27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiryaye û diryaye

Rojekê ji rojan li welatekî biyanî buhabûnê xelkên wî welatî kiribû hejar û perîşan. Serok û wezîrê maliyê yê wî welatî lihev civiyane û mijar hatiye ser buhabûnê û gazincên gel. Serok ji wezîrê xwe re gotiye; divê hûn baceyan zêde bikin. Piştî demekê dîsa serok û wezîrê xwe li hev dicivin. Serok ji wezîrê xwe re dibêje; rewşa gel çi ye?

Wezîr wekî berê gilî û gazincan rêz dike û dibêje; xelk gelek ji vê rewşê aciz in. Serok dibêje; baceyan zêde bikin. Piştî demekê dîsa li hev dicivin û bersiva wezîr her ew bersivê gilî û gazincin û nerazîbûna gel e.

Demeke din di ser re derbas dibe vê carê dema dîsa serok rewşa gel dipirse, wezîrê wî wiha dibêje: “Kêf kêfa xelkê ye, êdî kesek nema gazincan dike, di kolanan de dimeşe bi xwe re dikenin, bi xwe re diaxifin û henekê xwe bi hev dikin.”

Serok dibêje; tamam îca hûn dikarin buhabûnê rawestînin em gihan armanca xwe. Îca bi rast, rewşa vî, welatî û buhabûnê gelekî dişibe ya wî welatê biyanî yê di vê çîrokê de.

Ji buhabûna rojane êdî hindik maye xelk dîn bibin û bi kolanan bikevin. Wekî ku ronahiya çavê wezîrê berê Nurettîn Nebatî têra rawestandina buhabûnê nekir dê birûsk û şîmşeka wezîrê kerçewsî jî têra rawestandina vê buhabûnê neke.

Êdî, wekî dibêjin çiryaye û diryaye. Çawa mirov nikare cilên rizyayî pîne bike yan jî bidirû wiha jî ev desthilat bi vê hişmendiyê dê nikaribe pêşiya vê krîzê bigire.

Xwedê kesekî ji aqilê şêrîn mehrûm neke lê bêhneke nexweş ji vê bêdengiyê tê. Hew te dît ku piça aqilê maye jî firiya.

Piştî wê ji xwe pirsgirêk namînin û wiha xuyaye dê di demeke nêz de li vî welatî jî her kes di kolanan de bikene, bi xwe re biaxive û êdî kes nema nerazîbûnan nîşan bide.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê