3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ŞanoWan xemla Wanê ye

Lîstikvana ŞanoWanê Perînaz Delazy ku temaşevan wê ji bernameya Hinek Henek ji nêzik ve nas dikin, li ser xebatên ŞanoWanê ji rojnameya me Xwebûnê re axivî.

Koma şanoyê ŞanoWan li navenda bajarên Serhedê bi riya şanoyê, hunera bi zimanê kurdî dide hezkirin. Ji eleqeya ji bo şanoya kurdî tê nişandan dixuyê ku ŞanoWanê trendeke baş bi dest xistiye û temaşevanên xwe re bûye yek. Lîstikvana ŞanoWanê Perînaz Delazy ku temaşevan wê ji bernameya Hinek Henek ji nêzik ve nas dikin, li ser xebatên ŞanoWanê ji rojnameya me Xwebûnê re axivî.

Li ser mîrateya Teatra Mencel

Lîstikvan Perînaz Delazyê der barê avabûna ŞanoWanê de diyar kir ku wan Teatra Mencel veguheztiye ŞanoWanê û li ser kevneşopiya wê xebatên xwe pêk anîne û wiha got: “ŞanoWan bi navê xwe yê berê Teatra Mencel 2017’yan li Wan ê destpê rêwîtiya xwe ya sanoyê kir. Sal bi sal rêwîtiya xwe bi xebatên we xweşiktir kir û temasevanên gelek hêja derketin holê. Bê guman di vê xweşikbûnê de heri zêde keda temasevanên Wanê hebû. Li hember vê xwedìderketinê, em jî ji bo ku temsìliyeta bajarê xwe baştir bikin û xwe hê baştir bidin nasìn, me navê xwe guhert. 2022’yan pê ve me rêwîtiya me ya sanoyê bi navê ‘SanoWan’ berdewam kir.

Delazyê der barê xebatên ku heta niha pêk tînin de wiha axivî: “ŞanoWan ji sala 2017’an heya niha her sal bi lîstîk û xebatên xwe karê xwe didomîne. Ji sala 2017’an heya niha 8 listîk derxistine yanî ji xebtên Teatra Mencel vir ve. Lîstikên me ev in:  Mala Bernarda Alba (listîka jinan), Kozik (listîka jinan), Zargotin Zêrgotin e, Mirin û Keçik, Palyançoyê Wenda (listîka zarokan), Tenê Fedê (listîka jinan), Haylo Disa Tevlîhev”.

Her sal festîvala şanoyê

Delazyê li se xebatên şanoyê axaftina wiha dewam kir: “Her sal festîvala şanoyê û kargehên 3 mehane derdixe û perwerde dide. Di nava sezonê hewl dide ku listîkekê giştî, listîkeke zarokan û listîkekê jinan derxe. Di nava sezonê bernameyên mehane derdixe û di vê çerçoveyê organizasyonên konser, listîk gotubêj, film û hwd çedikê. Bi kesên profesyonel kargehên taybet derdixîne.”

Delazyê ji bo xebatên wan bi Gerok Mayê hevpar pêk tînin ên ji bo zarok û jinên herêma erdhejê ev agahî dan: “Piştî erhejê em weke ŞanoWan û Aryen Hûner  di qada erdhejê de (Hatay û Meletî ) ji bo  jin û zarokan bernameyek çêkir. Me xebatên çand û hûnerî li dar xistin. Kargehên drama, kûkla,  wêne û muzîkê hatin lidarxistin. Di pêşerojê de li gorî bernameya xwe li bajar û herêmên cuda ev xebatên me wê dewam bikin.

Delazyê der barê qedexe û astengiyên li ser ziman, çand û hunera kurdî yên pergalsaz (sîstematîk) tên meşandin ên derdikevin pêş wan jî wiha debirî: “Salên 90’an heya niha mixabin li ser xebatên çand û hûnerî yên kurdî  tim astengî hebûne û ŞanoWan jî para xwe ji vê yêkê girtiye. Dem dem qedexeyên li ser ziman re girêdayî listikên me hatine betal kirin, salonên dewletê ji me re nehatin dayîn, qedexe kirin û hwd. Em dikarin mînakan zêde bikin.”

Bi vîn û israr dixebitin

Delazyê li hember vê helwesta sateng û qedexekar hewlwest û israra hunermend û Koma ŞanoWanê wiha diyar kir: “Lê bes bi israr û hewldanan xebatên me em hatin astekê. Me dît ku salon ji me re tune ye me salona xwe bixwe ava kir. Di despêkê me digot saloneke me hebe a niha em dibînin ew salon li bajarê Wanê bûye saloneke arternatîf ku kesên ku dixwazin xebatan derbixin tim tên wê salonê. Helbet ew bi tena serê xwe wan astengiyan çareser nake. Qedexeyên li ser nasnamê bi her awayî xwe nişanî hûnerê jî dike. Lê bi piştgiriya gel û temşevanan mirov dikare wan astengiyan ji holê rake.”