spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo ziman li Qada Şêx Seîd bang kirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û di çarçoveya çalakiyên “Hefteya Zimanê Kurdî” de, li Qada Şêx Seîd a Amedê bi piştgiriya MED-DER, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Wejêkarên Kurd, Pena Kurd û Enîstîtûya Kurdî ya Amedê daxuyaniyek da. Hevserokên MED-DER’ê Rifat Ronî û Şîlan Elmas, endamên Platforma Zimanê Kurdî, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remzîyê Tosun û Îmam Taşçier, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û endamên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Di çalakiyê de pankarta bi kurmancî ya “21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz be” û pankarta bi dimilî ya “Perwedeyo Bi Ziwane Maye Heqe Heme Şaran o” hatin vekirin. Beşdaran dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe”, “Gelê Kurd şiyar be, zimanê xwe nekûje” û “Zimanê me rûmeta me ye” berz kirin.

Daxuyanî hem bi kurmancî û hem jî bi dimilî hatin xwendin. Fesîh Zîrek bi kurmancî Semra Bîrtane Ozdemîr jî bi dimilî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de anîn ziman ku 40 ziman li ber tune bûnê ne û xwestin her kes li zimane zikmakî xwedî derkevin.