17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ka ew hilbijartinên berê

Hewa hilbijartinê niha herî zêde li Kurdistanê xuya dike. Kurd û dostên xwe ji bo ev desthilata faşîst têk biçe di nav kelecaneke mezin de ne. Li hinek cihan vekirina buroyan vediguhere mitîngê

Gotineke klasîk heye. Di her demê de mirov dihesidin demên berê. Lewma jî çaxa mijar dibe cejn, şahî, dawet û her wekî din dibêjin “Ma ka ew dawetên berê, ma ka ew cejnên berê…” Ji bo hilbijartinên 2023’yan jî mirov dikare bibêje ‘Ka ew hilbijartinên berê?’ Bi rastî jî ew kelecan û coşa berê niha li kolanan tune ye.

Nêzî du salan e behsa hilbijartnan tê kirin. Gelek caran dihate gotin ku dê hilbijartina pêşwext çêbibe. Lê mixabin ev pêk nehat. Tenê mehek anîne pêş. Jixwe dema erdhej pêk hat paşvexistina hilbijartinê jî kete rojevê. Lê piştî desthilatê dît ku paşvexistina hilbijartinan jê re fêde nayîne demildest kete nav kar û barê hilbijartinê. Partî û saziyên ku bi rojeva erdhejê re eleqedar bûn bi yek carê xwe di nav xirecira hilbijartinê de dîtin. Hilbijartin ew qas bi lez kete rojevê ku mijara erdhejê hema bibêje hate jibîrkirin. Niha rewşa herema erdhejê çawa ye civak jê ne haydar e.

Atmosfera hilbijartinê

Ligel ku rojeva erdhejê zû guherî hilbijartinê jî kelecana hilbijartinê zêde xuya nake. Atmosfera heyî ne li gorî hilbijartina 2023’yan e. Hemû derdor wateyeke zêde li vê hilbijartinê bar dikin. Dema mirov li kolanan li qadan dinêre hewa hilbijartinê zêde xuya nake. Dibe ku bandora faşîzmê jî be. Dibe ku giraniya rewşa erdhejê be jî.

Lê li gorî min sedema sereke ku kelecana hilbijartinê tune tevliheviya hilbijartina îsal e. Hilbijêr dê du dengan bi kar bînin. Yek ji bo serokkomariyê yek jî ji bo parlementoyê ye. Tevlihevî ji ber tifaqa partî û piştgiriya serokomariyê derdikeve.

A yekemîn ji bo tifaqa partiyan e. Bi dehan partiyan di vê hilbijartinê de tifaq kirin heya niha pênc tifaq hatin diyarkirin: Tifaqa Milet, Tifaqa Cumhur, Tifaqa Ked û Azadiyê, Yekîtiya Hêza Çep û Tifaqa Ata.

Tevliheviya tifaqan

Jixwe di tifaqan de tevlîheviyek heye. Di nav tifaqan de partiyên ku ramanên wan, bernameyên wan ji sedî sed ji hev cuda hene.  Li ser nîşandana vekîlan tifaq hatine kirin. Di nav tifaqan de jî hinek partî bi logoyên xwe dikevin hilbijartinê û hinek partî jî di lîsteyên partiyeke di nav tifaqê de cih digire dikeve hilbijartinê. Mesele di Tifaqa Milet de Deva, Gelecek û Saadet dê di lîsteyên CHP’ê de beşdarî hilbijartinê bibin. Îyî Partî bi logoya xwe beşdar dibe lê li hinek cihan ew jî dê namzetên xwe ji lîsteyên CHP’ê diyar bike.

Her wiha di Tifaqa Cumhur de partiyên wekî Huda-Par dê ji lîsteyên AKP’ê beşdar bibin û partiyên wekî BBP û MHP bi logoya xwe beşdar bibin. Di Tifaqa Ked û Azadiyê de TÎP bi logoya xwe, partiyên din ji lîsteya Partiya Çepên Kesk tev lê bibin. Ji ber van sedeman enerjî û keda ku divê li qadan were dayîn ji bo lîsteyan hate dayîn. Her wiha demeke zêde bi hesabkirina matematîkê derbas bû. Li ku derê çawa wekîlan derbixin, kîjan partî zêde dendg digire û hwd. Partî zêdetir bi vê re mijul bûn. Bala civakê jî çû ser van nîqaşan. Hem ji ber namzetan hem jî ji ber rêbaza tevliêbûna hilbijartinê nîqaşên dirêj hatin kirin û hê jî têne kirin. Ji ber van sedeman serê hilbijêran jî tev li hev dibe û hêza rêxistinên partiyan jî lewaz dibe. Ligel ew qas hesaban jî piştî lîsteyên namzetan radestî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kirin ji gelek partiyan îtîraz bilind bûn û li gelek deveran namzet û rêvebiran îstîfa kir. Di van kêliyan de jî nîqaş hê jî didomin.

Bê guman zagona hilbijartinê li Tirkiyê ne demokratîk e. Lê bi qasî antî-demokratîkbûna zagonê feraseta siyasetê jî antî-demokratîk e. Feraseta serdest wiha ye: Ji bo dengên zêde bigirin serî li hemû rê û rêbazên qirêj didin. Kesên ku li pişt wan malbat an jî eşîreke xurt hebe, kesên ku ji aliyê aborî ve bi hêz in beyî ku li bîrdoziya partiyan binêrin, kîjan partî berjewendiyên malbatî, eşîrî yan jî kesayetî bide ji wê partiyê dibin namzet. Derdorên ku li gorî bawerî û ramana xwe jî tevdigerin hene. Lê partiyên ku pergala heyî diparêzin hemû bi vî awayî tevdigerin. Ji ber van sedeman di nîşandana namzetan de û pêkhatina şêwaza tifaqan de gelek tevlihevî çêbûn û vê rewşê rengê xwe da hewaya hilbijartinê jî.

A duyem jî ji tevliheviya ji bo serokomariyê ye. Niha sê namzetên serokomariyê hene. Yek namzetê Tifaqa Milet e (K. Kiliçdaroglu), yek namzetê Tifaqa Cumhur e (R. T. Erdogan), yek namzetê Tifaqa Ata ye (Sînan Ogan) û yek jê jî Muharrem Înce ye, tenê namzetê partiya xwe ye. Tevlihevî ji ber piştgiriya derve ye. Gelek partiyan piştgiriya xwe ji bo namzetan diyar kir. Dema partiyê piştgirî diyar dikir, rêvebir li hember derketin. Mesele gelek rêvebirên DSP’ê û YRP’ê ji ber diyarkirina piştgiriya namzetiya Erdogan îstîfa kir. Ji partiya Muharrem Înce gelek kesan ji ber ku ew ji namzetiyê venekişiya îstîfa kirin û piştgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu aşkera kir. Di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de TÎP’ê piştigira xwe bi vekirî ji bo Kiliçdaroglu aşkera kir, hinek partiyan giyaben piştgirî anîn ziman lê ESP’ê vekirî anî ziman ku ew piştgiriyê nadin Kiliçdaroglu.

Kurdistan bi kelecan e

Ji ber van her du sedeman hewa hilbijartinê hê jî daneketiye qadan. Hewa hilbijartinê niha herî zêde li Kurdistanê xuya dike. Kurd û dostên xwe ji bo ev desthilata faşîst têk biçe di nav kelecaneke mezin de ne. Her roj li bajaran bi dehan buro vedibin û li hinek cihan vekirina buroyan vediguhere mitîngê. Ez li gelek bajaran geriyam, min heya niha tenê alên Partiya Çepên Kesk li kolanan dîtin. Li taxan tenê xebatkarên Partiya Çepên Kesk xuya dikin. Bi qasî dişopînim li aliyê Tirkiyeyê li metropolan li derdora standên Partiya Çepên Kesk coş û kelecan heye. Dîsa li Ewropa xebateke xurt a hilbijartinê ji bo Partiya Çepên Kesk xuya dike.

Bi qasî mehekê ji hilbijartinê re ma. Hilbijartineke dîrokî ye. Vê desthilatê dilê mirovan gelek êşandiye. Ez cara ewil dibînim ku mirov ew qas ji kezebê tînin ziman da ku ev desthilat têk biçe. Ên ku piştgirî didin desthilatê bi xwe jî di îzahkirina piştgiriya xwe de zehmetiyê dikîşînin. Ji ber ku îzaha wan tune yan dengê xwe bilind dikin an jî rast e rast êrîş dikin. Ev rewş hem di bernameyên TV’yan de xuya dike hem jî di hevpeyvînên li kolanan de xuya dike.

Dikare dengên xwe zêde bike

Niha li gorî rewşa xuya dike destê desthilatê pir lewaz e lê belavbûna muxalefetê serkeftineke teqez nîşan nade. Gelek hilbijêran hê jî biryara xwe ya dawî nedane. Di serê wan de gumanên mîna ‘gelo ev muxalefet dikare welat bi rê ve bibe yan nikare?’ hene. Ev rewş herî zêde jî bi kêrî Partiya Çepên Kesk tê. Xebatkarên Partiya Çepên Kesk xwedî tecrube ne. Heke xwe bi civakê baş bidin nasîn, bernameya  Partiya Çepên Kesk bi awayekî xurt bînin ziman dikare bi rihetî dengên derdorên ku ji bo desthilat û Tifaqa Milet fikarê wan hene bigire.