3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bedlîs wê derseke xurt bide AKP’ê

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Li avahiya Partiya Çepên Kesk Tetwanê, xebat û lebatê hilbijartinê bi lez û bez tên meşandin. Em û hevserokê navçê, li gel koma li gel wî, li ber devê derî em li hev rastên. Dizanim bi lez e. Lê dîsa jî tê û der heqê amadekariyên xwe de, me ji wan agahdar dike.

Sê namzetên Bedlîsê yên Partiya Çepên Kesk, sê heb nevîyên Evda Xan, sê heb şopdarên Feqe Husên Saxniç, xwe spartine şan û şerefa belîsiyên niştîmanperwer.

Her sê namzetên Bedlîsê, ji nava dilê bedlîsiyan hatine bijartin. Navê namzetên Partiya Çepên Kesk ev in:

  1. Huseyîn Olan
  2. Semra Çaglar Gokalp
  3. Enver Barîn

Her sê jî kesên dildarê doza xwe û kesên bedeldayî ne. Nola ku dibêje, ji can şêrîntir tiştek tune ye. Lê gava jê hatine xwestin, ew canê xwe di ber doza xelkê xwe de avêtine xeterê. Hatine zîndankirin, hatine berdan, dîsa ji a xwe nehatine xwar. Niha ev hersê zarokên vê axê, di serî de navenda Bedlîsê û paşê jî navçe bi navçe di nava gel de digerin û qala nelirêtiya desthilatdariya AKP’ê û zilma wê ji gel re dikin. Jixwe gelek nelirêtiyên vê desthilatdariyê bi awayekî beloq, ji hêla gel ve tê dîtin. Meriv dikare bibêje, nelirêtî û zilma li xelkê tê kirinin, xelk ji van kirinan êdî kerixandine. Heke siyaseteke baş were meşandin, AKP û hevkarên wê, wê li Bedlîsê jî, têkçûneke bi dilê xwe bitahmijîne.

Du hilbijartin berê, HDP’ê 2, AKP’ê 1 nûner ji Bedlîsê bi dest xistibû. Hilbijartinek berê jî, ev rewşa hanê bi nêzî 4 hezar deng, berevajî hatibû guherandin û HDPê 1, AKP’ê 2 nûner bi dest xistibûn. Di vê hilbijartina 14ê gulanê de, birayê parlementerê HDP’ê Mahmut Celadet Gaydali, Edîp Safter Gaydali namzetê Partiya İYİ, ango namzetê Îtifaqa Milet e. Li gorî vê rewşê, tê hêvîkirin ku dengê AKP’ê li Bedlîsê ji ber hev de bikeve. Ev rewşa hanê, bi kêrî Partiya Çepên Kesk tê û şansê bi destxistina her sê nûneran dikeve destê Partiya Çepên Kesk. Divê were bibîrxistin ku Edîp Safter Gaydali, ne ji bo qenciyekê li Partiya Çepên Kesk bike, tenê li gorî berjewendiyê xwe û bi hêviya ew bibe parlementerê Partiya İYİ, loma xwe namzet daye nîşan.

Gava meriv li nava Bedlîsê digere û bi çavdêriyeke bêalî li rewşa bajêr dinêre, meriv bajarekî bêxwedî dibîne. Halbû ku Bedlîs, bajarekî dîrokî ye û bi tevahiya ezemeta xwe di neqeba herêma Xerzan û Serhedê de, nola qasidê dîrok, çand û zanistê ye. Bedlîs, di dîroka gelê me de, xwedî bîrdanka dîrokeke kûr e.

Gava meriv der heqa hilbijartinê de, pirsan ji esnafan dipirse, bi awayekî şermîn, bersîva xwe di devê xwe de dicû, dibe û tîne lê tiştekî jî nabêjin; kesek zû bi zû reng nade der. Bêzarî û tengijandineke mezin tê xuyakirin.

Du boyaxkarê pêlavan li ber dîwarê mizgefta dîrokî li rex hev rûniştine. Diçim silaveke kurdmancî li wan dikim. Despêkê ji vir de, ji wê de wan didim axaftin. Paşê boyaxkarê bi navê Bîlal, dev li kezaba xwe dike û bi wêrekî pirsên min dibersivîne. Serê xwe jî bi firça nav destê xwe re dihejîne. Hem qondera mişteriyê xwe boyax dike û hem dibêje û dibilîne:

“Xwedê qayil bibe, em ê du heb miletwekîla bişîne meclîsê”

Qesta wî ya ji “em ê”  Partiya Çepên Kesk e.

Di wê navberê de, jinika parsek kîsikek perê hûr tîne û ji Bîlalê boyaxkar dixwaze jê re perê wê “tumlemîş” bike. Bîlalê boyaxkar 9 lîreyê hesin ji jinika parsek distîne û 10 lîreyê kaxezî lê vedigerîne.  Malûm! Rojên xêr xêrata yên devê eyd erefata ye. Lîrayek jî, sedeqeya serê zarokê wî ye.

Li Tetwanê

Kî biçe Tetwanê, teqez ew ê bibîne gola Wanê! 

Li avahiya Partiya Çepên Kesk Tetwanê, xebat û lebatê hilbijartinê bi lez û bez tên meşandin. Em û hevserokê navçê, li gel koma li gel wî, li ber devê derî em li hev rastên. Dizanim bi lez e. Lê dîsa jî tê û der heqê amadekariyên xwe de, me ji wan agahdar dike. Hevserokê navçê dibêje: “Do em li malekê bûn. Xwediya malê pîrejinek bû. Deh kurê xwe hebûn. Ji deh kurên wê, niha tenê dudu mane li ba wê. Sisê li serê çiyê ne. Sisê di girtîgehê de. Dudan jî, ji lêdan û şkenceya dewletê, jiyana xwe ji dest dane. (Guhê min ji vê serpêhatiya dilguvêş re bel dibe. Di dilê xwe de dibêjim “bila şopandina vê serpêhatiyê bimîne ji hevdîtineke bi taybet re”)

Balkêş e ku di nava koma xebata hilbijartinê de, berendamên namzetiya wan nehatibûn pejirandin jî, hebûn. Ev jî bi me dide xuyakirin ku doza azadî û serxwebûnê, kompleksa berjewendiyên takekesî ji holê rakiriye. Her kes ji bo armanca hevpar, li xebata serkeftinê germ bûye.

Wekî ji raya giştî re eyan bûbû ku demek berê sosreta goştê Kizilayê ya di otêla serokê şaxa Kizilaya Bedlîsê, Battal Taşar de hatibû zevtkirin, hîn jî di nava Tetwanê de tê axaftin. Rûreşiya herî mezin jî ew e ku serokê şaxa Kizilaya Bedlîsê, di heman demê de birayê parlementerê AKPê yê Bedlîsê, Cemal Taşar e û ew otêla mijara niqaşê jî ya her du birayan e.

Di demeke nêzîk de, rojnamegerê bi navê Sînan Aygulê ku ew sosretî derxistibû holê, bi mebesta zagona milkiyeta taybet binpêkiriye, doz lê hatibû vekirin. Her wiha gefên giran li Aygul hatibûn xwarin.

Sosretiya herî mezin jî ew bû ku parlementerê AKP’yî yê birayê serokê şaxa Kizilaya Bedlîsê Cemal Taşar, bi rûşûştiyeke mezin daxuyanî dabû çapemeniyê û gotibû: “Heta niha ez nepeyivîme. Ev bêdengiya min jî, ji esaleta min tê.”

Gelekî tê meraqkirin. Ka gelo parlementerê Bedlîsê Cemal Taşar gava bipeyiviya, wê bigota çi?

Li Xelatê

Her sê namzetên Partiya Çepên Kesk, Huseyîn Olan, Semra Çaglar Gokalp û Enver Barîn tev li xwarina mewlûdê ya fitarê bûn. Beriya fitarê, me hevpeyvîneke kurt li gel her sê namzetan kir. Her sê namzetan jî, bi kurdiya xwe ya xas xaşêlî, bi awayekî ji ber xwe piştrast, armanc û xebatên li pêşiya xwe ji me re aşekera kirin. Hate çavdêrî kirin ku her sê jî ji daxwaz û pirsigirêkên heyî re serwext in û bi motîvasyona her sê jî bi ser kevin, dixebitîn.