3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yusuf Pekmezcî yê 82 salî nayê berdan

Çalakiyên Nobeda Edaletê li Wan, Amed û Îzmirê berdewam dikin. Malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan çalakiyên xwe didome.

Amed

Nobeda li Amedê ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Baroya  Amedê dest pê kir, 97 roj in didome. Malbatan di nobeta îro de bal kişandin ser mirina girtiyê nexweşê giran ê 82 salî Yûsûf Bekmezcî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklara Îzmîrê dihat ragirtin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêzanê îro serdana malbatan kir.

Rêvebera DBP’a Rêzanê Meryeme Tûra di serdanê de diyar kir ku malbatên girtiyan ji bo hemû mirovahiyê 97 roj in di Nobeda Edaletê de ne û wiha got: “Dayik ji bo edaletê di nobedê de ne. Edalet ji bo hemû mirovahiyê girîng e. Em destê xwe bidin hev bila zêdetir cenaze ji girtîgehan dernekevin. Em ji malbata Yûsûf Bekmezcî yê îro jiyana xwe ji dest da re jî sersaxiyê dixwazin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û jiyana xwe li cem malbatên xwe bidomÎnin.” Tûran, ji malbatên girtiyên din re jî bang kir ku tevlî nobetê bibin û piştgiriyê bidin dayikan.

Herdem Merwanî ya li ser navên malbatên di nobedê de axivî jî wiha got: “Em bi awayekî wijdanî xwedî li hemû girtiyên nexweş derdikevin. Bila girtîgeh nebin malên mirinê. Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan û divê ji bo hemû girtiyên siyasî jî şertên kontrola edlî bên pêkanîn.” Mervanî, bang li herkesên xwedî wijdan kir ku deng bidin dengê wan.”

 Wan

Çalakiya Nobeda Edaletê ku malbatan li Wanê daye destpêkirin jî kete roja 70’yan. Rêveberên MEBYA-DER’a Wanê serdana malbatên girtiyan kir.  Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya diyar kir ku li cem malbatan e û bang kir ku siyasetmedar Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Kaya, destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş ne digirtîgehê de li nexweşxaneyê bên dermankirin. Kaya, ji hemû beşên civakê re bang kir ku piştevaniya nobeta edaletê bikin.

Îzmîr

Malbatên girtiyên nexweş ên li Îzmirê jî Nobeda Edaletê di roja 7’an de berdewam kirin. Dayikên girtiyên nexweş li pêş Baroya Îzmirê bi dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”rakirin û çalakiya xwe berdewam kirin.