8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevalbendên firotî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Şengalê ji 2014’an û vir ve gelek tişt hatin guhertin û hîn tên guhertin jî. Ev guhertin ji bo gelê herêmê bû ezmûneke biêş. Tevî hemû êş û azaran jî gelê herêmê bi armanca xwedî li hebûna xwe derkeve giranî da xebatên rêxistinkirina xwe. li ser vî esasî cara yekem civaka êzidî li gor bawerî û kevneşopiya xwe ya resen paragala xwe ya rêxistinî avakir.
Di çarçoveya xebatên xwerêxistinê de sazî û dezgehên rêvebirî, rêxistin, parastin, civakî û çandî hatin avakrin. Li gel hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê hêzên Asayişa Êzdîxanê jî hatin avakirin. Bi avakirin û rêxistinkirina van saziyan civaka êzidî êdî bêyî ku xwe bispêre tu alî ango hêzekî din dest bi parastina nirx û hebûna xwe kir.
Ev rêxistinbûyîn ji bo civakê di asta şoreşê de tê dest girtin. Lewma hemû beşên civakê di asteke bilind de xwedî li vê şoreşê derdikevin û ji bo mezinkirin û parastina wê jî di nava xebatê de ne.

Lê aliyên ku bi salan e xwe li ser gelê herêmê ferz dikin û hebûna wan înkar dikin, ji bo pêşî li rêxistinbûyîna civaka êzidî bigrin di nava tifaqên qirêj de ne.
Di çarçoveya van tifaq û hevkariyên qirêj de ji 18’ê Nîsanê ve li dijî Şengalê êrîş pêk tên. Bêguman ev êrîşên artêşa Kazimî bi êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê ve girêdayîne. Divê ev êrîş ji hev cuda neyên destgirtin. Li pişt hemû êrîşan jî dewleta tirk a dagirker, PDK û hikûmeta Kazimî heye.

Artêşa Kazimî di çarçoveya li hevkarina peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya ku di navbera dewleta tirk, PDK û Hikûmeta Kazimî de hatî îmzekirin têkeve Şengalê. Bi vê armancê artêşa Iraqê bi çekên giran û zirxî hêzeke mezin ji parêzgeha Mûsil ber bi Şengalê ve şand. Şeva 30’ê Nîsanê artêşa kazimî xwest li komelgeha Dîgurê û bajarokê Sinûnê nuqteyên Asayişa Êzîdxanê desteser bike. Li ser bersivdayina hêzên Asayişa Êzîdxanê di navbera aliyan de şer qewimî. Ji wê rojê ve li herêmê rewşeke awarte heye. Li dijî êrîş û gefên artêşa Iraqê gelê herêmê xwedî li îradeya xwe derdikeve û peyamên berxwedanê dide.
Di van çend hefteyên derbasbûyî de rewşa herêmê ev e. Lê wê ji niha û şûn ve çi bibe û ev êrîş bi çi armancê tên plankirin, em hinkî jî li wê binêrin.

Li pişt van êrîşên ku li ser şengalê giran dibin fermandariya artêşa Iraqê ya Mûsil û PDK heye. Serkêşiya vê hêzê Erebên Sûnnî yên ku dewleta tirk piştgiriya wan dike hene. Her wiha ev kes nêzî Serok Wezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ne jî. Li gor fermana wî tevdigerin.
Gelek kesayetên PDK’yî bi cil û bergên artêşa Iraqê tev li van êrîşan dibin. Dewleta tirk jî di warê îstixbarî û siyasî de piştgiriyê dide van êrîşan. Bi kurtasî plana vê êrîşê li Enqerê hatiye amadekirin. Lewma êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li ser şengalê ji heman aliyî ve tên koordînekirin.

Her çendî hikûmeta Kazimî bi awayekî aktîf piştgiriyê dide van êrîşan, li gorî hin agahiyan Şîayên Iraqê û hin aliyên siyasî bi tu awayî van êrîşên li dijî civaka êzidî napejirînin. Ev jî hikûmeta Kazimî dixe nava tengaviyê. Lewma hikûmet di mijara van êrîşan de wisa bêdeng e.

Hedefa êrîşan beriya ku hikûmeta nû ya Iraqê bê avakirin bi cihanîna biryarên peymana 9’ê Cotmehê ye. Di vê çarçoveyê de beriya vê êrîşan li herêmê hem PDK hem jî hikûmeta Kazimî xebatên cuda dane meşandin.

Hikûmeta Kazimî di gava ewil de bi armanca dorpêçkirina Şengalê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwar kir. Ji bo têkîliyên civaka êzidî û erebên li herêmê ji hev qut bikin li ser rêyên gundên ereban bendên kontrolê hatin avakirin. Artêşa Iraqê xwe li herêmên stratejîk ên Şengalê bi iîh kir. Di bin navê ewlekariyê de di nava gel de li dijî Rêveberiya Xweser dest bi propagandeya reş kirin.

PDK bi riya malbatên ku bi darê zorê li kampên herêma Behdînan tên ragirtin, hewl dide ku xwe bigihîne êzidiyan. Tîmên îstixbarata PDK’ê di bin navê weqfa xêrxwaziyê ya Barzanî li gund û bajarokên Şengalê di nava xebatê de bûn.
Bi êrîşa artêşa Kazimî PDK’ê jî şaneyên xwe yên veşartî xistin dewrê. Bi navê derewa “wê artêşa Iraqe êrîş bike” gelê herêmê xistin nava tirsê û çend malên ku berê eyar kiribûn xwestin pêla koçberiyê bidin destpêkirin. Çend malbatên ku bi van derewan hatin xapandin û çûn kampên di bin kontrola PDK’ê rastiya ku hatine xapandin dîtin. Asayişa PDK’ê dest danî ser nasnameyên wan û nehiştin paş de vegerin.
Di van êrîşên ku bi tifaqa PDK, dewleta tirk a dagirker û hikûmeta Kazimî tê xwestin Şengalê ji Êzidiyan vala bikin, Şengalê bê êzidî bihêlin. Ji bo vê jî ger nikaribin teslîm bigirin, wê planên qirkirinê têxin dewrê. Li dijî van plan û komployên li dijî civaka resen ya êzidî divê hişyariyek xurt hebe.
Divê baş bê zanîn ku tifaqa PDK’ê û dewleta tirk, li seranserê Kurdistanê li ser esasê bêstatukirina gelê kurd hatiye avakirin. Li kê derê destkeftiyeke gelê kurd hebe ev tifaqa antî-kurd êrîşî wê dike. Di çarçoveya vê tifaqê de PDK’ê axa başûrê Kurditanê pêşkeşî dewlta tirk kiriye û artêşa dagirker xwe li herêmê bi cih dike.

Ger têkoşîna gerîla û berxwedana gerîla nebe wê destkeftiyên ku di berdêlên mezin de hatine bi dest xistin jî ji holê rabin. Lawma divê bi van êrîşên li ser Şengalê û ên li ser Herêmên Paratinê yên Medyayê em rola PDK’ê û qirêjiya ku dide meşandin baş fam bikin.