27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zema OTV’ê bihayê sotemiyê zêde kir

Biryara Serokkomar a zemkirina OTV’ê ya sotemeniyê di Rojanemeya Fermî de hat weşandin.

Pêla zemê ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve ku piştî hilbijartinan hat destpêkirin, şeva borî jî berdewam kir. Pêla îşev sotemeniyê da ber xwe û bi carekê de 6 TL hat ser sotemeniyê. Di vê çarçoveyê de biryara serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a der barê Baca Mezaxtinê ya Taybet (OTV) sotemeniyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî biryarê; di lîtreyek benzîn de bihayê OTV’ê ji 2,52 TL’yan derket 7,52 TL’yan û di lîtreyek mazotê de jî bihayê OTV’ê ji 2,05 TL’yan derket 7,05 TL’yan. Berhemên din ên sotemeniyê jî bi qasî 5 TL’yan biha bûn.

Bi vî awayî bihayê benzîn û mazotê ji 26-28 TL’yan derketin 33-34 TL’yan.

Her wiha bihayê gaza siruştî jî derket seriya 15 TL’yan.