19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zenîketes ê serhildêr ê Olîmposî

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Rêzeçiyayê Torosê, nola kerwanekî giran, li ber û berê Derya Spî dirêj dibe diçe. Li binetara vî rêzeçiyayî, Derya Spî di kirasê morîkek şînbirik de raxistî ye û miqîm ji xwe re pêl dide. Paşê jî pêl li pêlê vedigere. Pêlên mîna kefa şîr, yên ji ber xezeba melêva sêtilî ya Poseydon, (ku wî ew melêv ji yezdan Tûjba/bayê tûj wergirtibû) difilitî û diçûn li bin guhê hîmcirên granît diketin. Bi hîbehîb û ezameta giran, dengvedida.
Di navbera navçeya Elmali, Finîke û Kemera Antalya de, çiyayek heye. Jêre dibêjin çiyayê Olîmposê. Heger rêzeçiyayê Torosê hêştirek be, çiyayê Olîmposê hawidê li ser qopikê pişta wê hêştirê ye. Lewra ev çiyayê Olîmposê yê ku yezdanên mîtolojîk textê xwe lêvegirtibûn, heta nava ewran bilind çûbû û di nav de wenda dibû. Olîmposê ku ti car berf ji ser wî kêm nedibû. Timî jî lefekê mijeke tîr, mîna lefekê kofiya kalemêrekî kurd ê êzdî, wanî li dora serê xwe dialand.

Bajarê Olîmposê

Li jêra çiyayê Olîmposê, xerab-bajarek heye, jêre dibêjin bajarê antîk yê Olîmposê. Li jora vî xerab-bajarî, agirekî timî pêxistî heye. Sal duwazde mehê xwedê, miqîm ji xweber pêxistî ye. Tê gotin, xwedêgiravî riviya vî agirî, ji devê dêwê bi navê Chimera/Şêre-mar, alev dide. Armanca gera me ya bingehîn jî, serpêhatiya vî pêta arê dêwê mîtolojîk e. Lê, di serê sedê de em ê riya xwe li xerab-bajarê Olîmposê bixîne, paşê jî di xeleka li pêş, em ê bajo li ser pêta arê dêwê Chimera/Şêre-mar û derkevin qal û belaya şerê leheng û dêwên mîtolojîk.
Ey xwînerê xemxwur! Xwe tevbijdîne. Em bi hev re derkevin rêwîtîyeke heytehol û helahela. Fermo!
Pirpinîkek birdik birdikî, bi çiv û dûv difire. Geh xwe li wê gihayê, geh jî xwe li wê kulîlkê dihêwirîne. Mêşên, hingiv û mêşên din yên polenger, dikin guveguv. Refê wan, nola rewrewkê hildibin û datên. Her yek ji wan, bi ezmûneke xweser, dirikêfin kulîlkên bûkanî, yên hîn ji qîzanî de neketî. Ev moz û mêşên şîrînok, nola qasidên xwedê, mahra riwek û yekuna xwwzayê li hevdu dibirrin. Pingeping û guveguve wan, qiyameta xwedê ye. Gava şîr-ava ji kulîlkan dimêjin û polenên wan li xwe bar dikin, her yek ji wan dibin nola tertîbê barhilgirê durê xwedê. Dema pertavê li xwe dixin daku bifirin, baskên wan ê narîn, bi zorkê barê xwe hildigrin û ber bi qul-kewarên xweve difirin. Hingê, baweşîna nerm û ew çend jî şîrgermî, ji ber baskên van zîndewrên xwedê yên nazik radibe. Bêhna cehter(kekik), rihan, pûnga bejî û bîlcumle gihayên bêhn-xweş, pêl bi pêl ber bi xerab-bajarê Olîmposê ve hêldide. Yekuna sirûştê, tev li kavilên xerab-bajarê dîrokî dibe; dîrok û xweza di nava hev de tên vestrandin. Dinya dibe erdê eresatê.

Geştiyarê geştiyaran

Geştiyarên li nava dêrisê xerab-bajarê Olîmposê digerin jî, ji xwe re li ber dîlana van zîndewrerên nola kespikên xwezayê û bêhna gul û gihayên wê, dimînin sewsî û sermest. Ger meriv zêde ne xwedî rik û mexsedeke eyan be, meriv li xwe diheyire û dibe nola rêwiyekî roj-lêgeryayî û rê-xalifî.
Geştiyarekî ji wan geştiyarên bi rik û xwedî mexsedeke bi eyan, ez î bi xwe me. Tûrê min ê ji wan tûrên li pişta geştiyarên serdema xwe, li pişta min e û bi gewzekî xweş li dêrisê xerab-bajarê Olîmposê digerim. Cengila daristana darên defneyê, her der nuxumandiye; edetî bûye kirasekî kipîkesk, û xwe berdaye li ser bedena xerab-bajarê Olîmposê.

Pişta bajar li çiyayê Olîmpos e

Olîmpos, piştî Patara, Santos, Pinara, Tlos û Mîyra yê, bajarê şeşemin yê Yekîtiya Demokratîk a Likyayê bû. Van bajaran, her yekê ji wan bi sê kursiyan cîhê xwe di meclîsa Likyayê de distendin. Ev jî dihat wê wateyê ku her yek ji van şeş bajaran, di heman demê de paytexta herêma xwe bûn. Olîmpos, li ser sînorê Likyayê yê hêla rojhilat e û di geliyekî ku devê newalê li deryayê vedibe de, hatiye avakirin û pişta xwe dispêre çiyayê navdar yê Olîmposê. Olîmpos, 80 km dikeve roavayê Antalya, herwiha 160 km dûrî paytexta welatê Likya, paytex Patara ye.
Dîroka xirab-bajarê Olîmposê, baş nayê zanîn. Jibermayîyên heta niha arkeologan ew derxistine li ber ronkahiya rojê, arkeolog dîroka Olîmposê dispêrin du hezar 300 sal beriya niha. Lê di mîtolojîya navdar ya Belerefonê pêlewanê siwarê Pegasûs yê bi bask û dêwê sêserî Chimera/Şêre-mar eyan dibe ku, dîroka Olîmposê gelekî din kevintirîn e.

Piştî Zenîketes hat Olîmposê

Olîmpos, bajarekî ji wan bajarên keştîxane lê hebû. Lema jî navendek ji wan navendên bazirganiya li ser deryayê, li Olîmposê pêkdihat. Ev rewşa wê ya wiha, dahatiya xelkê bajêr zêde dikir û asta xweşguzariya niştecîhan, bilind dikir.
Di destpêka sedsala yekem ya B.Z, kesayetiyek bi navê Zenîketes tê li Olîmposê bi cîh dibe. Gava Zenîketes li Olîmposê bi cîh dibe, êdî dîrok bi awayekî din serpêhatiya Olîmposê dinivisîne. Careke din ne Olîmpos bêyî Zenîketes têbilêvkirin, ne jî Zenîketes bê Olîmposê têbilêvkirin.

Zenîketes; Serokê Keleş û Qorsanan

Gelo bi rastî jî Zenîketes, serkêşê keleş û qorsanan bû? Gelo rastî ev e?
Ez li kîjan kuçeyên Olîmposê digerim, zimanekî keskê kevzînî, ji dîwarên bîrovgirtî vedileze û ji min re qala serpêhatiya Zenîketesê netebitî û serîhildêr dike. Her ez li serpêhatiya Zenîketesê şeyda/sorçoxî(çilgin) guhdarî dikim, yekser serpêhatiya Elodîno tê ber çavê min. Bê Elodîno yê Kurd, çi eddu û belaya serê Mîrê Cizîra Botan bû. Zenîketesê Ki-Likyayî jî, heman eddu û belaya serê Împeretoriya Romaya bi hişmet bûye.
Dibejin Zenîketes, B.Z. di sedsala yekemin de jiyaye. Xwedêgiravî dibêjin ew mêr, serkêşê keleşê deryayê bûye. Ji ber ku bajarê Olîmposê, pişta xwe sipartiye çiyayê pîroz yê Olîmposê û di navbera newalekê de hatiye avakirin, bajar bi awayekî xwezayî, bi parstin bûye. Herwiha çemek jî di navbera newala bajêr e diherike, diçe dirje Derya Sipî. Bi vî awayî tenê gêdûkeke teng ji hêla deryayê ve vekirî dimîne û çemê Olîmposê di vê gêdûkê re diherike deryayê. Ev jî ji bo veşartina keştiyên keleş û qorsanan, taldeyekî welê parastîger e, bi gerê jî bi dest meriv nediket. Zenîketesê serkêşê keleşan, vî bajarê bi çeper û ji hêla cengila daristana defneyê ve nuxwumandî, ji xwe re wekî mesken dibijêre.
Bi vî awayî, Zenîketes bist şeş salan mineta Îmaperetoriya Romayê hêç dike. Li ser vê gewîtiya Zenîketes ku riya keştiyên Romayê dibirî û bertîl ji wan dixwar, Împeretoriya Romayê leşkerekî giran dajo li ser Zenîketesê Olîmposî. Artêşa Romayê, hem ji hêla deryayê ve, hem jî ji hêla reşayê ve, Olîmposa Zenîketes dorpêç dike.
Zenîketes ji ber wî leşkerê giran danaxwe. Lê, nola dibêjin: pergala piraniyê bişewite, piranî, mêranî betal kir. Zenîketsê serkêşê keleşan, dinere qe çare û hêviya xelasiya wî tine ye. Radibe çalakiyeke tund pêktîne; xwe tev li jin û zarokên xwe, di qesra xwe de dişewitîne. Daku bi saxî nekeve destê dujmunê xwe.
Ev serpêhatiya Senîketes ya li jorê nivîsandî, ji devê serdestan hatiye girtin. Ger meriv bextê xwe navêje, divê mirov bi semt, ango bi îhtîyadkar nêzîkî dîroka ji hêla serdestan ve nivîsandî bibe. Lewra, gava hatiye hesabê zir-hêzên mezin yên cîhanî, leheng wekî keleş, qorsan û terorîst nîşan dane.
Diz, gendel û tirsonek jî, wekî kesên pak û leheng dane xwuyakirin. Ma di roja me ya îroj de jî, em vê durûtiyê bi çavê serê xwe nabînın?

Berxwedana Zenîketes

Di esasê xwe de Zenîketes, mirovekî mêrxas û di ser pozê xwe re bûye. Di vê serdema Zenîketes de, keyayê Pontûsê, Keya Mîthrîdates jî, serî ji zir-Împeretoriya Romayê re netawandibû û li ber Romayê radibe; bi wan re şer dikir. Tê famkirin ku Zenîketes jî, bi awayekî ji awayan pîbarî Keya Mîthrîdates (pêşengê Kurdê zelanî) radibe.
Ango bi hev re di nava tifaqê de bûne. Heke em van salên derdora 80-50 yên berîya zayinê bînin bîra xwe, ew serhildana şoreşgerê efsanewî ya Spartakûs jî, ew ê were li ber çavê me.
Wekî din, heke Zenîketes bixwesta, dikarîbú bireviya û xwe ji çepera leşkerê Romayê rizgar bikira. Lê ew nareve û heta dawiyê li ber xwe dide. Zenîketes, merivekî keleş û qorsanekî dera hanê bûya, gelo ew ê ji bo nîrxên dilpak li ber xwe bida û şerr bikira?
Xwînerê xemxwur! Nizanim bersîva pirsa “gelo Zenîketes, bi rastî jî serkêşê keleş û qorsanan bû” hat dayin?

Qaptan eudemos

Gava meriv ji gêdûka başûrê bajêr, xwe berdide devê deryayê. Li ser milê çepê, du tirbên lahît li ber çavan dikeve. Yek ji van tirbên lahît, tirba Qaptan Eudemos e.
Qeptan Eudemos, mirovekî xerîbê Olîmposê ye û qeptanekî navdar yê deryager bûye. Gava Qeptan Eudemos,
tê lengera keştiya xwe li lêmana, ango lîmana Olîmposê bera erdê dide, hata dawiya temenê xwe, careke din ji vî bajarê şîrîn venaqete.
Piştî mirina Qeptan Eudemos, hezkiriyên wî yên xerîbdost, li ser tirba wî teswîrê keştiya wî li ser tirba wî ya lahît, niqirandîye û helbesteke wiha kurt û dilşewat, li ser wê nivîsandine:
Keştîyê li keştîxaneyê, lenger bera erdê da,

Careke din ji cihê xwe tevneliviya

Lewra êdî ne ji bê û ne jî ji tîrêjê rojê hêvî nemabû
Piştî berbangê ronkahiya xwe hilgirt û terka Qeptan Eudemos kir,
Keştiya wî ya temen kurt li wê derê ma bêxwedî, nola pêleke nîvqurmiçî… (Dê bidome)