17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîkayên pişaftinê bi şêwazeke din tên meşandin

Li Cizîrê berhemên dîrokî bi tirkî û îngilîzî tenê tên nasandin. Hevseroka  Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîciyê bertek nîşanî vê yekê da û got ku ew ê xwedî li dîroka xwe derbikevin

Li Kurdistanê bi salan e li ser gelê kurd polîtîkayên tunehesibandinê tên meşandin. Kurdên ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha dîrok û nasnameya wan tê înkarkirin, rastî her cureyê pişaftinê tên. Niha jî bi destên qeyûmên tayînî şaredariyên Kurdistanê hatine kirin, polîtîkayên pişaftinê bi şêwazeke din tên meşandin. Bi tayînkirina qeyûman re êrişên li ser ziman û çanda kurdî her diçe zêde dibin û bajar bi hişmendiya yek ziman, yek netewe û yek ala tên birêvebirin.

Li Cizîrê ku jiyana wê mişt bi kurdî ye, berhemên dîrokî tenê bi zimanê tirkî û îngilîzî hatine nasandin û kurdî ji nedîtî ve hatiye dîtin. Hevseroka Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîcî têkildarî mijarê de axivî.

Nehiştin ku em dibistanên kurdî vekin’

Hevseroka Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belekê Fatma Gîzleyîciyê diyar kir ku qeyûm li herêmê polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman, dîrok û çandê piralî dimeşîne û wiha axivî: “Beriya qeyûman li vir sazî û komeleyên zimanê kurdî hatibûn avakirin. Di sala 2014’an de Navenda Çand û Hûnerê ya Mem û Zîn hat avakirin. Wê demê perwerdehiyên ziman dihatin dayin. Li her taxê qursên kurdî dihatin dayin û armanc ew bû ku gel bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Di medreseyan de jî her hefteyê carekî perwerdehiyên zimanê kurdî dihatin dayin. Di dibistanên tirkî de jî ev perwerdehiyên bi zimanê dayikê dihatin dayin. Lê belê piştî Rêveberiya Xweser hat ragihandin ev dibistan hatin girtin û qedexeya li ser zimanê kurdî dest pê kir. Nehiştin ku em dibistanên kurdî vekin. Navenda Çand û Hûnera Mem û Zînê hat girtin. Pêwîst bû ku li her deverî perwerdehiya bi zimanê kurdî hebûya. Lê belê wan ev bi carekê re qedexe kirin. Armanc jî jiholêrakirina zimanê kurdî bû. Divê em vê hişmendiyê bizanibîn, teşhîr bikin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ev der Kurdistan e, dîroka me ye, çanda me ye û nasnameya me ye. Lê mixabin perwerdehiya bi zimanê kurdî lê nayê dayîn. Berhemên kurdî weke yên xwe nîşan didin.”

Bi zimanê tirkî û îngîlîzî dixwazin van deran ji dîroka kurdbûnê derxînin

Gîzleyîciyê bal kişand li ser lewheyên dîrokî û got ku ji xeynî kurdî, li ser berhemên kurdî bi her zimanî hatiye nivîsandin û wiha domand: “Cizîr bi dîroka xwe tê nasîn. Weke Medreseya Sor, Birca Belek, destana Mem û Zîn nasnameyên Cizîra Botanê ne. Lê belê li ser lewheyan tirkî heye, îngîlîzî heye lê kurdî tune ye. Pênasekirina wan jî bi tirkî û îngîlîzî ye. Li vir kesek bi îngîlîzî neaxive, kesek bi tirkî jî neaxive. Em ne li hemberî tu zimanan in, lê belê divê herî zêde li vê derê kurdî esas bê girtin. Çimkî her kes bi kurdî diaxive. Bi pênasekirina van cihên me yên dîrokî ya bi zimanê tirkî û îngîlîzî dixwazin van deran ji dîroka kurdbûnê derxînin. Divê her ziman hebe, lê çima kurdî nîn e? Li dijî van polîtîkayên qeyûman divê em xwedî li dîroka xwe derkevin û pêşiyê li van tiştan bigirin.”

Gizleyiciyê wiha domand: “Dema zimanê gelekî bê jibîrkirin çanda wî jî, dîroka wî jî tê jibîrkirin û welatê wî û axa wî jê tê standin. Li vir her berhemeke dîrokî bi kurdî ye, lê belê pênasekirina wê bi tirkî nivîsandine. Cih nadin kurdî. Heta li ser lewhayên wan jî bi tirkî û îngilîzî heye, lê kurdî nîn e. Ew berhemên me yên dîrokî ku nikarîn tune bikin bi vê şêwazê dixwazin weke yên xwe nîşan bidin. Mem û Zîn destaneke kurdî ye û nivîskarê wê jî Ehmedê Xanî ye, lê belê dema ku mirov îro diçe ser tirbeya Mem û Zînê li ser deriyê wê bi tirkî û îngilîzî nivîsandine. Ji ber wê divê em van tiştan qebûl nekin. Ji ber wê divê em ewilî xwedî li dîroka xwe derkevin û nehêlin ku tiştên me weke yên xwe nîşan bidin.”

Em ê têbikoşin û xebatên xwe mezin bikin’

Gizleyiciyê da zanîn ku ew komeleya ziman, ew li dijî van polîtîkayên qeyûman xebatên xwe mezin dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji roja ku me komele vekiriye heta niha eleqeyeke mezin heye. Me perwerdehiyên xwe dane destpêkirin. Aliyê çand û ziman ve perwerdehiyên me hene. Li dijî her cureyên pişaftina ziman û çandê em ê têbikoşin û xebatên xwe mezin bikin.”