4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YSK: Hewce nake wezîrên ji AKP’ê bûne namzet îstîfa bikin

YSK’ê serlêdana partiyan nirxand û îtîraza wan qebûl nekir, biryar da ku hewce nake wezîrên ji AKP’ê bûne namzet îstîfa bikin.

Partiyên mûxalefetê ji ber wezîrên ji AKP’ê bûne namzet îstîfa nekirine serî li Desteya Hilbijartinên Bilind (YSK) dabû ku namzetbûna wan neyê qebûlkirin. YSK’ê serlêdana partiyan lêkolîn kir û îtîraza wan qebûl nekir. Di biryarê de hate diyarkirin ku ji ber usulê tayînkirina wezîran cuda ye û li Meclisê soz dane nikarin weke peywîrdarên cemaweriyê bên hesibandin.

Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay jî di nav de 16 wezîr ji lîsteyên AKP’ê bûne namzetên parlamenteriyê.