17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îstînafê jî cezaya li Gokkan hatibû birîn erê kir

Dadgeha Îstînafê ya Amedê, 22 sal û 6 meh cezayê li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatibû birîn, erê kir.

Daîreya Cezayê 9’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû birîn erê kir. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û her wiha dîsa “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji îdiaya “propaganda rêxistinê” 3 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan birîbû.  Daîreya Cezayê 9’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê cezayê li Gokkan hatibû birîn erê kir.

Parêzerên Gokkan li dijî cezayê li miwekîla wan di 20’ê Cotmeha 2021’ê de hatibû birîn îtîraz kirin. Daîreya Cezayê 9’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê îtîrazê nirxand û serlêdana îstînafê ji esasê red kir.

Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî girtina Gokkan hatibû girtin jî bi hêceta ku dê şertê kontrola edlî kêm bimîne, îtîrazê qebûl nekir û biryara berdewamiya girtina Gokkan da.