3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lêçûna şerê têkçûyî yê 40 salî 3 trilyon in

Pênasekirina têgehan gelek girîng e. Mînak şer, têgehek e û tê wateya pevçûna navbêra du hêzan, her wiha tê famkirin ku eger li deverekê şer hebe, li wir pirsgirêkek jî heye. Eger şer hebe li wir siyaset jî heye, eger şer hebe divê aştiya wê jî hebe. Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro şer ji ser dika dîroka mirovatiyê kêm nebûye. Lê ev têgeha ku weke tiştek xiraker û xirab tê dîtin, mirovatiyê di çareserkirina hin pirsgirêkên ewlekariyê de weke rêyekê bikar aniye.

Bi avabûna dewletên bajarî heta roja me ya îro, geh dewletan berdewamkirina hebûna xwe, xweparastina li hemberî cîranên sînorê xwe di firehbûna sînoran de dîtine û bi vê armancê jî şer kirine. Dîsa hêz û gelên xwecîhî jî li hemberî hewldanên dagirkerî û tunekirinê şerê xweparastinê dane.

Hin dewlet û qraliyetan ji bo tune nebin çareserî di firehkirina sînoran de dîtine, hin dewletan ji bo bidestxistin û xespkirina sererd û binerdê welatekî din şerê emperyal meşandine. Li hemberî vê dewlet û qraliyeteke din li hemberî dagirkeriyê şer kirine û neçar mane xaka dagirkeran dîsa dagir bikin. Ev hemû jî ne mafdar bin jî xwedî hin sedem in.
Lê bêyî ku xeterî hebe, bêyî ku dijminatî hebe, dewletek li hemberî miletekî şer bike û bixwaze wê tune bike, mînakên wê yekê zêde tune ne. Di dîroka mirovatiyê de mînakeke ku dewletek bi tevî hewldanên dijberê xwe yê diyalog û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan red bike û bi şerê tunekirinê bersivê bide tune ye. Mînaka heyî nêzîkatiya Almanyaya Nazî ya Adolf Hîtler e. Piştî vê mînakê jî dewleta tirk tê. Lê ji vî alî ve dewleta Tirk ji Almanya Nazî hinek cûdatir û xiraptir tev digere. Qe nebe Naziyan dema cihû tune dikirin wan înkar nedikir. Dewleta tirk, kurdan înkar jî dike û şerê tunekirina wan jî dide. Ji bo vê jî di hûndirê xwe de destûr nade ku ev yek weke şer were pênasekirin. Ji bo şer jî pênaseyeke eletewş û komîk dide pêş; qaşo şer tenê di navbera du dewletan de dibe? Ê nizanibe dê bêje qey hertim tenê dewlet li ser rûyê dinyayê hebûne.

Îcar sosreta mezin jî ew e ku dewleta tirk, di vî şerê ku li hemberî hêza gerîla dimeşîne, ji şerê li hemberî dewletekê sed qad zêdetir zirarê dibîne. Bandora vî şerî ya exlaqî, siyasî, psîkolojîk û di dawiyê de jî aborî ya ji bo dewletê bê hed û hesab e. Li gorî raporeke ku nivîskar û lêkolîner Îzzet Akyol ji bo Înstûtiya Pêşketina Demokratîk (Democratic Progress Institute) re di sala 2021’ê de amade kiriye, Tirkiye ji bo ku di çareseriya meseleya kurd de siyaseta leşkerî tercîh kiriye di 40 salên dawî de 3 trilyon dolar winda kiriye. Bifikirin di dîroka nêz de Amerîka di şerê 18 salan ê li dijî Vietnamê de 140 milyar dolar winda kir û dît ku nikare bi rêbaza leşkerî çareser bike hêzên xwe vekişand. 37 sal berî şerê li dijî PKK’ê destpê bike, şerê duyemîn ê cîhanê bi dawî bibû, bifikirin maliyeta giştî ya vî şerî 1,5 trilyon dolar bû.

Mesela pênaseya têkçûnê mirov çawa bike? Rewşa aboriya civakê jî jixwe pêwîstî pê tune ku mirov bêje, encamên vê siyaseta şer a aqlê dewletê li holê ye. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Serfkaran THD’ê yên 2021’ê, li Tirkiyê 16 milyon mirov birçî, 50 milyon mirov jî feqîr û xîzan in. Yanî li gorî van daneyan, ji bilî 17,8 milyon însanan, 50 milyon însan li Tirkiyeyê yan feqîr e û yan jî birçî ye. Aşkeraye ku ev hemû jî encama siyaseta dewletê ye ku dest ji rêbaza xwe ya leşkerî bernade ye. Gelo bacên welatiyan bi kuderê ve diçe? Dewlemendiyên sererd û binerdên Tirkiyeyê bi kuderê ve diçe? Mesela Erdogan çima got, “hûn dizanin guleyek bi çiqasî ye?” Yanî bi aşkerayî xuyaye ku dewlet çi dest de heye tiştek texsîr nekiriye hemû herikandiye lêçûnên şer û beşek vî pereyî jî guman nîne ku ji kurtêlxurên şer re diçe. Komeke mezin di nava dewletê de li ser ranta şer dijîn. Ew kurtêlxur jî bi pereyekî baş tên xwedîkirin ku pêdiviya şer biparêzin.

Em werin ser şêwazê şer. Şer ne rêbazeke bêqaîde ye. Exlaqa şer heye û qaîdeyên wê heye. Şer ger hebe pêwîst e di navbera du hêzên leşkerî de be, şer mecbûr e bi çekên şer werin meşandin, bikaranîna çekên atomê, çekên konvansiyonel, kîmyasal, zerar dayîna xwezayê, zerardayîna sivîlan sûçên şer in. Îşkencekirina sivîlan, bombekirina gundan, kiryarên weke ji helîkopterê avêtina gundiyan, qetilkirina dîlên şer kiryarên hov û barbar in, di tu qanûn û qaîdeyên gerdûnî de cihê wan tune ye. Hêzeke ku serî li van kiryaran dabe sûçdar e û ev yek di heman demê de jî îspat e ku yên serî li van rêbazan didin ev şer winda kirine.