6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du hestên neyînî: Bexîlî û çavnebarî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Tiştê ku mirov dike mirov yek jê beden û ya din jî derûnî ye. Mirov tenê ne hebûneke daringî ye; hebûneke arişî ye jî. Li gel aliyê bedenî aliyê wî/wê yê derûnî jî heye. Mirov bi qasî ku hebûneke hişmend û civakî ye, ew qas jî hebûneke hestyar û çandî ye. Bi qasî ku pêdiviya mirov bi bedeneke saxlem û nojdar heye ew qas jî bi derûniyeke bijûn û aram jî heye.

Bi vegotineke din; ne bedeneke nojdar bêyî derûniyeke bijûn dibe û ne jî derûniyeke bijûn di bedeneke ne nojdar de dihewe. Herdu alî di nav hevkariyeke xurt de ne û hevdû temam dikin. Çawa ku bedeneke lawaz nikare derûniyeke aram hilgire, derûniyeke aram jî nikare di bedeneke lawaz de bidebire. Îcar, ji ber ku mijara me rasterê ne derûnî ye, em naxwazin zêde derdirêj bikin. Belê derûniya ku hestên neyînî jê der dibin û têkiliyên mirov asteng dikin, mijara vê nivîsa me ye.

Raman, ol, bîr û bawerî û hestên ku li gor şert û mercên civakê dişêwin mirov arasteyî liv û bizavên erênî yan jî neyînî dikin. Perwerdehî bi liv û tevgerên mirov û rê û rêbazên ku pêwendiyên wî/wê yên jiyanê diedilîne û tekûz dike, eleqedar dibe. Belê beriya wê, gelek sedemên ku wan liv û tevgeran pêk tîne hene. Tu zarok di zikê diya xwe de hînî qencî û xirabiyê nabe. Her tiştî paşê hîn dibe û wê hînkirinê jî derbasî kardariya jiyanê dike. Hest û hizrên ku bi zarokê re digihên jî wisa ne. Tiştên ku di kardariya jiyanê de pêk tên bandorê li ser derûniya wî/wê dike û di derûniya wî/wê de hestên erênî û neyînî pêk tîne.
Hestên neyînî yên ku ji derûniya mirov der dibin û her wiha bandoreke neyînî li ser derûniya mirov dikin yek jê bexîlî û ya din jî çavnebarî ye. Bexîlî û çavnebarî herdu jî hestên neyînî ne û têkiliyên navbera mirovan serûbin dikin. Hestên bexîlî û çavnebariyê bi her mirovî/mirovê re peyde dibin. Awa û cureyên wê biguherin jî bandora wê ya neyinî qet naguhere.

Her çendî ku çavnebarî û bexîlî û çavnebarî wekî heman hestî tên dîtin jî di navbera wan de cudatiyeke girîng heye. Mirov gelek caran van herdu hestan tevlîhev dikin û wan wekî hev dibînin. Di derûniya mirov de çavnebarî berî bexîliyê pêk tê û hin bi hin li bexîliyê dadigere. Çavnebarî û bexîlî ji hêla erkî ve dişibin hevdû lê ne heman tişt in. Gelek kes wan tevlî hevdu dikin û nizanin kîjan çavnebarî û kîjan bexîlî ye. Belê derûnnasî herdu hestan bi her awayî ji hevdû cuda dike û wan li gorî têkiliya sedem û encamê ji hev vediqetîne.
Hestê çavnebariyê ji ber hesûdiyê ye û bêtir di navbera du kesan de pêk tê. Ji ber tunebûna tişt an jî taybetiyeke ku bi mirov re tune be lê bi kesekî/ê din re peyde dibe û mirov nikaribe xwe bigihîniyê yan nikaribe bi dest bixe, pêk tê. Belê bexîlî, dexsî bi xwe ye. Hestê dexsiyê, ji ber tiştekî ku li ber dilê mirov hêja û bêhempa be lê fikara ku kesekî/ê din wî tiştî ji ber wî/wê bigire û bibe, pêk tê. Ango hestê çavnebariyê di navbera du kes an jî du aliyan de pêk tê; lê hestê bexîliyê di navbera sê kesan an jî sê aliyan de pêk tê. Di bexiliyê de, du kes an jî du aliyên pêşber, ji kesê sêyem didexisin û wî/wê ji bo xwe wekî gefxurinekê dibînin.

Hestê bexîlî û çavnebariyiyê ji zarokatiya mirov dest pê dikin û heta dawiya temenê mirov didomin. Li gor rewşa ku mirov tê de dijî û şêwazê jiyana civakê kêm û zêde dibin. Xisar û texrîbatên ku li ser têkiliyên takekes û civakê dikin jî li gor giranî û sivikiya van herdu hestan diguhere. Ev herdu hestên neyînî kêm zêde bi her kesî re peyde dibin. Belê hebûna wan ne tiştekî xwezayî û çarenîn e. Her mirov dikare xwe ji van hestan dûr bigire an jî xisar û bandora wan kêm bike.

Ji rewşa mirovan a aborî bigirin heta şêwaza hilberîna wan; ji kar û pîşeyên wan bigirin heta cih û meqamê wan; ji bejn û bala wan bigirin heta cil û bergên wan, ji behreyên wan bigirin heta serketin û desketinên wan; ji rêzgirtin û rêzdariya wan bigirin hezkirin û evîndariya wan û hwd. hemû ji bexîlî, çavnebarî û rikberiyê re dibin sedem. Belê sedemên herî mezin jî newekhevî, neheqî û nakokiyên civakî ne. Ne pêkan e ku di navbera kesên xizan û maldar de, di navbera kesên kardar û karker de, di navbera kesên azad û bende de, di navbera kesên serbest û girtî de, di navbera kesên serdest û bindest û hwd. de çavnebarî tune be. Heta ku sedemên çavnebarî û bexîliyê ji holê ranebin, dê hestên mîna bexîlî û çanebariyê jî her gav hebin. Ji ber ku jiyana her mirovî/ê li gor şert û mercên civakê dişêwe, divê şert û mercên civakê jî li gor jiyeneke mirovane bişêwin da ku hestên bexîlî û çavnebariyê ji holê rabin.

Bexilî û çavnebarî jî wekî hemû hest, hizr û bizavên erênî û neyînî piştî bûyina mirov pêk tên û tên hînkirin. Her çendî ku zarok hê di malzaroka dayika xwe de hînî hin tiştan dibe û dibin bandora hest, hizr û bizavên dayika xwe de dimîne jî, bi tevayî tevlî van hest û hizran nayê dinyayê. Piştî ku tê dinyayê pêşî hest, hizr û bizavên dayik û malbatê û peyre jî çand û kevneşopiyên civakê pê re digihên û distewin.

Bexîlî û çavnebariya zarok û mezinan jî ne heman tişt e. Bexîliya zarokan bi qasî ya mezinan ne neyînî û rûxîner e. Bexîlîya zarokan bexiliyeke demdemî û guherbar e; ne miqîm û mayînde ye. Wê gavê ye; zêde dom nake û zû derbas dibe. Hemû hestên zarokan ên neyînî wisa ne. Kîn û kerb bi wan re nîn e. Dijminahiya wan tune ye. Xeyda wan bîstikekê ye. Bexîliya wan jî bêtir ji ber tirsa nehezkirinê ye.
Zarokên ji xwişk û birayên xwe didexisin, bi fikar tev digerin. Ji hezkirina dê û bav û mamosteyên xwe şikdar in. Belê ew jî ne her gav e. Bêtir zarokên mezin ji xwişk û yên ji xwe biçûktir didexisin. Belê zarokên biçûk zêde ji xwişk û birayên xwe yên mezin nadexisin. Sedema wê dîsa fikara nehezkirinê ye. Ango bi tirsa ku dê xwişk û birayên wî/wê yên biçûk hezkirina dê û bavê wî/wê ji ber bigirin an jî kêm bikin, tev digere.

Zarokên ku temenê wan heman e jî ji hev didexisin. Gelek sedemên wê hebin jî, sedema bingehîn parvenekirin e. Zarok ji ber ku naxwazin ji hezkirina dê û bav û mamosteyên xwe bêpar bimînin, ji xwişk û bira û hevalên xwe didexisin. Ji bo wê, her gav giliyên hevdû dikin. Sedema wî giliyî ew e ku zarok dixwaze xwişk û birayê xwe an jî hevalê/a xwe li ber çavên dê û bav û mamosteyên xwe reş bike û hezkirina wan tenê ji xwe re bihêle. Bexîliya zarokan neyînî be jî zêde ne xeter e. Belê bexîlî û çavnebariya mezinan tiştekî xeter e. Lewre li kerb, kîn û dijminahiyeke domdar û mayinde dadigere û heta gelek caran bexîliya mêran bi kuştin û komkujiya jinan bi dawî dibe. Ji bo wê divê hem ji bo zarokan û hem ji bo mezinan sedemên dexsî û bexîliyê yên mîna tirs, fikar, guman, gefxurî, redkirin, newekhevî, bêewlehî, xemgînî, kerb, kîn, dijminahî û hwd. Hemû ji holê rabin ku xisar û rûxanên bexîliyê kêm bibin.

Berî wê jî; divê dê û bav û mamoste bi pejnkarî û baldarî nêzîkî zarokan bibin û hezkirina xwe li hemû zarok û xwendekarên xwe belav bikin û bi yeksanî û dadwerî tev bigerin.