2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Astengiya li ber bihara azadiyê

Nalîn Aslan

Dilên dayikên aştiyê weke boxçeyên pînekirî ne ku bi riyên girtîgehan hatine hûnandin.

Çav û dilê hemû dayikên ku li vê erdnîgariyê aştiyê dixwazin vekirî ma.

Ji bo ku zarokên xwe ji nav wan çar dîwaran derxin û li hev bicivin, jiyanek li bendê man. Kurdên li vê erdnîgariyê dijîn ji bo azadiya ramanê bedelên mezin dan.

Di vê sala ku em tê de ne, girtiyên siyasî yên ji sala 1992-1993’yan û vir ve di girtîgehê de ne dem hatiye ku ew azad bibin. Lê ji wan re astengî danîn û li dijî hiqûqê qanûn çêkirin. 30 sal ne bes e, gotin 6 mehên din.

Serbestberdana hemû girtiyên siyasî bi derengî ket. Ev faşîzma ku dikin wê helbet bi dawî bibe.

Girtî û malbatên wan li hemberî vê zilmê serî netewînin û li hemberî bêhiqûqiya wan bêdeng namînin.

Ev dewlet heta hetayê deyndarê me ye. Jiyana dayikên ku aştiyê dixwazin, her meh li ser riyên girtîgeh û lêgerîna gardiyanan derbas bû û li benda têlefona, ku herî dirêj e, hefteyê carekê û 10 deqe axaftin.

Ji dengê wan texmîn bikin ka ew 10 deqê wê rewşa wan çawa be. Hin dayikan jê nedîtin ku zarokên wan ji nav çar dîwaran derket. Hin dayikan jê dîtin lê nedihat bîra wan…

Jiyaneke wisa nayê fêmkirin û ev zordarî…

Tu miletekî din ku bi qasî girtiyên siyasî li ber xwe bide, nabînin.

Ev têkoşîn bi ruhê wan ê berxwedanê hate domandin.

Ev bihar bihara girtiyên siyasî ye. Di vê demê de li pêşiya wan girtiyan dibin asteng, ji ber ku ew ji wan ditirsin.

Ji wan, ji ruhê vê têkoşînê, ji sebra wan, ji ramanên azadiyê ditirsin.

Dewlet jiyanekê deyndarê dayikên aştiyê û girtiyên siyasî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê