18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zap û têkçûna artêşa tirk û PDK`ê

Munzur Dersîm

Di dîroka gelê kurd de Zap navek pir bi wate û xwedî dîrokek kur û berfireh e. Çiyayê Zapê, ji bo qewmê kurd ê çiyayî ji 5 hezar salên Beriya Zayinê heta niha malovaniya gelek şaristanî û dîrokên kurdên çiyayî kiriye. Ji ber vê yekê zap ji bo gelê kurd û şoreşgerên kurd xwedî cihekî pir girîng e. Zap di heman demê de ji aliyê erdnîgariyê ve jî cihekî pir sitratejîk û asê ye. Li aliyê Bakûr Çiyan Colemêrgê, li aliyê Rojhilat çiyayên Xakurkê û Qendil, li aliyê Başûr jî çiyayên Basyan û Şikefta Birîndaran, li aliyê Rojava jî Avaşîn û Metîna cih digirin. Çiyayên Zapê di aliyê dewlemendiya xwe de xwedî berhemên dîrokî yên ser erd û bin erdin e jî.

Zap cihê şoreşger, şêr, tekoşer, egid û gêrîlayên serdema fezaya nûye. Ji ber ku gelek çîrok, destan û serpêhatiyên dîrokî li wir hatine nivîsin û çêbûne. Zap cihê lehengên ku di sala 2008`an dîrok nivîsandiye ye.

Di dîrokê de artêşa tirk a dagirker heya niha gelek caran li hemberî herêma Zapê dest bi operasyonan kiriye. Her çendî hewildaye vê herêmê dagir bike jî, lê ji aliyê gerîla ve rastî têkçûna herî mezin hatiye. Ji ber ku Zap ji bo dewleta tirk bûye cihê herî xeternak û di nava dilê wê de kulek mezin daye vekirin.

Operasyonên artêşa tirk a dagirker yên li dijî Zap û Avaşînê 23 roj li pey xwe hişt. Ji ber ku sala 2022`an sala dawî ya artêşa tirk e û di heman demê de demek pir kurt ji hilbijartinên bakurê Kurdistan û Tirkiyê re maye, artêşa tirk hemû girîngî daye vî şerî. Ji bo ku vê herêmê dagir bike û serkeftina xwe îlan bike her tiştî dike. Lê artêşa tirk a dagirker têkçûna xwe nabîne û ekonomiya wan a di salên dawî de ji bînî de têkçûyî jî naxe berçav û êdî çi ji destê wê tê dike.

Ev êrişên ku tên kirin bê guman ne tenê li ser herêma Zap û gêrîlayên PKK`ê ne. Planên qirêj yên dagirkeriyê yên demdirêjin. Konsepta qirkirin û tunekirinê a artêşa tirk a dagirker a ku li ser gelê kurd dide meşandin, divê ku herkes baş bizane û vê yekê fam bike. Ji ber ku ev sal ji bo desthilatdariya AKP/MHP`ê salek pir kritîk û girîng e. Ji ber ku ji bo van desthilatdaran salek kritîke, ji bo PDK`ê jî heman tişt te. Ev nêzî 20 salane, desthilata AKP`ê bi êrişên faşîzm û dîktatoriyê xwe li ser lingan dihêle. Li gel ew qas faşîzm û dîktatoriyê jî berxwedana gêrîlayên serdemê û berxwedana zindanan ev yek pûç kir û da nîşan kirin ku wê tu carî gelê kurd vê têkçûnê qebûl neke.

Ji ber ku artêşa tirk têkçûna xwe di herêma Zap û Avaşînê de dibîne, ji Zapê pir di tirse. Ji ber vê yekê jî îro hêzên NATO, hêzên hegemon û PDK li derdora xwe komkiriye û bi vî awayî êrîşî van herêman dike. Gêrîlayên ku bi rastiya Rêbertî û felsefa wî yên ku li van herêman li berxwedidin, ji bo berjewendiyên van hêzên astengin. Ji ber vê yekê jî artêşa tirk hinek hêzên wekî PDK`ê bi awayekî çalak di van êrişan de bi cih kirine. Ew bi xwe dizanin têkçûna wan di Zapê deye, ji ber vê yekê dixwazin bi vê konsepta şer a faşîzane darbe li Gêrîlayên Tevgera Azadiyê bidin. Gelo me çima got Zap û têkçûna artêşa tirk? Ji ber ku ev sal ji bo artêşa tirk û Erdoxan yan sala serkeftinê ye yan jî sala têkçûnê ye. Di aliyekî de Erdoxan ji bo têkneçe hemû teknîk û teknolojiya dewletê û hêzên wekî yên PDK`ê divî şerî de bikartîne. Li aliyê din jî, ji ber qels bûna xwe ya li hemberî gêrîlla dide veşartin û têkçûna xwe ya li Zapê di nixumîne.