNK û Goranê de hate ragihandin ku divê siyaseteke nû ya ku cudahî û bêedaletiyê rake hebe û hate gotin; “Pêwîst e demek ji ya din zûtir lihevkirin çêbibe û hilbijartin pêk bên.”

Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek hate dayîn. Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa guhertinên siyasî û peywendiyên her du aliyan hate kirin.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Me behsa rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir, rewşa siyasî ya niha ne di berjewendiya xelkê de ye. Ji bo vê pêwîst e em hemû hewla başkirin û rêxistinkirina nav mala kurd bidin. Pêwîst e YNK û Goran planek ji bo rêxistinkirina peywendiyan derbixe û bi vê demê re guncaw be.  Divê lihevirinek çêbibe û êdî ji vê zêdetir hilbijartin neyên paşxistin.”