16 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zêbarî: Dewleta tirk hebûna kurdan qebûl nake

Serokê Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 15’ê nîsanê de bi Erdogan û Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li Zap, Metîna, Avaşînê li dijî hêza PKK’ê dest bi şer kir. Bertek û nerazîbûnên gel û rêxistinên civakî yên li dijî hevkariya PDK’ê zêde dibin.
Biryardarê Fraksiyona YNK’ê ya Parlamena Kurdistanê Zikrî Zêbarî têkildarî serdana Mesrûr Barzanî ya Stenbolê û hevkariya PDK’ê ya şer li başûr axivî.

‘Erdogan kurdan qebûl nake’

Zikrî Zebarî anî ziman ku seredana Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê seredaneke hîzbî bû û wiha got: “Ne li ser navê parlamentoyê bû. Nûnerên hikûmetê yên YNK’ê û Goran ne li gel wî bûn. Em nizanin li pişt perdeyê çi hatiye axaftin. Çend sal in dewleta dagirker a Tirkiyeyê êrîşî Başûr dike. Lê bi rastî tu peywendî bi PKK’ê tune ye. Sala 2023’yan dikeve 100’emîn sala ku kurd hatine parçekirin. Xeyala Erdogan ew e ku careke din Mûsil û Kerkukê dagir bike. Dewleta dagirker a tirk û Erdogan hebûna kurdan qebûl nake. Erdogan dixwaze çar parçeyên Kurdistanê bîne beramberî hev. PKK’ê ji bo armanca xwe dike hincet. Di sala 2005’an de dema li başûrê Kurdistanê Federalî hat qebûlkirin, Erdogan digot ‘Min xeletiyek gelek mezin kir ku min Federaliya Başûrê Kurdistanê qebûl kir. Diviya bû min qebûl nekiriba’. Niha Erdogan dixwaze vê herêmê têxe kontrola xwe û li dijî parçeyên din bikar bîne.”

Divê gelê kurd şiyar be

Zêbarî xwest gelê kurd şiyar be û wiha lê zêde kir: “Divê gelê kurd baş şiyar be. Êrîşa Tirkiyeyê li dijî 3 parçeyên kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê bi xwîna sedan kur û keçên kurd hat azadkirin. Dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê hebûna kurdan qebûl nekir. Ji ber vê yekê êrîşî Efrînê kir. Efrîn dagir kir. Gelek caran êrîşî hemû rojavayê Kurdistanê kir. Li bakurê Kurdistanê di hilbijartinê de HDP’ê 80 parlamener şand meclisê. Lê dewleta tirk hebûna kurdan qebûl nekir. Parlamenter û şaredarên kurd ên bi dengê neteweya kurd hatibûn hilbijartin hemû girtin. Li tu dera cîhanê parlamenterekî wekî Demîrtaş nehatiye girtin. Li başûrê Kurdistanê nêzî 50 gund hatin valakirin. Dewleta tirk li çar parçeyan hebûna kurdan qebûl nake. Divê neteweya kurd ku nêzî 60 milyonan e û li cihanê belav bûye, ziman, çand û axa xwe diparêze. Çawa ereb, fars û tirk xwedî ziman, çand û nasname ne, kurd jî xwedî çand, ziman û nasname ne. Divê neteweya kurd hişyar be. Divê xetereya li ser başûrê Kurdistanê baş bibîne.”

‘Keç û xortên me canê xwe dan’

Zêbarî da zanîn ku 100 sal berê kurd bûn çar parçe û niha Erdogan dixwaze kurdan parçe parçe bike û wiha lê zêde kir: “Gelê kurd bi xwîna hezaran şehîdên leheng hebûna xwe diparêze. Bi hezaran keç û xortên me ji bo azadiya vê axê canê xwe dan. Divê gelê kurd û partiyên siyasî destûr nedin ku careke din bi hezaran keç û xortên kurdan xwîna xwe bidin. Divê hemû partiyên kurd baş bizanibin ku PKK wekî hêzek resen a kurd e. Tirkiye 30 sal in êrîşî PKK’ê dike.”

Tirkiye nikare PKK’ê têk bibe

Zêbarî destnîşan kir ku hewldana Tirkiyeyê û hemû dijminên kurdan ew e ku şerekî birakujiyê bi peş bixin û wiha got: “Eger di nava kurdan de şerê birakujiyê bi pêş bikeve Tirkiye dê bigihîje armanca xwe. Ez bang li hemû partiyên kurd, gelê kurd û pêşengên kurdan dikim. Bang li Parlamena Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamena Herêma Kurdistanê dikim ku diyalogê bi pêş bixin. Destûr nedin ku armanca Tirkiyeyê pêk bê. Pirsgirêka Tirkiyeyê ne rojavayê Kurdistanê ye. Ne Başûr e. Hemû pirsgirêka Tirkiyeyê tenê azadkirina birêz Ocalan e. Heke birêz Ocalan azad bibe dê pirsgirêk çareser bibe. Divê dewleta tirk baş bizanibe ku nikare kurdan têk bibe. Bila baş bizanibe ku riya çareseriyê diyaloga bi neteweya kurd re ye. Îro nêzî 60 milyon kurd hene. Bi sedan pakrewanên kurdan hene. Divê hemû dijminên neteweyên kurd baş bizanibin ku neteweya kurd roj bi roj ber bi azadiyê ve diçe. Neteweya kurd bi van êrîşan gavan paşve navêje.”

Sedam jî nikarî kurdan têk bibe

Zikrî Zêbarî herî dawî xwest dewleta tirk pratîka Sadam Huseyîn baş bibine û wiha axivî: “Sadam Huseyîn bi sedan gundên Başûr wêran kirin. Zêdeyî 182 hezar kurd enfal kirin. Lê nekarîbû gelê Kurd têk bibe. Divê dewleta tirk û Erdogan vê yekê dîsa dubare neke. Divê dewleta tirk baş bizanibe ku kurd roj bi roj bi pêş ve diçin, paşve naçin.”