4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar: Em ê pergala wan hilweşînin

Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn UÛçar li Semsûrê di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de axivî û wiha got: “Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Lê bêyî ku şerm bikin, li vir dengan dixwazin. Em ê bi têkoşîna xwe vê desthilatdariya yekperest hilweşînin û pergala jiyana azad û wekhev ava bikin.”

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk berdewam in. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Karapinarê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Şandeya ku ji Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, namzetên parlamenteriyê, endam û rêveberên partiyê pêk dihat, li ser riya Kolikê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyê ber bi cihê buroyê ketin rê. Şande, li pêşiya buroya hilbijartinê bi coşeke mezin, bi nîşaneyên serkeftinê, tililî, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin.

Dê têk biçin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgûn Ûçar di vekirina buroyê de girse bi zaravayê kirmanckî silav kir û bi xêr hatina gel kir. Uçar, anî ziman ku sedema kareseta erdhejê îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Di erdhejê de rastiya dewletê bêhtir derket holê. Weke HDP, Partiya Çepên Kesk û pêkhateyên wê em li qadan bûn. Dewletê ji bilî OHAL’ê tu tiştek neda gel. Gel, hêj jî di bin konan de dijî û dewletê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu gav neavêtine. Me di coşa gel a xebatên hilbijartinê de dît ku dê îktidara AKP-MHP’ê têk biçe û pêkhateyên demokratîk bi ser kevin.”

Hêza guherînê em in

Bi domdarî Ûçar diyar kir ku ew berdewama mîrateya têkoşîneke demdirêj in û wiha pê de çû: “Dibe ku navê me hêj nû hatibe bihîstin lê em ê serkeftineke nû biafirînin. Em ê li gorî kevneşopiya têkoşîna xwe tevbigerin. Berpirsyarê van karesatan îktidar e lê bêyî ku şerm bike, li herêmên erdhejê deng dixwaze. Her wiha herî zêde propagandaya xwe li ser kurdan dike û dibêjine qaşo kurd di dema wan de bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin. Lê ew ne lûtfa AKP’ê ye. Ew, encama têkoşîna gelê kurd e. Her destekftiyek encama bedelên giran e. Em ê bi têkoşîna xwe vê desthilatdariya yekperest hilweşînin û pergala jiyana azad û wekhev ava bikin.”

Gelek caran axaftina Ûçar bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hate birîn. Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê bi coşeke mezin û bi çepik û tililiyan hate vekirin. Di dema vekirina buroyê de girseyê bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.